Penaberino!
Drok: 17 2019
Mijar: Ne



Ezîz Xemcivîn

Min çi nekiriye..
Ne dikarim Heriya bi Pêlavên we ve paqij bikim..
Ne dikarim Libeke Serêê deynim ser Zimanê Kal û Pîrekê ..
Ne dikarim Taya Zarokekî sar bikim..
Ne dikarim Qutiyeke îr ji bo Savayekî pêkê bikim..
Ne dikarim Dilê xwe bikim Çarçef
û Nexweekî ji Sermayê biparêzim..


Penaberino!
Serê Kaniyê ji min xeyidî ye..
Efrîn jî ji min bêhêvî bûye..
Ji xwe Kobaniyê bêbextiya min akere kiriye..
Êdî Serê Kaniya min,
îrê xwe li min -helal- neke!
Ne min bibûrîne,
bawer bike ne hêja me..
Li min ne bûrîne..
Xwezî gava ko ez li Goristana te dorpêç bibûm,
bihatama girtin,
êkence bibama
û
bihatama kutin..
Bila min di evê rewê de nedîtiba
Rovî û Çeqel
desthilatdarên Kolanên te ne..

Penaberino!
Ji ermezariya min dilsar nebin..
Gotinfiro bi qido in,
Wijdan bi Tayekî bêgirêk difiroin..
Deta Waokanî!
Kurd Catir e,
Tolik e
Kurd Pûng û Qinêber e..

Pîvokê!
Ji Helbestê re bibêje: Guh bidêre!
evên ko min li Serê Kaniyê bûrandine
ji Nevîçirkên Hestan re bihejimêre..


Penaberino!
Li Çadirên Mirinê hiyar bin..
Nasnameya Welatekî sêwî
di Berîka xwe de veêrin..
Baranê bi bêdilsozî serdana bobelata we kir..
Bayê kur tenberîka kenê zarokan tevlihev kir..
Hûn jî neviyên heman êê ne..
Hûn jî Peyamberên dilreiya dîrokê ne..

Penaberino!
Spîdeya Kulîlkan li Dermanê we digere..
Himêza Cîhaneke Evîn
li ber giriyê ahiya we vedike..
Di Guhê Buharê de bang dike:
Ez Dê me,
Dêya ko bê xew û bê vehêsan im..
Dêya ko Tîpên Azadiya Kurdistanê
bi Gernejîna Piçûkên Kurdan dirêsim..

10.12.2019
Ezîz Xemcivîn

https://www.youtube.com/watch?v=qRVDpRP0O9o&feature=share&fbclid=IwAR2DcnHRT4vAYaYeWSqTUSXnZ13SF2oh9oAIgp8aRzPn-q-qS93YgdAhAcs








Cih ev ne j hatiye: Welat me
http://www.welateme.net/kurdi

Ji bo v ney navnan:
http://www.welateme.net/kurdi/modules.php?name=News&file=article&sid=5095