EVEKE VELST
Drok: 28 2017
Mijar: Ne




Merwan Berekat

Di nav lêvên evê de
helbesteke windayî
mûzîkeke jibîrkirî
bûn xweawaz
       lê ne mîna dengê te


Gurzek ba
sureke finckirî
di nav rîiyên baranê de
bûn ramûsanek
lê ne mîna
        yên ji lêvên te
Di paela berbangê de
gelawêjeke keçane
stêrkine fedok
bûn dîlana sipîbûnê
             lê ne mîna sîngê te
Kulîlkên yasemînê
qurnefîlên çolane
bûn gulavzê
lê ne mîna
       ya hevdeyên porê te
Di nav giriyê ewran de
ji tazîbûna çavên te
ji feryadeke westiyayî
dimêjînim bangên sozdar
               lê tî dimîne ev giyan
Bûme xwetirxwestineke mest
di riya bîranînan de
hestên velîstî
ew jî
mîna nihrînên te
         digerin li dînbûna me...







Cih ev ne j hatiye: Welat me
http://www.welateme.net/kurdi

Ji bo v ney navnan:
http://www.welateme.net/kurdi/modules.php?name=News&file=article&sid=4727