Sed Ysiv Doktoraya Rmet ji Navenda anda Alman li Beyrt
Drok: 08 2017
Mijar: Ne



Konê Re

  Berî çend rojan navenda çanda Almanî a navdewletî li Beyrûtê, dîploma Doktoraya rûmet û rêzgirtinê dane hunermendê Kurd Seîd Yûsiv.. Di diplomê de wiha nivîsandine: (Wek kesayetiyekî giring, em rêzgirtinê ji karê wî re digirin ku wî karîbû giyanê hezkirin, bexandin û nirxê mirovahiyê di cîhana huner û çandê de belav bike..)
  Wek ku diyare hunermend Seîd Yûsiv  ne tenê dengbêj û awazjene, belê ew helbestvanî çelenge jî.. Piraniya stranên wî ji helbestên wî ne û dor 8 dîwanên wî hene, ji wan bi tenê dudo hatine çapkirin..  Ew di nav gel de bi navê (Mîrê Tembûrê) hatiye naskirin û bajarê Qamilo bi navê stranek wî hatiye naskirin: (Qamilo bajarê evînê)..


  Ji 50 salî ve û bi berdewamî ew û strana kurdî bi hev re dijîn û bi hev re hatine hunandin..  Mîrê tembûrê Seîd Yûsiv di sala 1947an de li Qamilo hatiye dinyê, li Qamilo mezinbûye, lê xwendiye û jê dest bi hunerê kiriye.. Niha jiyana xwe di navbera Qamilo, Beyrûtê, Viyenayê de derbas dike..
Belê, bêguman ev xelat ji encamê ked û westandina hunermendê me ye, lê rola zimanê me û kultura me jî têde pir mezin e.. Dawî dibêjim: Bijî zimanê Kurdî, bijî Mîrê tembûra kurdî hunermend Seîd Yûsiv û sed carî ev xelat li bejin û bala te pîroz be.. pîroz be.








Cih ev ne j hatiye: Welat me
http://www.welateme.net/kurdi

Ji bo v ney navnan:
http://www.welateme.net/kurdi/modules.php?name=News&file=article&sid=4736