Ebdilmecît Þêxo
Dîyarî ji roja helbesta kurdî re
-1-
Di xewna rojan de
Di derya pêjna zarokên
bajarê xwe de
Li ber ronahiya mûmekê
Di hembêza pîreke xemxwar
Ez li peyvên aware
digerim.
-2-
Niha jî di vê nîþevê de
Bîhnek ne xweþ
Çirên dilan
Ronahiyên çavên jinebiyan
Li bajarê min
vedimrînin
Û hestiyên koçberên min
-2-
Di bin pêlavên biyaniyan de
Qij,qij diþewitin
Lê ez li mistek axa
Bêhn buharî
Çêj baranî
Qîrînên darên Zêtunê
Girînên darên Merxê
Kenînên darên Sewliyê
Û Ednanê Cindo
Li kolanên Efrînê digerim.
Erê Çiyayê min!
Min hîn çavên dayika xwe
Bi bêhna te kil ne daye
ji kaniyên kovanên te
Tîbûna xwe ne þikandiye
Ji bedewa bejna te re
Li ber perestgeha Parse Xatunê
limêj ne kiriye
Çiyayê min !
Bibuhre !Bibuhre!
Avdar,2019