Di roja Cil Bergn Kurmanc de: erefo were kum xwe
Drok: 11 2017
Mijar: Ne



Konê Re 
 
  Stranek pesin ji berxwedana gotinê re.. Stranek evînê ji vê rojê re.. Silav û stranek ji vê qonaxê re.. Ji ilim û zanînê re, ji hezkirin û mirovahiyê re, ji pesin û qenciyê re.. Ji evînê re.. Evîna ku ji her gotinê mezintir e, ji her sînorî firehtir e, ji hezkirina jin, zarok û welat bi hêztir e.. Evîna ku me ji îniyê diparêze, gebîniyê bi ser me de dibarîne.. Erê, gotin ronahiye û evîn siya gotinê ye.


   Bi helkeftina roja cil û bergên kurmancî, di vê buhara rengîn de mirov dikare her titî bike û her gotinê bibêje.. Li ber dergehê vê rojê, vê qonaxa nû, werin em bi hev re stranek evînê bibêjin, bi hev re bilivin, bi pê de herin û di bin tava heyva vê adarê de govend û dîlanê, bi cil û bergên kurmancî bigerînin.. Û bi dengekî bilind bibêjin; (erefo were kume xwe.. Ev kum, kumê min e..)
 
  Çîroka erefo were kumê xwe! Di sala 1928an de dema ku Kemalîstan divîbûn kesayetiya gelê kurd nema bikin, cil û bergên kurmancî jî qedexe kirin.. Hingî dengbêjê çiyayê Omeriya yê zîrek Ûsivkê Çelebî, bi vê strana xwe (erefo were kume xwe.. Ev kum, ne kumê min e..), di ber reqsa kurmancî re digot û ev kiryara Tirko protesto dikir..
  Bêguman, bijartina Roja Cil û Bergên Kurmancî, xwe bersive ji wan Kemalistan re û bervedêriye di ber hebûn û reseniya gelê kurd de..
 
erefo, were kumê xwe! 
erefo, were kumê xwe! 
Ev kum ne kumê min e, Kumê hevalê min e.

Silêbînê bi av e, Siwar û peya da nave,
 
eref lawê Eyikê, Kum qetandî bi ilfjkê,  Avêtin qeza Dêrikê.
 
Silêbînê bi tehtik e, eref ban kir: Ev kum ne kumê min e,
 
Kumê min ji hiriya berxik e.
 
Silêbînê bi rê ye, qetandin bi kêrê ye,
 
Avêtin qeza Dêrê ye,  Lo Kurdo! Were kumê xwe...
 






Cih ev ne j hatiye: Welat me
http://www.welateme.net/kurdi

Ji bo v ney navnan:
http://www.welateme.net/kurdi/modules.php?name=News&file=article&sid=4556