Kurd ji ku hatin (2)
Dîrok: ÇáÎãíÓ 20 ÃßÊæÈÑ 2016
Mijar: Nûçe



Zahra ramadan
 
DI SERDEMA AWIL DE KURD
GUTÎ (B.Z 2700-2120)
Gutî:Li derdora Gola Urmiyê heta tengava ku dikeve baþûrê bi cî bûn.
B.Z di Sala 2600ê de ji aliyê qral KAMASÎ ve hat avakirin û paytexta wê KERKÛK e.
Gutî cara pêþîn di Serdema Naram Sîn (2196-2160) ê kurê qral Sargon(2276-2221) de di belgeyan dîrokê de hatine bilêvkirin.



Zimanê Gutiyan Hurîkî ye. Ji xweyekirina gelek eþîrên Hurî pêk hat.
Di perestgehên xwe de agir pêdixist û Xwedayên xwe diperestin.
Nivîsa Mîxî bi kar tanîn. 
Bi awayekî konfedral bû .Qralên wan ji her 3 salan carekê bi hilbijartinê dihatin ser taxtî. Her êl û eþîrên serekê xwe hebû.
Civaka pîremêran danîbû. Gutî B.Z 2236ê de di bin serokatiya qralê LULÛYÎ ANÛBNÎ de dîsa gihîþtin hev.
Akadî û Gutî her dem li ser þerî bûn, xwîndarên hev bûn. Qralê Akadî Naram Sîn B.Z di sala 2300ê de Susaya paytexta Elamê ji Gutiyan distîne. Paþê Gutî û Lulû bi ser hev bi ser Akadiyan de diçin û wan diþikînin. Akadî vê þikestinê weke cezakirina xweda MARDÛKÎ bi xwe dizanin. 
Qralê Akadî Þar Kalî Þar weke bavê xwe Naram Sîn Bela xwe ji Gutiyan venekir. Gutiyan B.Z di Sala 2233ê qral Akadî Erudipçirî têk bir û ji dîrokê renî. Welatê Akadî û perçeyek ji Welatê Sumerê girt bin destê xwe. Gutiyan li dora 150 salan hukim li Mezopotamyayê gerand. Demên dawîn Lulûyî, Susa, Kirmaþ û Urbelayê paxav bi desthilata navendî a Gutiyan nekir û bi serê xwe tev geriyan. Vê yekê Gutî qels kirin.
Dewleta Urê B.Z di Sala 2120ê Êrîþ kire ser Gutiyan û ew þikandin. 
Qralê dawîn ên Gutiyan Tîgran piþtî vê þikestê xwe sipartê çiyayê Zagrosan. Sumer, Akad, Babil,Asûr, dewletên koledar bûn. 
Gutî azadîxwaz bûn( civaka komînal / zibarevanî ya gundewarî)temsîl dikirin. Ev þer di navbera du avesazî û zihniyetan de pêk hatin. 
Lulû
Lulûyiyan B.Z di Sala 2800î de di bin serkêþiya ANÛBNÎNÎ de qraltiya xwe damezirand. Li ser navanda Þarzor û Hulvanê ji Silêmanî navrasta Kurdistanê heta Elamê serdestiya xwe gerand. Paytexta wan ZÎMRÎ bû. Peyva Loristan, Lolan, Lûra îro ji Lulûyan mane. Asûran gotiye wan Lulûm. Qralê Akadî Naram Sîn salên 2196ê ya B.Z seferekê tîne ser Lulûyiyan de û bi hevgirtina Lulû û Gutiyan þikestê dixwe. Li ser zinarekî di deriyê Garê û Geverê de behsa vî þerî tê kirin. Li gel qraltiya Urî xwîndar bûne û tim lêk dane. 
Di Serdema III:Urê qral ÞULGÎ êrîþî Lulûyan dike û wan têk dibe.






Cihê ev nûçe jê hatiye: Welatê me
http://www.welateme.net/kurdi

Ji bo vê nûçeyê navnîþan:
http://www.welateme.net/kurdi/modules.php?name=News&file=article&sid=4426