Bone Kurdî ye, lê pîrozbahî Erebî ye
Dîrok: ÇáÃÍÏ 16 íæäíæ 2019 Mijar: Nûçe
Idrîs
Hiso
Bi
boneya bîranîna damezirandina yekemîn partiya siyasî Kurdî li Rojavayê Kurdistanê
û Sûriyê hejmarek partiyên Rojavayê Kurdistanê daxuyanî û beyaname belavkirin
bi mebesta bîranîna vê roja girîng û saxkirna wê.
Bê
gûman damezrênerên Partiya Demokrata Kurdistan – Sûriyê berî 62 salan hest bi
wê yekê kirin ku hebûna Kurdan li rojavayê welêt, ango binxetê di metirsiyê de
piþtî ku dewleta Sûriyê ti danpêdan bi hebûna beþek ji Kurdistanê û hebûna gelê
Kurd li Sûriyê neda û bi ser de jî hewldanên qirkirina Kurdan û derbedirkirina
wan bi hemû þêweyî dan, û bi hemû kiryarên hovane xwestin Kurdan li Sûriyê û
Rojavyê Kurdistanê tinebikin.
Zevî
desteserkirin û li Ereban belavkirin, nasname ji Kurdan kiþandin û ew bê tomar
di dîkometên dewletê de hiþtin, zindanî, asîmilasyon bi hemû rengî ji bo erd,
mirov û ezmanê Kurdistanê dest pêkir, ta bi ziman jî qedexe kirin, û mirov ji ber
guhdariya goraniyek Kurdî zindanî û îþkence dibû.
Lewma
damezrênerên yekemîn partiya Kurdî li Rojavayê Kurdsitanê û Sûriyê û li ser
serê wan rewþenbîrê mezin Dr. Nûredîn Zaza û têkoþer Osman Sebrî û herwiha
damezrênerên din. Parastina zimanê kurdî wek pêngava sereke û herî girîng ji bo
parastina gelê Kurd li Rojavayê Kurdistanê û Sûriyê dîtin.
Lewma
berdewam wan gelê Kurd han dida ji bo fêrbûna zimanê Kurdî û herwiha ew bi xwe
ji bo gel bibûn nimûne ji bo parastina zimanê Kurdî, -wek nimûne Dr
Nûredîn Zaza bernameya wê partiyê bi Kurdî nivisandibû-, beyanname, daxuyanî
û ragihandina partiyê bi Kurdî bû, heger bi zimanekî din jî heba, lê ya serekî
bi kurdî bû.
Lewa em dibînin ku Nûredîn Zaza wisa dibêje: “Gelî
Kurdan heger hûn naxwazin ji hev tarûmar bibin û winda bibin, berî her tiþtî
zimanê xwe bixwînin û bidin xwendin, lê heger hûn dixwazin xwe nasbikin û bidin
naskirin û bi hevaltî û dostaniya miletên din re pêþve herin û bi rûmet û
serbilindî bijîn, dîsa zimanê xwe bixwînin û bidin xwendin ” herwiha
Zaza didît ku xwendin û nivisandina bi Kurdî rêya rêzgarî û serbestiyê ye.
Apê Osman Sebrî ligel xebata Siyasî xebatek bê hempa ji bo
ziamnê kurdî dikir, li her deverekê ku Apê Osman lê ba yek ji karên wî ew bû ku
xelkên dora xwe fêrî zimanê Kurdî dikir û dibêje: “Kîjan Kurdê têkeve qada
welêt û li gel zimanê xwe bendewar nebe, ew ne gelparêz e û ne dûre ku gelfiroþ
be jî…”
Heger em bala xwe bidin daxuyaniyên partiyên Kurdî li
Rojavayê welêt, mirov dê dil sarbibe, çinku yek partiyê jî bi zimanê Kurdî daxuyanî
belav nekiriye – li gorî zaniyariyên
min-, hemiyan bi Erebî pîrozbahiya vê rojê kiriye, bi taybet ew partiyên ku
dibêjin em hilgirê doza neteweyî ne?!
Heger hûn hilgrê doza neteweyî ne û peyrewê rêka Zaza û
Sebrî ne û guhdana we bi ziman yekcarî nîne naxwe çi lome li partiyên din dibe?!
Þermek mezine di vê dema ku hemû derfetên fêrbûn û
fêrkirina zimanê Kurdî li ber destin, herwiha di serdema nêt û þoreþa tiknlojya
de partiyên Kurdî nikaribin rêya damezrênerên partiyên xwe bigrin, tevî ku damezrêneran
hemû belgeyên xwe bi Kurdî belavdikirn di dema ku ji bo goranîk an peyvek Kurdî
eger hebû ku mirov jiyana xwe ji dest bide.
Behane û hincet ji wê yekê re nîne yek car, ji bilî ku
mirov bîr li wê yekê bike: “An ew bi mebest wê yekê dikin û dizanin bê çi dikin,
an jî ji nezanî û netêgihþtina girîngiya vê hokarê di xurtkirna doza neteweyî
Kurdî de vî krê kirêt dikin.”
Di herdu doxan de jî rewþ xirabe û diltezîn e û guneh û
berpirsiyaretiya van partiyan girantir û hestiyartir dike û dihêle ku mirov bi
kûrayî di gotinên Apê Osman Sebrî de mijûl bibe.
14.06.2019
Malpera Kurdistan24.net 15.06.2019z
|
|