
Bahar Marûfî: Sînema ji bo min Evîn e
Dîrok: ÇáÃÍÏ 19 ÃÈÑíá 2020 Mijar: Nûçe
Hevpeyvîn: Idrîs Hiso
Bahar xanim tu bi xêrhatiye bo
bajarê Duhok û beşdarîbûna te di Heftemîn Fîlmefestîvala Navdewletî ya Duhokê
de.
Zor spas, ez jî gelek kêfxweşim ku li
Duhokê me.
Tu dikarî xwe bi xwendevanan bide
nasîn, Bahar Mûradî kî ye?
Ez Bahar Marûfî me, ji xelkê Rojhilatê
Kurdistanê, ji bajarê Ormiyê me, min zanko beşê Bîrkarî xelas kiriye, û ev çar
salin ku ez wek lîstikvan (Akter) ê sînema kar dikim, û di nav vî karî de jî berdewamim.
Heta niha te beşdarî di çen fîlman
de kiriye?
Heta niha min di çar fîlman de beşdarî
kiriye, du kurtefîlim, yek belgefîlim û fîlmekî dirêj. Fîlmê min yên dirêj navê
wî Dayan e ji derhênera derhêner Behrûz Nûranpûr e, beşdarbû di festival Duhokê
de, di bêşberikiya sînema Kurdî de, kurte fîlemek jî bi navê Getting Back ji
derênera Xidir Mihemed, kurtefîlmek jî bi navê Helîma ji dehênera Bayezîdî, û
min beşdarî di belgefîmekî telvîzyonî jî de kiriye.
Tu dikarî behsa rola xwe, û peyama
fîlmê Deyan bikî?
Sebaretî peyam û mijara fîlmê Deyan ez
naxwazim behsa her tiştî bikim, bi min waye gereke derhêner behsa vê yekê bike,
lê ez dikarim bêjim ku Dayan behsa çîroka 4000 jinên Sûriyê dike ku bi şêweyekî
ji şêweyan dibin qurbaniya êrîşa DAIŞê û ji malabat û mêrên xwe dûr dikevin,
aware dibin û nema zanin bê wê çawa bighên malabtên xwe, ez jî rola yekê ji wan
jinan di fîlim de dilîzim û êş û azarên wan di fîlim de û li ser ekranê tînim
pêşberî bînerean.
Tu wek jineke Kurd, bi taybet ku
hîna jî gelek qeyd û bend li berdem jina Kurd ku bi taybet karê akteriyê di
fîlmên sînema de bilîze hene, çi astengî ji te re hebûn?
Belê di civata Kurdî de hin zehmetî li
berdem jinê hene, lê hemd ji xweda re ku malbata(Xanewedeya) min, piştevan û
alîkarê min bû, ez hêvîdarim jî ku malbatên Kurd karibin rê bidin jinan ku
bighên mafê xwe, her wisa divê jin jî rêya zanist û xwendinê bidin ber xwe da
ku bighên armancên xwe û bibin nimûneyek baş jibo civata xwe, lewma divê malbat
jî nebin rêgir û jin jî diberxwe de bidin.
Piştevaniya malbatan heta niha jî li Rojhilatê
Kurdistanê kême lê malbat hene, di dema ku ev jinên ku hene bibin nimûneyekî
baş jibo jinan, wê jinên ku wêrekî bi wan re çêbibe pir bibin û malbat jî dê
werin ser rê, lê heger ev jinên ku niha pêşengin û karê sînema dikin bi
şêweyekî xirab wêneya jinê bidin nîşan dan wê demê wê malbat jî nealîkar bin û
ew jinên ku niha jî hene wê ti guhertinek bi sûde çênekin.
Niha dema ku ez wek jinek Kurd dê li
festivala sînema biçim ser mehfûra sor, divê ez wî wêneyî şanî malbatên Kurd
bidim da ku ew jî bêjin bila keçên me jî wek Bahar biçin ser wê mehfûrê.
Te got: Min Bîrkarî xwendiye, dema
ku te xwest di nav sînema de kar bike, te berê xwe da ti akadîmiyekê ku tu têde
fêrî hunera akteriyê bibe?
Yekem car dema ku ez bûm akter, min
pêşberkî li gel 500 jinên din kir, lê ez di pêşbirkê de bi serketim, ji ber bi
sedên fîlman min dîtiye û ji zaroktiya xwe ve min dixwest bibim derhêner, axirê
ez nebûm derhêner lê ez bûme akter, ez bi hêvîme ku bibim derhêner jî. Di vê
derbarê de dixwazim bêjim ku xwendina ekadîmî gelek başe, lê ya baştir û
girîngtir hez û vîna mirov e û herwiha rahênana berdewam e.
Tu heftemîn festival navdewletî ya
Duhokê çawa dinirxînî?
Ez fîlmefestîvala Duhokê bi rêk û pêk û
girîng dibînim, her wiha ez wê bi festîvalek serkeftî dibînim, divê em wê yekê
zanibin ku şehnaziyeke li Kurdistanê fîlmefestîvalek bi berdewamiya heft salan
bê rawestandin hebe, tevî şert û mercên ku welatê me têre derbas dibe.
Tu rola festîvalan ji bo sînema û
akterên Kurd çawa dibînî?
Rola festîvalan gelek başe, heger ev festival
wek a Duhok û Silêmanî her sal werin lidarxistin, hem ji bo Akter başe, hem ji
bo derhênere başe, hem jî jibo gelê Kurdsitanê başe ku akter û derhênerên xwe
binase, sînema ferhenga Kurdî dewlementir dike, festival jî derfete ku gel
hunermendên xwe yên ku ferhenga wî dewlementir dike bibîne. Ji aliyekî din ve
jî festival dibin pira di navbera me û gelên din de em hemû têne cem hev û ji
nêzîk ve hev û din nasdikin û dibe cihek jî ji bo bidestxitina derfetên kar ji
bo hunermendên kurd.
Tu sînema li Îran û Rojhilatê
Kurdistanê çawa dibînî?
Li Îranê hunera sînema û şanoyê gavên baş
ber bi pêşve avêtine, dema Îranî fîlmekî çêdikin ji aliyê hejmarek mezin ji
xelkê ve têdîtin, herwiha hunermend û sînemakarên Îranî di nav civatê de têne
nasîn, li Rojhilatê Kurdistanê jî huner heta radeyekê belav û cîgire lê ne wek
ku li Îranê ye, derhênerên me yên binavdeng wek Behmen Qubadî li seranserî
Îranê tê nasîn lê pêwîstiya me bi berhemên zêdetir heye.
Awatî Bahar li paşerojê çiye,
çavên te li ku derê ye?
Çavên min li wê yekê ne ku ez bibim
akterek cîhanî, ne tenê ji bo nav, deng û şuhretê, lê belê ji bo ez wek keçek
Kurd bême nasîn bi behemên baş, dema xelk ji huner û berhemên min hez bikin û
şehnaziyê bi fîlmên ku ez tê de rol digrim bikin, ew mezintirîn şehnaziye bo
min.
Aya nasnameya fîlm dibe Kurdî di
dema ku fîlim bi gelek zimanan be? An jî gereke fîlim bi Kurdî be û jêrnivîsa
wî bi zimanên din be?
Ez dibêjim ne gereke tenê bi zimanê Kurdî
be, tevî ku gelekî girînge fîlm bi Kurdî were çêkirin, lê dibe ku em bi zimanên
din jî fîlmên Kurdî çêkin, wek nimûne em dikarin akterekî farisî bînin nav filim
wê demê em dê karibin bala bîner û sînemahezên Farisî jî ber bi fîlmên Kurdî ve
bikşînin. Heman gotin ez dikarim derbarê Tirkan û Ereban û Ermenan jî bêjim.
Çawa rexine li karê te di nav
sînema de tê kirin?
Heta niha gelek caran ez ji gelek
hunermend, derhêner, akteran û bîneran dibhîzim ku karê min gelekî başe û
serkeftî ye, lê bi şêweyekî nivîskî bidaxewa karê min nehatiye rexnekirin, û di
vî alî de jî ez lawaziyekî di nav sînema Kurdî de dibînim, pêwîste aliyê rexnê
jî pêşbikeve da ku akter û derhêner xalên lawaz di karên xwe de nasbikin û
berhemên dahatû baştir encam bidin.
Li heftemîn fîlmefestîvala Duhok,
helbet te derhênerên Kurd ji seranserî Kurdistanê û ji Ewropa jî dîtin, vê yekê
derfetên kar bo te peyda kirin?
Belê, helbet, spas ji xweda re ku min
derhênerên Kurd, ji Bakur, Rojava û Başûr dîtin û behsa pirojeyên xwe ji min re
kirin, heta niha jî min du rol di du fîlman de dîtine, wê di paşerojê de bêne
dîtin û bêhtir wê hurgiliyên van pirojeyên nû diyar bibin.
Bi te wek jinek Kurd, heger
derhênerekî ji te re got di fîlmê min de çend dîmenên evînî hene, tu wek akter
di kare bi wê rolê rabî?
Belê helbet, ev karê aktere, pirs ew e ka
mijara fîlm çiye, nameya fîlm çiye, heger fîlm bi mijara xwe û nameya xwe hêja
bin û li gorî daxwaz û pirensîpên min bin, helbet dîmenên evînî jî beşeke ji
karê akterê sînema.
Tevî ku ez dixwazim bêjim ku vê yekê di
nav civata me de cih negirtiye jî, lê wek min got divê ew jî hebe û herdem ev
tişt girêdayî name û armancên fîlm in.
Tiştekî din ez dixwazim derbarê vê mijarê de
bêjim ku, divê fîlmên me evînî, xweşî û şadiyê şandî bîneran bidin, ne tenê xem
û kulan nîşan bidin , çinku fîlmên ku bi tenê xem û kulan nîşan bide, dê zor ji
aliyê bîneran neyê dîtin û dê berê xwe bidin fîlmên din û tiştê xweşî û kêfê û
wizeyê dide wan.
Sînema bo Bahar çiye?
Sînema bo min Evîne, ez evîna xwe di
sînema de dibînim, dema ku ez diçim berdem kamîra û derhêner dibêje Akşin, ez
hest bi evîniyê dikim, bi işq û evînî ez sînema dijîm.
Tu ji bo jinên Rojavayê Kurdistanê
ku heza wan ji karê Sînema re heye çi dibêjî?
Ez ji bo jinan berdewam dibêjim, ti carî
bê omîd nebin, ji xwe ji bo xwestekên we heger rê zehmet be jî lê bi
berdewamiya kar û têkoşînê mirov dê bighê armancên xwe.
Duhok 15.09.2019
Di kovara Rê de hatiye belav kirin.
|
|