Mihricana Serêkaniyê
Dîrok: ÇáËáÇËÇÁ 31 ÏíÓãÈÑ 2019
Mijar: Nûçe



Bavê Zozanê

Îsal roja helbesta Kurdî li Essenê bi navê Serêkaniyê birîna me ya nuh di roja 22.12 .2019 an de hat li dar xistin ,ku em tev dizanin  ku Serêkaniyê parçekî hêja ye ji Rojavayê Kurdistanê ku ji aliyê dewleta Tirk ve hatiye dagîrkirin.

Ji xwe em zanin ku ev roj bi xwe ji bo helkefta bîranîna salvegera 35 an a helbestvanê Kurd ê mezin Cegerxwîn e ku Yekîtiya Giştî ya Nivîskar û Rojnamevanên Kurd li Sûriyê bi hevkariya Komela Hêlîn a rewşenbîrî li bajarê Essenê li Almanyayê ev çalakiya giranbiha li dar xistin.


Mihrican wek me hemûyan dît mihricaneke bê hempa bû biharî bû milet ji hemî milê civatê lê amedebûn çi siyasetmedar, çi reweşenbîr ,çivnivîskar ,wisa jî  saziyên civata sivîl,mafnas, rêxistinên jinan ji xwe di serî dejî hunermendê mey bedew ku şeva me gulgulî kirin.

Bi rastî jimar hêjabû bilindbû ji hemî deverên Almanya amede bûbûn ,hin ji dervî Almanya jî hatibûn.

Helbesvan Alwan Şivan(Endamê komîta amedekar û pêşkêşê roja helbestê) bi sirûda Kurdî ya niştimanî(Ey Reqîb) dest bi vekirina mihricanê kir wisa jî cewamer hemî xulek bê deng li ser canê nemirên Kurdistanê bêdeng man.Piştre nivîskar bavê Zozanê gotina Yekîtiya Giştî ya Nivîskar û Rojnamevanên Kurd li Sûriyê,  xwend.

Nêzî 15 hozanvanî beşdarî vê çalakiyê bûn ,helbestê xwe bi coş û heyecan xwendin wisa jî bi dengek bilind li gorî birîna nuh ew qasî ku kûrbû ewqasî dengê wan jî bilind û bi êşbû.

Beşdarê ku helbest xwendin ,li gorî kat û demê ev bûn :bavê Alend,Mizgîn Hesko,Xunav Xezîwê ya xwe û ya Ezîz Xemcivîn xwend,Hişyar Emerê la`lê, Salih Cengo,Ibrahîmê Fermên,Şaha pîvan,Ehmedê Xursî,Ehmedê Ezîz ,Dilyar Dêrikî,Emerê Isma`îl ,  şêwekar û hozanvanê xwîn şêrîn Lewend Dalînî ji bo pirsgrêkek bê hemd beşdar nebû, hozanvan Perîşanê jî navê wê hat xwendin lê ew nebû?

Naveroka helbestan ,bedewî,xweşikbûn,wêne,nûjenî,kilasîk,û gelek tiştê din ez naxwazim li ser binvîsin ji ber ku ev roj roja helbestê ye ne roja pêşbirkê ye yan jî roja neqandina xweştrîn helbeste ta ku xwedyê wê em xelat bikin ,wisa jî dikarim bêjim ku helbest rengereng bûn hin qels bûn hin xurt bûn  ji xwe bihtir ji wan helbstên kilasîk bûn , helbesta nûjen jî hebû wêneyên nazik wisa jî bedew hembêz dikirin hêjaye ku merov piştre gotareke taybet liser wan helbestan bi giştî  binvîse.

Dixwazim bêjim ku hemî tîbîniyên dost û hevalan, nerînên wan,şîret û daxuyaniyên wan tevan helbet di  mihricana sala werê de wê ber bi çav bibin,lome spasiyek germ diyarî canê wanî geş dikim.

Çime xelat û çilo? Bi rastî pîvana sereke di vê mijarê de kar û keda nivîskar e di ber wêje û edebyata kurdî de ne gereke ku niza dive çend pirtûkên wî yên çapkirî  hebin  ,na ,ji xwe eger hebin hîn baştire lê armanc ewe ku ked û berxwedana niviskar newê  jibîrkirin ji xwe xelat ne bi rengê mawdanî tê dan lê bihtir  wek karekî ma`newî em lê di nerin.

Çime xelat pirin ewjî babeteke  divê em li ser biseknin ,dive ku  gunehê me wekYekîtiya Giştî ya Nivîskar û Rojnamevanên Kurd li Sûriyê têde tunebê ,û wek li jorê min got wê hemî têbînî bêne ber çavkirin bêne vekolandin.

Xelata mihricanê  nivîskar Hefîz Ebdulrihman isal wergirt lê  xelata Cegerxwîn  pehra nivîskara hêja Keç a Kurd  bû wisa jî du xelat li welêt hatin belav kirin ku yek jê gihişte Salihê Silo xwînerê helbestên Cegerxwîn,ya din jî nesîbê siyasetmedar Hesenê Cengo bû.

Hêja ye gotinê ye ku mihrican bi dengê hunermendê me xweş û şêrên tir bû ,Hunermenda keç Rojîn Gedo bi stranên xwe yê folklorî (bavê Fexro û li min xerîbê ) cemawir dilşakir,wisa jî hunermendê hêja Beha Şêxo guhê me bi çend stranên naz rihet
kir ji xwe hunermend  Silêman Hovik bi deng û tembûra xwe mihrican ronîkir wisa hunermend Xêredîn Biro bi dengê xwey çiyayî em birin zozanên welêt .Lê mixabin hunermendê dev li ken û bejin zirav  Îmadê Kakilo ji me xeyidî ji ber tengbûna demê lê cihê wî her û her dilê meye.

Dawî dive em ji bîr nekin ku spasiyek germ diyarî komîte amedekar(Alwan Şivan Hejar Botanî Bavê Zozanê)bikin, li ser keda wanî hêja di ava kirina vê rojê de.

Gotina YNRKS ku Bavê Zozanê xwend:

Guhdarên hêja helbestvanên delal amedebûyên birêz

Bi navê yekîtiya giştî ya nivîskar û rojnamevanên Kurd li Sûriyê em dil xweş û şane bi hatina we yek bi yek bi hêviya ku kat û demên baş di vê roja qeşeng de em bi hevre bi xemlênin.

Mêvanên bi rûmet
Em tev dizanin ku îsal roja helbesta kurdî hat li paşxistin a ku hersal di 22.10 li dar diket .Ewjî ji ber rewşa hestyar ku hate serê miletê me li Roj avayi Kurdistanê.

Diyare  ku hêzên cihanê yê teror yên faşist bi serokatiya dewleta Tirkî û bi alîkariya gemarên Da`işê xwestin ku vîna gelê me bişkênin,welatê me jî dagîrbikin bi mehna ewlekariya deverek aram ji bo berjewendiyên xwey teybet.

Lê hate zanîn ku vîn û heskirina gel ji welat re ji pêlanên wan bi hêztire çi li Serêkaniyê û çi li Efrînê û çi li deverên din.

Ji xwe ne gereke ku em karên wanî bi qirêj ber bi çav bikin ku me tevan dizî û talankirina wan ji deverê re dît.Bi rastî navê çeteyan ji wan re hindike ,dizê mirîşk û zeytûnan ,xwefiroşê term û cendekê comerdam.

Hevalno:
Di vê qunaxa naz û tenik de yek rêziya gotina gelê me erkek netewiye xwezî  li hev kirinek tevayî di nêv bera hemî pêkhatiyên civata Kurdî de pêk bê tevlî rewşenbîr, nivîskar,rojnamevan her wiha hemî komelên civata sivîl wisa jî rêxistinên Jinan jî.

Çîrok dirêje ..Naxwazim dûr û kûr herim lê dixuyê  timî siyaset tevlî jiyane rojane dibê ,va hino hino roja mey helbestê bi ser xweve dikşêne.

Em wek yekîtiya giştî ya nivîskar û rojnamevanên Kurd li Sûriyê dijî dagîr kirina Tirkiyê ji welatê me re ne,dijî kiryarên leşkerê ku bi navê niştimanî xwe dide nasîn,ji xwe ew û vî navî gelekî dûrî hevin.Em bi avakirna Sûriya nûjen re ne ku mafê hemî pêkhatiyan tê de bê parastin.

Beşdarên delal:

Ji xwe îro roja peyva şêrîne roja hestê nazike roja dilbera Feqê Teyraye rojav tifaqa  Emedê Xanêye roja pîra torêye ku dikare nanê xwe li ber tîna dilê Meleyê Cizerî bi pejnêne wisa jî roja kîme eza Cegerxwîne...

Mêvanên hêja:

Em baş dizanin ku yekîtiya me ,yekîtiya giştî ya nivîskar û rojnamevanên Kurd li Sûriyê  ji wan dezgehên rewşenbîriyê ye ku bi gelektrîn çalakiyên rewşenbîrî di rabe çi li derve û çi li welêt û wek aleke bilind li Europa kefteleft û xebatê dike.Hatıye naskirin  wek saziyeke ser bi xwe ku timî û di hemî çax û deman de di hemî bûyeran de berjewendiya gelê xwe ber bi çav dibe.

Timî bi karê xwe yê netewî wilo jî bi erkê xweyi niştimanî radibe.
wisa jî destê xwe bo alîkarî û avakirina têkiliyan bi hemî rêxistin û komelên sivîl re dirêj dike.

Hevalno:
Serkeftin ji karê were ,serkeftin ji helbestêre , serkeftina herî  mezin ji miletê mere ,bi hêviya rizkarkirina welat di nêzîktirîn dem de .Her hebin her bijîn.


Helbestvan Hefîz Ebdulrehman xelata xwe diyarê pakrewanan kir û got ez vê xelata xwe li ber kêla her Şehîdekî dideynim wisa jî bi singa ew kesê ku berevaniyê di ber xaka welatê xwede dike û bi singa we tevan ve dikim. Helbestvan Hejar Botanî kurte jiyana mamosta Hefîz xwend ku wisa têde  hatibû

Hefîz Abdulrahman:
Ji kesê Qamişlo ye ,di warê ziman û çanda Kurdî û mafê mirovan di xebite.Ji temenekî biçûk de guhdan bi xwendin û nivîsîna Kurdî bi tîbên latînî kiriye.

Di sala 1986an de korsa rêzimana Kurdî li ser destê mamoste Zagrosê Haco tewa kir.Di wê salêde 1986 tevlî desteya amadekirin û çapkirina kovara Stêr bû,ew kovar ku di sala 1983 an de hatubû damezrandin ji aliyê mamosteyan Rizo yê Osê ,Zagrosê Haco û Ebduldemedê Dawûd ve dihate bi rêvebirin,bi piştgîriya Partiya Hevgirtina Gel li Sûriyê dihate çapkirin û belav kirin.

Di sala 1992an de beşdarî di jimara dawî ji Stêr de kirû .Bi pişkdariya mamosteyan Siyamend Ibrahîm ,Selam Darî,Reşîd Heso bi awayekî serbixwe kovara Aso damezrand û yekemîn jimar belav kir,pey re bi pişkdariya Sela Darî û Xalid Mihemed du pirtûkên hîkirina xwendin û nivîsa zimanê Kurdî amadekirin û çapkirin yek ji wan bi navê (Keskesor) bû tevî kasêtêteke alîkar,yan din bi navê( Pirtûka min) bû ku ta niha sê çap sê çap hatine belav kirin.

Sê pirtûkên mamosta Hefîz amadebûyîbûn ji çapê re hene,dîwanek helbestên nûjen,û wergerandina beşekî mezin jı nivîsên Cubran Xelîl Cubran û wergirandina lêkolîna (Newroz di navbera rasteqîna
zanyarî û efsaneyê de)li mixabin ew jî tevî pirtûkaneya wî ya taybet di malê de hatin talan kirin û desteserkirin di girtina wî di sala 2010an zd ji aliyê hêzên ewlekariya Sûrî ve ,ji ber kar ûxebata wî di warê ziman û çanda Kurdî de ûwarê mafê mirovan de.

Bi dehan korsên Alfabê û rêzimana zimanê Kurdî li Qamişlo,Hisîça û Heleb ê da ye.Niha jî ji salekê ve kursek e zimanê Kurdî bo zarokên kurd li bajarê  Essen vekiriye.

Piştî ku mamosta Hefîz xelata xwe wergirt ev helbest pêşkêşî civatê kir

Ceng 6

Sînorê rewrewka kêlê qurbaniyan,
Di dûkêla qelûna wî de windadibû,
Simbêlên hinekirî badida,
Û goplaê wî bi zimanê nîşankirinê,
Kambaxî wiha şirovedikir:
“Weyla çavê min kor bibin,
Qey qirra mêra hatibû bavo,
Ez bama,
-Li dora xwe nêrî-
Û ni ji fediya van qeflê jinebiya ba,
Minê gunikê cengê bi tevrekî ko,
Birriba”!
- - - - - - -
Hemcivîn

Min di aramiyê de jê hezdikir.
Min di cengê de jê hezdikir.
Min di dawîtirîn sergûn de,
Mîna dawîtirîn welat,
Dawîtirîn benderê bendewarê qeyikê minî westiyayî,
min bêhtir jê hezkir.

Dara mirada,
Çîrokek e şevên havînî bû,
Bi sitêrikan re diçirisî,
Sîwanak e ji qurnefil û nînaa bejî bû,
Pora wê ne gelekî dirîj bû,
Û ne gelekî kin bû jî,
Lê têra nixwimandina xweşmezeyê ramûsanên me dikir.

Zevizên wêyî şermok li ser textê şeva matmayî,
Bi ba re dileyistin,
Xweşiya hûnandinê li ser meqamên dilbijandinan ezber dikirin.

Di bihnvedanên bagerê de
Serê beranekî ji kozika heyranoka dikişand,
Û  digot:

"Heyraaaan mêvanê dilê mino,

Germepêlê henasên te,
Kokê genimê gerdena minî firîk dijenînin,
Heyvok û pelguharên zêrîn dilerzînin,
Şîrikê şêrîn di mewîjê sermemimkê minî himimî de,
Di guvêşin, di keyînin,
Refê çivîkên dîl,
Ji şikefta gewriya minî bibilfîxanî hildifirênin,
Qeyikê maçanên teyî birûskî,
Di bagera meyê de,
Li sing û berê minî zivî diçirisînin,
Mêvanê dilê mino destê xwe li min bipêçe,
Noqa min xav e gustîl e,
Babtê semaya tiliyên teyî mestî dînin
Heyraaaaaan....."

Û bi xilmaşiya nimêja xweyî dawî re,
Mîna jeheke/têlek e hevrîşimî,
Li ser zendê  kemançeya evînadrekî,
Di dawiya demsalên çinîna bêrîkirinê de,
Xilooooxavî,
Di zeviyên hembêza min de dinivist,
Radizaaaaaa.

Ooooo
Bibûre roka zêrîn,
Me hay ji xwe nema bû,
Hemû ristehelbestê peyalên valabûyî,
Bi ser kendal û newalên şeva hemcivînê de rijiyabûn,
Spas ji Xwedan re,
Kincên fedyê ziwa mabûn,
Şil nebûnûn.

Bavê Zozanê Kurte jiyana Keça Kurd xwend

Keça Kurd (Emîna mela Emer) di sala 1947an de li gudê Xirbê Cihiwa çêbiwe.Piştre malbata wan çûye Girkê Xelo,di deh saliya xwe de li gundê Abrê  Qunaxa xwendinê wisa jî xebata siyasî bi xurtî li nik wê dest pêkir.

pîştî ku polê 6 an bi dest xist,bavê wê mala xwe bire Qamişlo û li wir sala 1971 bekelorya stand beşê zanyarî,piştre di heman salê de 1971 çûye Kutdistana başûr li zanîngeha Silêmaniyê beşê ziman û edeba Kurdî xwendiye ,di sala didwan de û di 11Adara 1974an de ji Silêmaniyê derket ber bi Şoreşa Kurdî li Navpirdan.
piştre bi mala hecî Mihemedê Kejê re çû Iranê wek penaber.

Di meha 11an  di sala 1974an de vegeriya Qamişlo ,li dawiya sala
1975an de bo xanima Mihemedê mele Ehmed.

Helbestvan Keça Kurd kar û nivîsên wê hêja di warê ziman û wêja û çanda kurdî de ,berhemên wê evin:

1- Di mijara zimanê Kurdî de.
2- Vekolînek di naveroka pirtûka mamoste Cemal Nebez de.
3- Zayenda mê û nêr.
4- Paşpirtûka Zayenda mê û nêr.
5- Etomolojiya Kurdî.
6- Nûbihara piçûk û mezinan.
7- Bejna xemên min.Helbest.
8- Pela dawî.Helbest.
9- Xwendinek li bin ronahiya Çarçirayên Mijabadê.Romana Can Dost.
10- Çîrokên Helbijartî.Wegirandin ji çîrokên Ezîz Nisîn.
11- Xoybûn.Wergerandina pirtûka Mihemedê Mele Ehmed.
12-Êsê û Bildo.Çîrokên folklirî.

Piştî ku Keça Kurd xelata xwe wergirt wisa peyivî:

Li destpêkê ez sipasiya Yekêtiya giştî ya nivîskarê û rojnamevanên kurd dikim ku ev xelata pîroz, xelata seydayê Cegerxwîn diyarî min kirine. Û bi vê boneyê ezê hinek ji jiyana xwe ya helbestvanî û nivîskarî ji bibêjim

 ÇAWE EZ BÛME HELBESTVAN?

Ezê ji wer e rastiyekê bêjim: Seydayê Cegerxwîn ez gihandime vê rojê û vê xelatê.
Ez hêşta zarok bûm û zarokeke gundî bûm. Dê û bavê min jî mirovine gundî û nexwendevan bûn. Min haj tiştekî nebû, navê Kurdistan jî neketi bû guhê min.
Ez bi mêvanî li mala xalê xwe mele Silêman û meta xwe Helîmê bûm. Li paş ku em hemî: Xalê min, meta mim, Salih, ez û Fatima xalê min di nav cihan de me pal da ku em bixewin. Bêguman em hemî li jorekî dinivistin. Min ageh lê bû ku li dora maseyekê di kuncikeke odê de li ber çirayeke kêmrehnî, herdu kurxalên min: Derwêş û Evdile li, gel sê kesên dî ew jî weke ku li bîra min tê: Evdirehmanê Şernexî, Mihemedê bavê hejar û Ehmedê seyid Hemo,bi hev re rûnişi bûn; Derwêş li pêşî dersa Elîfbaya kurdî ji wan re danas kirin û paşê jî hinek ji romana Memê Alan ji wan re xwend.

Ez jî li zarokiya xwe min gelekî hej çêrokên kurdî ên folklorî dikir. Vêce hedara min di bin nivînê de nehat, min serê xwe ji bin lihêfê derdixist, da ku ez baş bibihîzim. Xalê min ageh li min bû; ji min re got: serê xwe têxe bin nivînê û raze. Lê xewa min nedihat, min dixwest ez ji xweşiya wê çêrokê bêpar nemênim, her ku min serê xwe derdixist, xalê min dengê xwe li min dikir, digot raze.

Roja dî sibehê zû ez li beltikên di dîwaran de gereham û min pirtûka Memê Alan derêxist û min bi tihnî li wêneyên li nav pirtûkê dinêrî.
Derwêş ji derve bû, dema hate jor û pirtûk di destên min de dît, yekser pirsî: Tu dixwazî hîn bibî?
Bi diltihnî min got, erê. Derwêş jî li ber min rûnişt û dersa elîfbayê ji min re got. Bi rastî ez di çend rojên ku li wir mêvan bûm, min karî ez romana Memê Alan jî bjxwênim.

Dema ku ez bi rê ketim, çi pirtûkên ku wê serdemê peyda dibûn, Derwêş hemî di nav buxçika cilên min de danîn û tekûs girêdan. Vêce ku ez gihame mal, li gundê Abrê û ez bûme xwendevana pirtûkên Kurdî, Li destpêkê min romana Memê Alan û paşê romana Şivanê Kurd, ya Erebê Şemo xwendin, pê re jî min dest bi helbestên Cegerxwîn kir, min vêce bi şev û roj dixwendin.

Di civata bavê xwe û dost û hevalên wî de bi degelî min dixwendin.Min bi xurtî hejê kir; weke çawe ku mirov her roj gerekê xwarina nan û vexwarina avê dibe, ez jî heroj û şev divî bû wan helbestan bixwênim. Ez bû bû me stranbêja civata bavê xwe û li her deverê mim gelek bi degelî dixwend.

Ew dîroka zilm û zordariya Tirkan ya dij bi gelê Kurd dikir; kuştina bi kom, talan kirin ,sedemên birçîbûn û paşketin û nezaniya gelê Kurd, hemî min di naveroka helbestên Cegerxwîn de dîtin û xwendin. Dema min şahnama şehîdan û Pîra Torî dixwendin, ez pêre digrîm. Min ji nû derdê bindestî naskir û ez bûme xebatgêreke welatparêz.
Bi xwendina wan helbestan, ez di civata mele Ehmed Namî, mele Ehmedê şozî, mele Tahir û Evdê Têlo de rûdiştim û gelek qedir didane min.Gotina Keça Kurd qediye.

Dawî mihrican bi dilekî xweş hate bi dawî kirin.







Cihê ev nûçe jê hatiye: Welatê me
http://www.welateme.net/kurdi

Ji bo vê nûçeyê navnîşan:
http://www.welateme.net/kurdi/modules.php?name=News&file=article&sid=5102