Bel Wilo ye Mr Min!
Drok: 07 2019
Mijar: Ne



Konê Re
 
  Bi min xwe e, pitî 76 salan, ez vî gotarê Mîr Dr. Kamîran Bedirxan, yê bi navê (Ma ne wilo ye?) careke din ji we re raxînim ber çavan, da ku em li hin îret û pendên wî vegerin û iyar bibin.. Min ev gotarê wî, ji rojnameya wî (Stêr), hejmara 3`an, sala 1943`an girtiye. Ev rojnameya wî li Beyrûtê bi zimanê Kurdî û Fransî dihat diweand. Ji ber giringiya gotinên wê, min xwe dît ku pêkêî we bikim û ez bi xêr û hûn bi selametî. Fermo bixwînin:


Ma ne wilo ye?
 (.. Gava qedrê yekî digrî, bîne bîra xwe, ko tu jî mîna wî mirovek î; û xwe di pêiya wî de zirav me ke. Qedrê mirovên hêja tête girtin; û mirovên hêja, mirovên mezin in; lê ne hewce ye ko emê xwe bikin ebd û xulamê wan. Yê ko canê xwe hêj nedaye welatê xwe, divê dest ji xebata welatê me kiîne...
 Heke tu beg an axayek î; tu çi mirovî; ji halê gundî an koçerên te, tête seh kirin; heke ew têrin; maline paqij de rûdinin, cilên pak li xwe dikin û hinik xwendin û nivîsandinê dizanin, tu mirovekî pir qenc î; heke gundiyên te, an xelkê eîra te birçîne, belengaz in, xaniyên pîs de rûdinin; nezan in, tu mirovekî pir xerab î, di pêiya Xwedê û milet de, berpirsiyar î; û bizane ko tu ji dizan kêmtir î; ji ber ko diz, diz e; û hew; lê tu xwe dikî mezin û hema xwîn û gotê welatiyên xwe dixwî û vedixwî; û heke te ji xwe pirsî ez bi kêrî çi têm; tu ê bibînî ko tu bi kêrî titekî nayî û di nezaniya xwe de, gora kur û neviyên xwe dikolî; û wê demê divê tu hiyar bibî, tobedar bibî; û bibî xulam û xidmetkarê milet û welatê xwe; yê ko ev çend sal in kal û kalikên te bi xwedî kiriye û îro jî te bi xwedî dike..
 Her wekî tu nezan î, û ji destê te tu xebat nayê, tê bibî perîan û erpeze; milet ne guhanên çêlekan e; te ewî dot; lê êdî bes e; divê êdî tu bikêrî vî milet û welatî bê).
  Belê wilo ye mîrê min! Te kêm gotiye, zêde negotiye.. Gotinên te bi serê xwe rast in.. Hê jî, em ji ber jana ezezîtî û nezaniyê dinal in.. Hê jî, hewcedariya me bi kesên mîna te heye.. Rehma Xwedê li giyanê te be






Cih ev ne j hatiye: Welat me
http://www.welateme.net/kurdi

Ji bo v ney navnan:
http://www.welateme.net/kurdi/modules.php?name=News&file=article&sid=5086