Gotinek derbar pirtka Berevaj Firendekan a Ebdulbaq Huseyn
Drok: 27 2017
Mijar: Ne



CanKurd
 
Îro pirtûka Kurteçêrokan, a birayê rewenbîr Ebdulbaqî Husynî giha destê min, ku weku diyarî ji Norwêc bo min hinartî. Lew re ez diladim bi ketina pirtûkeke nû ya bi Kurdî di nav mala min de.
Navê pirtûka delal eve (Berevajî firendekan) bi wateya: Tersî firindan. Eve jî balkê e, ji ber ku firîn bi xwe ne karê mirovan e, ew karê teyr û tilûran e. Sernavê pirtûkê diyar dike, ku berhema hêja Huseynî wê xwe û hêja be. Li ba min sernav sireke mezin di nivîsandinê de dilîze.


 Bergê vê berhemê, wekî di wêneya wê de dixuye, ji aliyê Dilbirîn Skaar ve (Cover - Illustrations) bi ciwanî hatiye pêdakirin. Û pêgotina pirtûka, ku bi çapkirin û derxistineke ba e, ji aliyê nivîsevanê hêja Ibrahîm Yûsif ve hatiye nivîsandin, Lêkirê berhemê bi xwe jî pêgotinek jê re di 13ê Hizêrana 2016ê de li bajêrê Oslo – Nerwêc lêkiriye. Pirtûka ku ji 128 rûpelan e û tê de (15) kurteçêrok hene, û ji weanên Yekîtiya Gitî ya nivîskar û rojnamevanên rojavayê Kurdistan (YNRKS) e, li Istanbolê hatiye çapkirin, hema nediyar e li ba kijan çapxaneyê.
Nivîskarê Berhemê, dibêje ku van kurteçêrok tabloyin jîndar in, ji bihîstin û berçavkirinên wî yên rojane ne, lê piçekî tev li fantaziya wî ya wêjevanî bûne, da wilo xweik û nazik bên nivîsandin, lê hinek ji wan jî, pir ji zû ve hatîne bihîstin an dîtin û di ber pênivîsa wî re derbas bûne.
Wekî Endizyarekî çandiniyê, ku jîr û jêhatî ye, nivîsandina seyda Huseynî ya bi Kurdî gelek asan e, ku her kesekî piçekî bi Kurdî dizane, dikane bi tamzarî van kurteçêrokan bixwîne û mifa jê bigire, ji ber ku ji nêv jiyana mirovî hatîne, û ji aliyê nivîsevanekî jêhatî ve hatine lêkirin.
Ew di diyarîkirina xwe de, ji min re dibêje; bi hîviya ku ev pirtûk bi dilê te be. Min ev nasnameya kurt li ser vê berhemê nivîsand, da gelek xwendevan mizgîniya derketina wê bibînin, û ez ê dest pêbikim, teviya pirtûkê bixwînim, û ez pê de dizanim, ku hêja Ebdulbaqî Huseynî ba dinivîse, çi bi Kurdî û çi bi Erebî, û di her warekî de, lew re ev berhem jî wê hêja û serkeftî be.
27. Juli 2017






Cih ev ne j hatiye: Welat me
http://www.welateme.net/kurdi

Ji bo v ney navnan:
http://www.welateme.net/kurdi/modules.php?name=News&file=article&sid=4669