Sosreta Helebçê
Dîrok: ÇáÌãÚÉ 10 ãÇÑÓ 2017 Mijar: Nûçe
Senar
(Mûsa Qulîkî Mîlan)
Adar-2002
Îro ro giþk xeyirî,
Îro hîv ma xewê de,
Esman ji reqînê ket.
Topa axê cemidî, Bayê bakûr sekinî, Bilbil ji xwendinê ket. Belgê daran çilmisîn, Avên çeman sekinîn, Pirpirok firînê ket. Xeniqîn pêlên behran, Ax, landika jîna me, Mixabin hejînê ket. Reþ ximama mirinê, Tevî barana xewê, Îro girt ser Helebçê. Mirovan bi neçarî, Destên xwe berdan ji hev, Roja Helebçê bû þev. Îro Helebça rengîn, Bû mala derd û kulan, Tendûra xemê dilan, Hesreta meh û salan, Nijadkujiya Kurdan, Sosreta reþ û giran. Ya hatiye pir caran, Serê Ameda kevnar, Serê Çarçira rengîn. Serê çil camêrên çê, Li Salar Sûra xayîn. Serê Kela Dimdimê. Serê Kirê Tendûrek. Serê Geliyê Zîlan. Serê Serdeþta dilan. Ser çiyayê Agirî, Ku ber xwîna rijyayî, Ji destê hovên xirab, Îsal bû heþtê salî, Ku hela hê jî digrî! Serê Hewlêra delal, Silêmanî, Çemçemal, Yeksed û heþtê hezar, Jin û mêr û keç û zar, Bi reþ destûra Enfal, Di bin tapên axê de, Hê jî dikin nalenal! Dewsa pêþkêþ kirina, Mafê keskê xwezayî, Barandin ser Helebçê, Reþ bombeyên kîmyayî! Sêyemîn bûka cîhan, Tevî pênc hezar kesî, Di piþtî Nakazakî, Di piþtî Hêroþîma, Bi gaz û toza kîmya, Govenda wê reþ gerya! Ax, di çerxa bîstan de, Dîsa berê rojreþan, Dane çolê û çiyan. Doþeka bin wan bû erd, Balgiyê wan bû kevir, Lihêfa wan bû esman. Ji destê zext û zorê, Dest ji mal û hal berdan,
|
|