Mezopotamiya!
Dîrok: ÇáÓÈÊ 21 ÏíÓãÈÑ 2019
Mijar: Nûçe



Konê Reþ

  Mezopotamiya.. Mezra Botan.. Bûka dinyayê! Îro Beriya Mêrdîna te, min di nav pencên xwe de kûr û dûr dibe! Gulîstana têr netew þilfîtazî maye..! Ez ê çilo û çawa xwe bidim ber pala Zinarê Mêrdînê?! Li ber bêdengiya wî Zinarî bisekinim?!
  Mezopotamiya! Xelkên te yên ku bi ava çemê Dicle, Firat û Xabûr þaristaniya Nînewa, Orkêþ û Waþokanî ava kirin.. Di gelî, newal û deþtên te de, genim çandin, hesp kedî kirin û tekelên erebeyan afirandin, îro bi tena xwe li vê rastê mane.. Gelo ez ê çilo keleha Mêrdînê ji nû ve rizgar bikim?!


  Mezopotamiya! Þaristaniyên ku li ser peravê çemên te hatin avakirin, ne kêmî þaristaniyên ku xelkên Hindê li ser çemê Sindê û xelkên Misrê li ser peravên çemê Nîlê avakirine.. Îro peravê çemên te di navbera çiravên avê û qûma çolistanê de li ber xwe didin, xelkên wan ji derdê êrîþên hovane, nezanî û yekîtiyê dinalin.. Gelo ez ê çilo berê vê bahoza reþ î ku bi ser te de dibare, biguherînim?!
  Mezopotamiya! Tu hêz di dinyayê de nikare te û Beriya Mêrdînê bindest û kedî bike û xelkên te dûrî pêþketin û qenciyê bike.. Lê bi tirsim ku hin van gotinên min biguherînin! Gelo ez ê çilo baweriya welatiyên xwe bînim?!
  Mezopotamiya! Xweþ bawer be, ta ku berf û baran bi ser çiyayê Hekarî, Ararat, Cûdî, Barzan û Qerejdaxê de bibarin, kes nikare kirasê te biguherîne.. Ta ku çemê Dicle, Firat, Xabûr û Zab biherikin, kes nikare xwe li ber mêraniya xelkên te bigire.. Tu hêz nikare xelkên te bindest bike û xaka wan ji xwe re bike cih û war.. Îro, ji ber mêraniya xelkên te, tev kerwanên diyayê di nav xaka te re derbas dibin..
  Mezopotamiya! Ew rîhdirêjên ku di nav xaka te de li bûhiþtê û periyan digerin, bûhiþt û periyên wan li Stenbolê ne.. Ta ku kurdperwerek, xiristyanek, êzidiyek û Arîn Mîrkanek li Mezopotamiyayê hebe, tu ji kesî re nabe cih û war.
  Mezopotamiya! Tu welatê rokê ye.. Welatê Horî, Mîtnî, Subarto û Aþûriya ye.. Welatê Êzidiyên ku bi ola xwe ji kevintirîn olên dinyayê ye.. Welatê xiristyanên ku yekemîn dêr, (Mar Yaqûb Nisêbînî), li Nisêbînê avakirine.. Gelo ez ê çilo piþta xwe bidim te û çîroka Seyabend û Xecê û strana Derwêþê Evdî di ser guhên xwe re bavêjim..

Qamiþlo 22/12/2019








Cihê ev nûçe jê hatiye: Welatê me
http://www.welateme.net/kurdi

Ji bo vê nûçeyê navnîþan:
http://www.welateme.net/kurdi/modules.php?name=News&file=article&sid=5097