Hinek rexne û têbînî...
Dîrok: ÇáËáÇËÇÁ 02 ãÇíæ 2017
Mijar: Nûçe



Hoşeng OSÊ
 
Di despêka heyva nîsanê de, min serdana Herêma Kurdistanê kir da beşdarî pêşengeha pirtûkan bibim û romana xwe ya yekemîn mor bikim. Min gelek dost û hevalên hêja û dilsoz dîtin û di derbarê gelek mijaran de axivîn. Mijara sereke, rewşa Kurdistanê, referandûm û serxwebûna Kurdistanê bûn. Di 11ê nîsanê de semînereke min li Zankoya Zaxo hebû, beşê dîrokê amade kiribû. Semîner bi sernivîsa “Gelo Stratejiya Serxwebûna Kurdistanê xwe Dispêre çi Xal û Bingehan?” bû. Naverok û xalên sereke yên vê semînerê ev bûn:


1 - Rewşên herî guncaw û baş ji bo damezirandin û “îlan” kirina dewletan ew e rewşên ne guncaw, ne baş, awarte û tevlihev in. Mînak, pirraniya dewletan di demê şerê cîhanê yê yekemîn û duyemîn de avabûne. Dewleta herî dawî di rojhilata navîn de hatiye îlan kirin Îsraîl e ku di 1948an de bû. Hêjayî gotinê ye ku tevgera “Sîyûnizmê” di 1897an de kongreya xwe ya yekemîn lidarxist û plana avakirina dewletê danî û di sala 1917an de soza avakirina dewletê ji wezîrê karê derve yê Brîtaniya Arthur James Balfour stend. Ango qonaxa avakirina Îsraîlê 51 sal dewam kir (1897-1948).
2 - Eger Serkirdeya Herêma Kurdistanê di pêvajoya serxwenbûnê de birastî cidî ne, divê stiratejiyeke zelal, tekûz û rêk û pêk li cem wan hebe, bi disipilîn û bê dudilî li gorî wê bimeşin. Ev stiratejî divê li ser sê ast û radeyan be: Rewşa hundirîn, rewşa herêmî û rewşa navnetewî. Ya herî girîng, divê maf û mijara serxwebûna Kurdistanê êdî nebe babeta gefxwarinan. Ango Birêz M. Barzanî ne bêje: “Em ê serxewbûnê îlan bikin” û piştre ji gotina xwe paş vekişe. yan jî M. Barzanî tiştek bêje û N. Barzanî tiştekî din ê nakok bêje. 
3 - Li ser asta hundirîn: Gelo Hikûmeta Kurdistanê di warê geşkirin û serbixwe kirina aboriya herêmê ka çi planên aborî hene? Divê were jibîrkirin ku petrol û gaza Kurdan heye û çavkaniyên din yên aboriyê werin peyda kirin, weke: Bac, hilbirîna giran, torîzim, bank... hwd. Eger aboriyeke serbixwe nebe, siyasteke serbixwe jî çênabe. Divê tu carî neyê jibîr kirin ku têkoşîna li dijî gendeliyê gava herî girîng û pêwîst e di warê reform û çaksaziya ekonomî û rêvebirinê de. Gendelî, gendelî, gendelî..., divê hemû çavkanî û jêderên gendeliyê werin zuha kirin.
4 - Ez nizanim bê çiqas pere û dirav di warê ragihandinê de tê terxan û xerc kirin, lê heta niha navendeke lêkonlînên stiratejîk a Kurdistanê li derveyî Kurdistanê, nîne. Divê navendên lêkolînan yên taybet ji bo şopandin û nirxandina rewşa Tirkiyê hebin. Her wisa ji bo Îranê jî û ji bo welatên Ereb jî (welatên kendavê, Misir, Fas... hwd) divê hebin. Lê mixabin tiştekî wisa nîne. Belkî tenê rojnama “Bas”ê yekemîn saziya ragihandin û medya Kurdistana Iraqê ye ku li derveyî Kurdistanê tê çap û belav kirin.
5 - Li ser asta herêmî: Divê civîn û konferansên berfireh li Tirkiyê di gel siyasetmedar, rewşenbîr, nivîskar, akademîsyen, karsaz...hwd yên Tirk li Anqerê, Stenbol, Îzmîr û Amedê, di bin banê diruşmeya ku “Serxwebûna Kurdistanê berjewendiya Tirkan e bêhtir ku ya Kurdan be”, werin li dar xistin. Divê muxateb ne AKPe û cemawerên wê bin, lê CHP, HDP partiyên din bin. Ango muxateb ne aliyên ku êdî nerm bûne û serxwebûna Kurdistanê qebûl dikin, lê yên ku heta niha, hîna hişk û sert û li dij in.
6 - Kongre û konferansên bi vî rengî û bî vê mebest û armancê, li welatên kendavê yên Ereb jî (Dubay, Qatar, Sûdiye, Kiweyt, Uman û Bahrayin) û li Misir û Fasê divê werin li dar xistin, da ku baweriyeke tekûz li cem wan çê bibe ku serxwebûna Kurdistanê, ji Kurdan bêhtir, dê di xizmeta wan de be.
7 - Li ser asta navnetewî: Hemû partî û rêxistinên Kurdistana Iraqê, nemaze PDK, YNK, Goran..., li Amerîka û Europa divê di nava rewşa alarm û seferberiyê de bin û her hefte li paytextên girîng, meş û mitîngan li dar bixin. Zêdetirî 2 milyon Kurdên Iraqê li Amerîka û Europa hene divê werin livandin. Hemû partî divê hesab ji berpirs û endamên xwe yên li Amerîka û Europa bixwazin. Hikûmeta Herêma Kurdistanê, hesab ji nûnertiyên xwe yên li Brûksel, Waşînton, Berlîn... hwd, bixwaze û wan dehfde nava kar, xebat, liv û tevgerên cemawerî, siyasî û diplomasî.
8 - Li avahiyên parlementoya Europa, Amerîka û welatên din divê civîn û konferans werin li dar xistin. Serxwebûna Kurdistanê gerek bibe mijar û rojeva sereke ya medya Amerîka û Europa û birêz M. Barzanî her hefte bibe mêvanê yek ji TVyên navdar yên USA û EU. Divê nivîs û gotar li ser sûdeyên Serxwebûna Kurdistanê di hemû rojname û kovarên sereke û navdar yên USA û EU de, her hefte, werin belav kirin.
 Di warê sînema û fîlim dokumenter û direj de li ser tirajediya Kurdan a Enfal û Şingalê weke Holokosta li dijî Kurdan were nîşandan û li cîhanê were belav kirin. Hikûmeta Kurdistanê di gel fîrma û şirketên navnetewî yan tekiliyên giştî û gelemperî, derbarê propagendeya Serxwebûna Kurdistanê, divê kontrat omr bike. Ev kurte pilan, eger serê sedî 60 ji wê pêk bê, dê deskeftên baş werin bi destxistin û raya giştî ya cîhanê digel Serxwebûna Kurdistanê be.
------------------
Jêder: heftenameya Basnews. hijmara 17.
1 ta 7 gulanê 2017
 






Cihê ev nûçe jê hatiye: Welatê me
http://www.welateme.net/kurdi

Ji bo vê nûçeyê navnîşan:
http://www.welateme.net/kurdi/modules.php?name=News&file=article&sid=4600