Siya giyan
Drok: 05 2019
Mijar: Ne



Mehmûd Badilî

Pitî nîvê evê  bi hinekî
Ezê pesindariya titekî ji we re birêsim
mêtîtiya wê, tuxmê xunavê ye
xweiya wê, taweiya bayê ye


bêhriya wê, tîna ewatê ye
ku her destê sibê
wek findekê di giyanê ewran de diçirise
û bi rojava  re
dadiwerive mista axê
Dibe ku ev tit gulek be
li ber pencereya we
Yan li ber deriyê Laleê
siya giyanê min be.

Pitî nîvê evê bi hinekî
ezê tevdîrên helbestekê ji we re birêsim
ku her êvar xwe bi maç û meyê dinexîne
kevokên detê li gorî yasayên xirecirê
ji paxila xwe difrîne
û bi kevalan re yên ku li dîwarên malê dardakirî diaxive
tilîyên xwe di ser sawa nexeyên wan re dibe
bi hûrbînî valahiya ku ji newqa laan ketiye dipelîne
Di vê kêlîka ku ew bi wêneyan mijûle
gewriya rojnameyê dilop dike
û katjimêr di riwê avê de diqîre.

Pitî nîvê evê bi hinekî
Ezê leylana wêneyekî
ku li kuçekî ji vê cîhanê lidarketibû
Ji we re veçirim
destin eyda
di bêrîkên deryayê de wenda bûn
çavin hêvîdar
bi têlên sînoran ve rijiyan
û rê li sozê pêgavên wan mikurnehatin
Giyanin xweik û westiya yî ji hilgirtina alafan
hêlînên xwe berdan û ji laên xwe terqiyan
Gelek dest
Gelek çav
Gelek giyan
Hilm û henaseya buharê  bûn
Lê bûn siya giyanê vê helbestê.







Cih ev ne j hatiye: Welat me
http://www.welateme.net/kurdi

Ji bo v ney navnan:
http://www.welateme.net/kurdi/modules.php?name=News&file=article&sid=4944