Rapirsn Li Herma Kurdistan
Drok: 08 2017
Mijar: Ne



Rozad Elî
 
Li despêka miha Pûberê, Rêzdar Mesûd Barzanî serokê Herêma Kurdistanê (HK) civînek li gel partiyên Herêmê li dar xist û biryarên giring tê de standin.
 Ji bilî biryara hilbijartinên serokê Herêmê û parlemana Kurdistanê ku dê li 6/11/2017an li dar bikevin; biryara rapirsîna(refrendom) ji bo naskirina dilxwaziya gelê Herêma Kurdistanê di serxwebûnê de jî hate standin. Rapirsîn wê di 25ê miha Rezberê (Êlûnê) de li dar bikeve.


Titê ku ciyê dilxwaî û vehesiya xelkê ye, hemî partî, sazî û dezgehên sîvîl û xelkê HK li ser pirsa lidarxistina rapirsînê erê dikin, bûye cihê kêfxwaiyê û wek mafekî bingehîn û rewa dibînin.
Li beên kurdistanê ên din jî nêrîn û helwestên erênî ji hêla partî, hêzên siyasî û saziyên sivîl derketin û hîn derkevin. Ew hemî rapirsînê rast û rewa dibînin û pigiriya xwe jê re xuya dikin.
Ango gelê Kurdistan, bi hemî pêkhateyên xwe, bi çoeke balkê li kêleka biryara rapirsînê disekine û wê pesend dike. Ji ber ku rapirsîn êweyekî rast û rewa ye di sîstema bidestxistina mafên siyasî ên demokrat de. Ew li gora rêzan û zagonên  navnetewî û  navdewletî ye. Di van sê dehsalên dawîn de, bi dehan miletên cîhanê mafê rapirsînê bi kar anîne, rewa xwe ya siyasî guhertine û çarenûs kirine, di encaman de dewletine serbixwe jî hatine avakirin û lêmikurhatina navdewletî wergirtine; ji komarên Yekîtiya Sovyêtê de bigire û ta bigihê Baûrê Sûdanê.
Lê di gel helwestên gelêrî û sivîlane ên erênî û raya gitî ya cîhanî, helwestên rayedarên hin dewletên herêmê û derveyî herêmê di tenga rapirsînê re mijokî û ne erênî ne; hinek jê li dijî rapirsînê derdikevin, di serî de dewletên ku kurdan di nav de hatine parvekirin e. Her çar dewletên ku Kurdistan di nav de hatiye parvekirine li ser helwesta xwe ya dîrokî dimînin, li pê azadiya gelê Kurd disekinin, jê re dibin asteng û dijber. Erê ew jî mîna hin dewletên mezin doza “parastina yekbûna xaka dewleta Îraqê” dikin; lê ew wê helwestê tenê wek behane bi kar tînin. Çinkî ji bingehê de pirsa hebûn û nebûna Îraqê û yekbûna wê ji wan re pir ne giring e; pirsa wan a sereke tirsa ji serxwebûna gelê kurd û beekî ji Kurdistanê ye. Tirsa wan a bingehîn ew e, ku dor were ser wan û doza mafê gelê Kurd li her derekê bi ser bikeve.
Lê bi saya têkoîna gelê Kurd a deh salan, xebata wî ya gewre û bê navber ji bo parastina hebûn xwe û mafên xwe ên rewa û têkoîn û rola wî ya erênî li dijî têrorê, roja îro hemî gelên cîhanê rastiya hebûna gelê Kurd, rastiya rewa wî ya mafdar, zulm û zordariya dîrokê ku dîtine, nas dikin, rewa dibînin û pitgiriya wî dikin. Lewre jî, roja îro li seranserî cîhanê, helwest û zemîneke siyasî e xurt ji bo pigiriya gelê kurd afiriye û roj bi roj hebûna dewleteke serbixwe wek mafekî rewa tê pejrandin.
Rayedarên Herêma Kurdistanê jî ba tê digihên, ku pirsa kurdî li Kurdistana Îraqê bi du aliyan ve girêdayî ye; yek, Bexdad, a din jî helwesta Yekîtiya Netewan û Encûmena Ewlehî a Navnetewî ye. Loma jî ew seredanan ji Bexdadê kêm nakin û bi du xalan pêbend in;
Yek: Goftûgo bi Bedadê re, çinkî ew tekûz dikin û dibêjin, gerek e pirojeya serxwebûnê û pêkanîna wê bi êweyên atiyane û bi lihevkirina bi Bexdadê re pêk were;
Xala din: Erêkirna saziyên navdewletî û di serî de Encûmena Ewlehî ya Navdewletî ye.
Kurd ne kurdên sala 1925an e. Eger rapirsîna wîleyeta Mûsilê a xapînok ya wê demê kurd xapandin û serxwebûna wan sed salî bi ûn xist, lê rapirsîn 25ê pêberê wê dengên gelê Kurdistanê ê rast û durust ji dewlet, raya cîhanî û ji Yekîtiya Netewan re bide naskirin.
Pigiriya rapirsînê erkekî netewî û nitmanperwerî ye. Lê rapirsîn û ragihandina serxwebûnê bêtir bi xelkê Herêma Kurdistanê û rayedarên wî ve girêdayî ye. Çinkî ew ji kurdên beên din batir rewa xwe dizanin û nas dikin. Serxwebûna Kurdistanê xewna her kurdekî ye; lê belê em zanin jî ku rapirsîn ne serxewbûne, ew ji hev cuda ne. Rapirsîn gavek e li ser rêyeke dirêj ji xebat, goftûgo, têkildariyê siyasî bi hemî dewletên herêmî û cîhanî re, û biryara raprsîn û serxwebûnê a dawîn ne jî ne li Enqerê, Tehranê û amêye, ew li Hewlêr û Bexdadê tê standin.
…………………………………………….






Cih ev ne j hatiye: Welat me
http://www.welateme.net/kurdi

Ji bo v ney navnan:
http://www.welateme.net/kurdi/modules.php?name=News&file=article&sid=4657