Operasyona kaniya xwn ya Tirkiy encamn w li ser doza kurd
Drok: 11 2019
Mijar: Ne



Rêzan Şêxmûs

Gelê Kurd li Kurdistana Sûriyê, bi xurtî her ji yekemîn roj beşdarî şoreşa Sûrî bû, ji bo bidawîkirina dîktatoriyê û avakirina Sûriyek nû ya sekuler, federal û demokrat, û danasîna mafên hemû pêkhateyên wê yên olî û netewî, nemaze ji bo bidestxistina mafên gelê kurd yên netewî û diyarkirina çarenivîsa xwe li gorî peyman û rêkeftinên navdewletî yên têkildar.


Lê jeopolîtîka dewleta Sûriyê bû kelem li pêşiya şoreşê û bidestxistina armancên xwe yên ji bo hilweşandina rêjîmê mîna welatên din yên Ereban, berevajî vê yekê Sûriya bû qadek vekirî ji bo navbeynkariya hemû welatên deverê û cîhanê, ne ji bo gelên Sûriyê, lê ji bo pêkanîna rojev û berjewendiyên xwe di vî welatê biçûk de li Rojhilata Navîn, herweha ku Rejîmê jî çek û firokeyên cengî û tank bikaranîn ji bo bidawîkirina şoreşê, û bikaranîna hemû kaxezên xwe yên berdest, da ku teror belav bibe ji bo destwerdana navnetewî û dirêjkirina qonaxa şer.
Opozisyonê hemû kaxezên xwe jidest dan dema ku dest bi şerê çekdarî kir, tevlî ku wê ti bernameyek sîyasî ya zelal ji bo pêşeroja Sûriyê nebû û nekarî pêkhateyên Sûriyê li dora xwe kom bike û bibe alternatîv ji bo çareserkirina pirsgirêkên wan, ev jî bû sedem ku Rejîmê karî hemû pêkhateyên olî û netewî bêalî bike û wan ji opozisyonê dûr bike.
Bi vî awayî şoreşa Sûrî hat guhertin û şer di navbera Rêjîmê û opozisyonê de peyda bû û têde nîvekî Sûriyê wêran bû, mîlyonek mirov hatin kuştin û heft mîlyon koçber bûn, û piştre rêxistinên terorîstî yên mîna DAIŞ û Al-Nusra peyda bûn, û bûn sedema avakirina hevpeymaniyeke navnetewî li dijî DAIŞ`ê, û bi vê yekê Sûriya bû qadeke şer ji bo berjewendiyên welatên dagîrker yên li Sûriyê.
Partiyên Kurdî li Sûriyê ji destpêkê ve bûne du beş di navbera alîgiriya şoreşa Sûrî û alîgiriya Rejîmê de, Rejîmê û bi piştevaniya Îranê ji bo tinekirina doza kurdî rêkeftin digel Qendîl û bi fermana wê hêzek leşkerî hate organîzekirin û kurdistana Sûriyê ji bo wê hate radestkirin, tevî hewildanên mezin yên Herêma Kurdistanê ji bo yekgirtina hemû partiyên Kurdî di çarçoveya Komîteya bilind ya Kurdî de, ku di navbera Encûmena Niştimanî ya Kurdî û Partiya Yekîtiya Demokrat de hatibû damezrandin, lê ev hewldan şikestin ji ber dîktatoriya PYD û sîyaseta wê ya dûr ji berjewendiya netewî ya gelê Kurd, û paştre hêza Sûriya demokratîk ji YPGê ya girêdayî


Qendîlê û ji Ereb û Xiristiyan hate damezrandin, û di şerê li dijî DAIŞ`ê bû hevalbendê serekî yê Amerîka li Sûriyê û bi piştevaniya serbazî ya bêsînor sêyek ji axa Sûriyê ji destê DAIŞê rizgar kir, û li gorî daxuyaniyên fermandarên HSD, ku 11,000 ciwanên kurd di şer de şehîd bûn, ji bilî şerên vê dawiyê li dijî êrişên Tirkiyê li ser deverên kurdî, tevî ku ji aliyê van hêzan guleyek li dijî Tirkiyê ne hatibû teqandin, ku armanca wan şerê DAIŞ bû, lê Erdogan û bi hinceta PKK ji du salan ve gefan li PYDê û li deverên kurdî dixwe, ku artêşa Tirkiyê digel çeteyên opozisyona sûrî pêştir bi glopa kesek ya Rûsyayê dest bi dagîrkirina Efrînê kir, û xelkê Efrînê rastî hemû kiryarên wêran hatin, û her berdewam li ser vê siyasetê êrîşî deverên kurdî li rojhilatê Firatê niha dike, bi sûd wergirtin ji mercên sîyasî û leşkerî li Sûrîyê, û bidawîbûna şer li dijî DAIŞ û vekêşana leşkerên Amerîkî ji Sûrîyê.
Ku artêşa Tirkiyê di vî şerî de, dixwaze kurdistana Sûriyê parçe bike û bi guhertina demografî ya deverên kurdî û peydakirina şer di navbera kurd û Ereban de bi riya bikaranîna çeteyên opozîsyona Sûrî di dagîrkirina Efrînê de û niha di bihara xwînê de di dagîrkirina Girêspî û Serêkaniyê de, ji bo zêdekirina dorpêçê li ser Kurdistana Îraqê û sepandina hejmongeriya xwe ya aborî li ser Herêma Kurdistanê û Iraqê û li bin navê navçeya ewle piştgiriya aborî ji welatên piştgir werbigire û guherînek demografî li deverên kurdistana Sûriyê pêk bîne û projeya kurdî ji bo avakirina statûyekê li Kurdistana Sûriyê jinav bibe.
Operasyona bihara xwînê gelek arîşeyên girîng li ser qada Sûrî xuya kirin, ku ya herî girîng, dijminahiya mezin ya Erdogan û hikûmeta wî li hember şoreşa Sûrî û gelê Kurd û têkiliyên wê re digel rejîma Sûrî re û helwesta lewaz û şofînizim ya opozisyona sûrî derbarê doza kurd û gelê kurd xuya bûn, û tevî xuya bû ku PKKê gelê kurd li Sûriyê ji bo berjewendîyên xwe bikar tîne û gelê kurd lawaz dike û hincetan dide artêşa Tirkiyê ji bo şer li dijî gelê kurd li Sûrîyê, herweha aşkera bû ku Rêjîmê û opozisyonê yek helwest yê hevbeş heye li dijî gelê Kurd.
Di dawiyê de hêjaya bêjim ku piştevaniyek navdewletî ji bo doza kurdî heye, nemaze ya Ewrûpî, ji bo çareserkirina pirsa kurdî li Sûriyê bi riya pejirandina gelê kurd di destûrê de, û ev yek pêşkeftinek erênî ye ji bo doza gelê Kurd, ji ber ku zextek mezin heye ji aliyê Amerîka û Rûsiya û hem ji aliyê Serok Nêçîrvan Barzanî li ser rêberên PYD ji bo xwe ji Qendîlê dûr bike û ev yek wê bibe xalek bingehîn ji bo yekrêziya Kurdî û derfeteke mezin ji bo çareserkirina doza kurdî li Sûriyê.








Cih ev ne j hatiye: Welat me
http://www.welateme.net/kurdi

Ji bo v ney navnan:
http://www.welateme.net/kurdi/modules.php?name=News&file=article&sid=5077