Baþûrê Kurdistanê û karvednên Bûyera Mustefa Selîmî
Dîrok: ÇáÃÍÏ 12 ÃÈÑíá 2020
Mijar: Nûçe



Kurdistan Elî / Aachen

Bê Goman Metirsiyên li ser Baþûrê Kurdistanê gelekin û her alîne, hin Hokarên wan derekîne ji aliyên Dewletên dagîrkerve têne çêkirin û herweha hin jî Xomalin, yan jî ji nav mala kurdane, Belkî bi Texmîna min Tehdîdên xomala siyasî û Yasayî metirsiya  wan bêhtir bêt û ziyana wan dijwartir bêt, jibo kû ew nokeriya bêgane destê Dijmine û di nava Malêde di xebitê, nêziktir û bileztir û asantir karê xerabî û wêrankariyê bikê, jibo weha ji Herêmê tê xwestin Dezgehên xwe yên siyasî û Yasayî Rêzê lê bigrê,  û bergêriyê di berde bikê, çimkî ew dibê bergêriya Hebûna wê wekî gewdek ciyosiyasî, ji bûyera Revandina xuda lêxweþ Mustefa Selîmî û radestkirina wî bo Pazdaranê Îranê û Itîla`atê, tê naskirin û Amarên xav bûnê û helweþandinê du naverok û bingeha Dezgehên Herêmêde cihê xwe çêkirine,


 li gel Wekî vê bûyerê û herweha bûyera radestkirina Kerkûkê ya 16 Oktoberê, û diziya petrolê jî aliyê Serkirdeyên PUk êve, nebaweriyê bi Hêz Çareseriyên Desthelatdariya Herêmêre çêdikin, çimkî Wekî van rûdawan Diyardeyên lawazêne, Îdî milet jî li xwe divegerê, û wê bêjê : li gel gendeliyê û yasa têperandinê, û destberdana caþayetiyê tu wate ji hebûna Herêmêre namaye, belkî çare serî li Bexda bêt û her ew bixwe Armance, jibo nehêlan û helweþandinê vê Destkevta demuqratik, ya kû dixwazê wekî Nimûne xwe Ragihînê, yanî em Karin bêjin îro ev Herêm wekû Dezgeh di xetera mirinê dene, û kêferata mirinê dikin kû çareseriya lezgîn jêre newê dîtin û pêþkêþ kirin.









Cihê ev nûçe jê hatiye: Welatê me
http://www.welateme.net/kurdi

Ji bo vê nûçeyê navnîþan:
http://www.welateme.net/kurdi/modules.php?name=News&file=article&sid=5207