Rawestaneke kurt li ser dwana kak Nizar Yosif Bdengiya ev
Drok: 06 2019
Mijar: Ne



 Cankurd 

Îro kak Nizar Yosif libek ji va dîwaana xwe ya xweik û hêja wekî diyarî bo min hinart, û min ji xwe re histobarî dît, ku ez li ser wê çend peyvan lêbikim.
Di serî de, ez dibêjim: Pîroz be ev xebata te ya helbestvanî, ji ber ku bi vê yekê tu pirtûkxaneya ziman û helbestvaniya kurdî maldartir dikî.
Ya dî ewe, ku ez ji dil de xebata Dr. Bear Moustefa wekî karekî bê wekanî di nav karên rewenbîrên Kurd de dibînim, ji ber ku ew bi keda xwe ya kesanî van pirtûkê hêja di bin navê weana Sersera de çap dike û belav dike, ji wan xebatan jî ev dîwana kak Nizar Yosif, ku bi çapeke ba derketiye.


Pirtûka bi harîkariya zimanî û teknîkî ya hêjayan Heyder Omer, Îdrîs Omer û Mehmet Ünver amade bû ye, ji (184) rûpelan e û di nav de bêtir ji (50) helbestan hene, ew ên ku bi Kurdiyeke resen û asan in, paqij û dewlemend in bi peyvên kurdî, di demekê de, ku zimanê Kurdî li herêma Cezîrê rast tê diçe.
Van helbestên balkê di navbera 2009 û 2019 de hatine lêkirin û bêtirê wan li ser neteweya Kurd û mijarên wê ne, parekî piçûk jî ji wan li ser evînê ye.
Ez naxwazim di vir de titekî ji van helbestan bidim belavkirin, da xwendevanê helbesthez bi xwe pirtûkê bistîne û bixwîne.
Destên te sax bin dostê hêja Nizar Yosif û gelek supas kak Dr. Beshar Moustefa, mala we herduwan ava be.
  ‏06‏ نيسان‏، 2019  
 kurdaxi@live.com
 







Cih ev ne j hatiye: Welat me
http://www.welateme.net/kurdi

Ji bo v ney navnan:
http://www.welateme.net/kurdi/modules.php?name=News&file=article&sid=4969