Alan Hemo
Li keviya vî bajarî
Mijûle dil bi hestên revyayî
Nizane kî ji kî reviyayî
Li xwe mikur tê, tenê wendayî
Wendayî cûrbicûr in
Jê bi lingan û riyên dûr in
Jê bi dil û hêviyên kûr in
Û jê bi mejî û hizrên bûr in
Ji zaroktiya xwe re lorand
Diltî gencîtî li xwe bûrand
Kalê dinava xwe de hejand ...
Bimre kalo min mûm vemirand.
Li nasnameya xwe ya nû nerî
Li dîmen û navê xwe gerî
Nasnama min e lê ne ê wê me
Navê min e lê dûrî watê me.
Wî bajarê navka min birî
Di nava min wek êþ hîn dibiþkivî
Bajarê pena hestên revyayî
Li wir bicihin û wisa ez wendayî.