Civat bi Salihê Heydo re destpê dike, lê bidawî nabe
Dîrok: ÇáÃÍÏ 19 ÃÈÑíá 2020
Mijar: Nûçe



 Idrîs Hiso

 Heger tu li Hisiça Rojavayê Kurdsitanê bû mêhvan û tu li civata Salihê Heydo rûneniþt nebêje min serdana Hisiça kiriye.
Roja 15.08.2019 li mala mamoste Selah Hemo em bûn mêhvan, berî niha min daxwaz kiribû ku ez bibim mêhvanê Selah Hemo ku yek ji aþiqê ziman û keltûra Kurdî ye û yek ji xwendevanên ku bi evînî berhemên Salihê Heydo dixwîne. tevî ku Ez û Selah Hemo, em ji gundekî ne jî lê ti carî em li yek civatê rûneniþtibûn, ji xwe Selah bi pazde bîst salan jî ji min mezintre, lê ji ber nivîs û xwendina wî ya bi Kurdî bi rêya fêsbûkê em bûn heval.


Min dixwest ez Selah bibînim û piþtre jî ez ji Selah bixwazim ku em serdana mamoste Salihê Heydo bikin çinku hevaltiyek dûr û dirêj di navbera Selahê Hemo û Salihê Heydo de heye. Min bi tenê carekê berî deh pazde salan Heydo dîtibû, lê mamoste Selah bi spasî rêya min kin kir û ji min re bi telîfonê got: Heta carekê Salih were vir ez dê telîfona te bikim û wer em  dê pêkve hevûdin bibînin.
Werhasil wek min got, civîna me roja 15 heyvê li cem mala mamostê berêz Selah Hemo pêkhat.
Piþtî Silavê û ji ber ku Salih dizane ku ez bi serdanekê ji Baþûrê Kurdistanê hatime Rojava yekser bi Soranî li gel min axifî û got: Silaw kaka çonî, aya tu baþ fêrî Soranî bûytewa?
Min got: Belê Kaka kû debî min fêrî soranî nebûmewe, eme hewt salî min ke li Herêmî Kurdistan, li Hewlêrî paytext ejîm, êste xwendin û nûsînî Soranî baþ ezanim,belam qisekirdinî min nawendîye.
Mamoste Salih, derwêþ û aþiqê keltûr û wêjeya kilasîka ya Kurdî ye, ev bêhtire ji sîh, çil salên wî ye ku bi zimanê Kurdî helbestan dinvîse û keltûrê Kurdî dide ser hev û þîrove dike û dide nasîn û niha jî li Zanîngeha Rojava li Qamiþlo li beþê Ziman û Wêjeya Kurdî mamoste ye waneyên filklor bi hemû beþên xwe dide, bi giþtî heta niha bêhtir ji 40 pirtûkî çap kiriye, û bi qasî wan jî hazirin an jî têne hazir kirin ji bo çapê, beþek ji wan ji helbesta kilasîke ji berhemên Heydo bi xwe ne, beþê herî mezin jî danhev û þireovekirin û danasîna filklor û kelepûra Kurdî ye, çi stran, çi metelok, çîrok û çîvanok, lîstok û têdrxistinok.
Civata bi Heydo re destpê dike, lê bi min bidawî nabe, temenek pê gereke ku mirov ji civata Heydo û ji guhdariya axaftinên wî têr bibe.

 

Wê êvarê me civata xwe li ser wê sozê, ku di nêzîktirîn dem de ew dê hemû pirtûkên çapkirî û niha li ber destin  ji bo min amade bike, da ku ez rêya xwe bi wî bixim û wan pirtûkan bidestbixim, li ser vê yekê û piþtî me li çend perçeyên helbesta kilasîk ji berhemên Heydo, çend stranên filklorî li ber dengê tembûrê ku wî bi xwe lê dida û çend çîrokan guhdarî kir me xatir ji hev û din xwest.
Roja 18.08.2019 me soza xwe pêk anî û careke din min û Salih li cem birayê zor birêz Selah Hemo hev û din dît.
Vê carê Heydo ne tenê bû, lê belê bêhtir ji 20 pirtûkên xwe bi xwe re anîbûn û bi comerdî got, kerembike tu bi kêfa dilê xwe pirtûkan bibe, min jî got: Ez hemû pirtûkan bi yekcarê nabim, da ku her demekê ez bêm û te bibînim û beþekî ji keda te ya pîroz hilgirim û çavên xwe bi dîtina þad û guhên xwe bi bi bihîztina çîrok û serpêhatiyan kêfxweþ bikim.
Piþtî min hejmarek pirtûk ji xwe re neqandin û min ji dil spasiya wî kir, careke din civata me destpêkir û Heydo bersiva pirsên me dida, bi her pirsekê dîrokek vedibû û çîrokekê dest pê dikir.
Bi civata wî re, em çûn mala seydayê Cegerxwîn me li þîret û þiroveyên seyda, li nerîn û pêdaçûnên Apo Osman û mêraniya wî, li çîroka vekirina dibstana Kurdî ji aliyê Namî, li çîrokên mêrxasiya Hesenê Kurd, dilsozî û heyraniya Tîrêj û laqirdiyên Bê Buhar û gelek bûyer û çîrokên kevin û nû guhdarî kir.

 

Þevek bi awaz, stran, helbest laqirdî û dîrok me bi Heydo re derbas kir, ne ez, ne Selah Hemo, ne jî Esma xanim hevjîna mamoste Selah ji civata bi Heydo re têr bûn, lê þev zî bû û deng ji Hisiça biliya zarokên malê jî niviyan, bi tenê em û ew û heyiv di wê bendengiyê de bê deng nemabûn û çîrokên me bi dawî nehatin.
Dema ez vegeriyam ber bi malê ve min ne dixwest ez biçim nav livîna di nav çar dîwarên odeya xwe de, min dixwest li beriyê, li çolê di bin ezmanê ku bi stêr û heyvê xemilandî bû çav vekirî binivim.
18.08.2019
Di Kovara ÞAR de hatiye belav kirin. 






Cihê ev nûçe jê hatiye: Welatê me
http://www.welateme.net/kurdi

Ji bo vê nûçeyê navnîþan:
http://www.welateme.net/kurdi/modules.php?name=News&file=article&sid=5214