LÊVÊN ÞIKESTÎ…. DUA
Dîrok: ÇáËáÇËÇÁ 29 ãÇíæ 2007
Mijar: Helbest



  Bêkes Têlo

Sosina  min Dua
Lêborîn…. ji gezên minî lawirane.
Salên bihûrî
Di goristana sirgûne
 Dibînim bi pencera çavên te….
Ser vê xaka dem têde bê lebate,
Gurz bi gurz libên barana
Çavên xwe pêþkêþî
mirîþkên serhildêr….dikim!!!!!!!!!!


Ji evîna berbanga malzarokê
Hatî bi qêrîn…û çûyî bi qêrîn di qada þêrîn.
pinpinîka min
Wisa dijî ser axa
Xwînkirî
Bê razan û hedan,
Roja te dizîn
Bi qeremûþkên …koleperest.

Dilava min….
Didim hev dengê germ
Di meydana bê hest de
Dîwar  matmayî,
 lêvên þikestî…çavên camkirî
dagirtî bi ava bêdengiyê
û guliyê rokê li ser te rakirin
avêtin te kevirên sor ji zimanê agir.

dibêjim ger nûvejînbim
Disa dara þînbim
Bi gulav þabim
Her û her  bi evîn bijîm.
Tu dûrî…noka!
Û hestiyê  te dibriqînin di xaka mad,
 laþê te dipeçim bi hêsitrên xwe,
 tenha xewn dibûyî bi jiyana çivîkan
  bi ava nergiz… Bi xemilînî.
Þûrên kor
Bûn toqa nefirîne… li stuyê te,
Girava evîna  te hiþtin
Bê gul
 Û agir.. rûniþtvanê xwîna te
Daqlol  bû çû xwar
Roja evîndaran tarîbû
Bê helbest û …bê zar.







Cihê ev nûçe jê hatiye: Welatê me
http://www.welateme.net/kurdi

Ji bo vê nûçeyê navnîþan:
http://www.welateme.net/kurdi/modules.php?name=News&file=article&sid=505