Senar
(Mûsa Qulîkî Mîlan)
Almaata
1999
Koziya
hesreta dayê
Ji
kezebê qet dernayê
Dikim
ji bîr bikim, nabe
Hewar
ji dest vê sewdayê
Dibêm dayê! Dayê nayê
Bela ware vê dinyayê-
Ji hev destê miyê, berxê
Diqetîne bêwefayê
Ji min istand feleka pîr
Meçêtira xweda dayê
Bê dayê ez ker û gêj im
Þikand baskêm vê qezayê
Bi min þîret dikir her roj
Wê tûtiya þekirxayê
Li ber landikê diya min
Bi þev, rojan bê xew mayê