Newroz
Dîrok: ÇáËáÇËÇÁ 21 ãÇÑÓ 2017
Mijar: Nûçe



Narîn Omer
 
Buhar tê pêre tê Avdar
semadarin kulîlk û dar
 
Gelê kurdan bi þêranî
dixemlînin dilê mestyar


 Li benda wê mirad xwþ tên
mirada em kirîn navdar
 
Bi karê wî lehingê pak
Xetîrên agirî wek ar
 
Hesinkarê xwedî halan
bi halanî dikir hawar
 
Erê kurdno bi þehyanî
emê çêkin Welat û war
 
Ve roja nû helat û hat
bi Newrozê me kuþt zordar
 
Wiha kawa gelê bindest
ji xewna reþ kirin hiþyar
 
Hezar caran emê bêjin
bijî Newroz mebesta zar
 
Erê kawa lehingê  merd
dimînî simbol u þahyar
 






Cihê ev nûçe jê hatiye: Welatê me
http://www.welateme.net/kurdi

Ji bo vê nûçeyê navnîþan:
http://www.welateme.net/kurdi/modules.php?name=News&file=article&sid=4564