Ji Evna Rojn Kevin Li Qazmaziyan rast dihatim
Drok: 01 2017
Mijar: Ne



Konê Re
 
  Di destpêka salên 1960î de, heyamê ku Cemal Abdulnasir serokê Sûriyê û Misrê bû, temenê min dor neh-deh salî bû. Di wan çend salan de baran li Cizîrê nedibariya.. Dexil û zevî hik diman û xizaniyek zor konê xwe di ser gundê min û tev gundên Beriya Mêrdînê re vegirtibû.. Hin mal di gund de hebûn, nanê cehî dixwarin.. Sako û kirasê hin zarok û zilaman pînekirî bûn, hin bê pêlav bûn; di germa havînê û serma zivistanê de pêxwas dimeiyan û pêlavên hina jî pînekirî bûn..!


Min Çarox jî di lingê hinan de didît.. Tu dikarî bibêje ku Otomobîl nebûn, gundiyan ervanê nanê xwe bi erebeyên dewaran an li ser pita ker, bergîl û qantiran dibirin aên Amûdê an Hilêliyê an aê mala Qoç li gundê Topiz, dihêran. Bi berbanga sibehê re diçûn, derangî evê dizîvirîn..
  Salên ku baran ba ba, di werzê çinîna zeviyan de zilam ji Serxetê (Çiyayê Omeriya û Tora Mihelmiya) bi qaçaxî dadiketin Binxetê, di gundên Beriya Mêrdînê de palevaniya dexlan dikirin. Pitî ku paleyî xelas dibû careke din bi qaçaxî dizîvirîn welatê xwe. Hingî derbasbûna sînor - di navbera Serxet û Binxetê de - ne wiha asê û dijwar bû.
  Çinîna dexlan bi das û qeynaxa bû. Ji bo çinîna zeviyekî deh-duwazdeh palevanî rêz dibûn, sermelekê palevaniya serê rêza wan digirt û dest bi berê xwe û çinîna zevî dikirin. Gelek caran sermelekê wan di ber paleyê re stran digotin, palevanya jî lê vedigerand, wek nimûne ev stran:
Êvar e xwe êvar e
Sî daket ser zinar e
Êvar e ne sibe ye
Sî daket ber derge ye
Malno! Li bextê te me
Me berde wextê me ye
Êvar e ne nîv roj e
Sî daketiye ber roj e
Êvar e kevra sî da
Navbêna memka xwê da
Malno! Li bextê te me
Me berde hê li me roj e..
  Gotinên strana sermelekê palevaniya bi liv û ingîniya dasên palevaniya re dihat hunandin û wek sîmfoniyek (Symphony) xwe deng vedida.. Hingê min av di cewdikekî de li ser pita kerê ji wan re dibir û bi zerikekê li wan belav dikir.. Pêre jî min li wan temae û guhdariya stranan dikir..
  Car caran jî, di nav wan dexl, frieze, ûv û zeviyan de bi hevalekî xwe re li hêlînên çûkan digeriyam, geh min hêk di wan hêlînan de didîtin û geh çêlîkên çûkan û gelek caran li Qazîmaziyan rast dihatim..
Ezbenî! Çîrok dirêj e..
Konê Re, Qamilo 01/08/2017






Cih ev ne j hatiye: Welat me
http://www.welateme.net/kurdi

Ji bo v ney navnan:
http://www.welateme.net/kurdi/modules.php?name=News&file=article&sid=4670