KESERN LAL
Drok: 10 2018
Mijar: Ne



Xizan Șîlan

ez
êa birînên qalik girtî
bi keservedanên xeniqî
vedibêjim
qêrînên serhildêr
di hinavên min de hatine
veartin


teqeleyên demên fesad
bi pêjna dilê perpitî
diopînim
bi çavên kor dibînim
bi guhên ker dibihîzim
bi pênûsa westiyayî
dinivisînim
û bi zimanê lalûte
irove dikim
ji ber feryada dayikên Șengalê
parsûya asîman qeliî
can ewitîn
mal wêran bûn
bedenên mesûm
di gola xwînê de gevizîn
hestiyê pita xeyalên êrîn
ikestin
stêrkên evên sayî xeyîdîn
sînorên axa welatê rojê rondik
barandin
ji dara hesretê pel bi pel
temen diwee
li ser lêvên evîndaran
xunava ramûsanan
cemidî
bêdengî
di bin siya tenêmanê de
dinale
helbest xwîn vedirie
karxezalan cîhwarên xwe
terikandin
giyan
li nav tirsa hestên xerîb
vediciniqe
dîwarê sebira salên dilge
hilweiya
ji eniya qederê
kul û kederên bêderman
dipalin
ez bûm penaberê çolbeyarên
bi mij û dûman
li berbangan
dengê wîçewîça çûkên ên û eng
hatin birîn
wateya peyvan
di gewriya ferhengan de
fetisî
qedir û qîmet
li ber toza dêleguran
berba bûn
tîreke bi jan
ket movikên stûyê silavên germ   
mirineke bêbext û bêwext
rayên qirika min
diguvie
Yezdanên dilovan
di hêrsa xwe de serî hildan
ez ê
li rojeke bêhnteng
mîna volkanan biteqim
û çirûskên pêta agir bipijiqînim


Xizan Șîlan
2018-10-22
Stockholm







Cih ev ne j hatiye: Welat me
http://www.welateme.net/kurdi

Ji bo v ney navnan:
http://www.welateme.net/kurdi/modules.php?name=News&file=article&sid=4886