Helbestvan Nizar Yosif Du Dwann N
Drok: 14 2017
Mijar: Ne



Konê Re
 
  Berî çend mehan dû dîwanên helbestvan û hunermend Nizar Yosif ji Elmanya hîhane destê min, mixabin ew derfet li cem min nebû ku li dor wan rawestim.. Herdu dîwan li Hewlêr di sala 2016an de hatine çap û belavkirin. Yek bi navê (Kêferata Paytexta Kor) û yek bi navê (Kedera Min) e. Di sala 2008an de jî dîwanek mamoste Nizar bi navê (Rêwiyê Xewna Efsûnî) hatiye çap kirin.


 Dîwana (Kêferata Paytexta Kor), ji 126 rûpelan  û 53 helbestên kurt pêk tê. Dîwan li ser du bean hatiye parkirin; beê yekem welatperwerî, zimanhezî û nitimanî ye, beê duyem li ser zîlana evin û civakê digere.. Min pêgotina vê dîwanê nivîsandiye, fermo kitek ji wê pêgotinê: (.. Awazên helbestên wî ji zargotina koçerên Mîran, çiyayê Qereçoxê Mosîsana, girê Êlim û çiyayê Bagokê dizên.. Alavên hunandina helbestên wî, hin caran ji payîzok, pend û diyariyan pêk tên.. Digel evîn, hezkirina mirovahiyê û zimanê welatê qedexe..)
  Belê dîwana (Kedera Min), ji 96 rûpelan û 49 helbestên kurt pêk tê. Bi pêgotina mamoste M. Xelîl Mustafa (Bênav) hatiye xemilandin..
  Li gor opandina min ji mamoste Nizar Yosif re ez wî wek helbestvan, hunermendekî hunera êwekariyê û dengbêjekî deng xwe nas dikim.
  Ez ji dil van herdu dîwanên mamoste Nizar Yosif li xwendevanên zimanê kurdî pîroz dikim û hêviya berdewamiyê jê dikim.
Qamilo, 14/7/2017









Cih ev ne j hatiye: Welat me
http://www.welateme.net/kurdi

Ji bo v ney navnan:
http://www.welateme.net/kurdi/modules.php?name=News&file=article&sid=4666