Derd Hevpar
Drok: 13 2016
Mijar: Ne



Senar (Mûsa Qulîkî Mîlan) 2014
 
Rondik razek e,
Biirîn razek e,
Evîn razek e,
Rondika wê evê, biirîna evîna min bû.


 Dastan nînim, min vebêjî;
Kilam nînim, min bistirêy;
Deng nînim, ku min bibhêy;
Yan titekî ku bibînî;
Yan tita ku bizanibî...
 
Ez im, ez derdê hevpar im,
Tu heyloyî min bike, lo!
 
Dar bi daristan ra diaxive,
Gîha bi detê ra,
Istêr kadizê ra,
Û ez, bi te ra diaxivim.
 
Navê xwe bibêje min,
Destê xwe tu bide min,
Gotina xwe bibêje min,
Dilê xwe tu bide min,
Min rehên te naskirine;
Bi lêvên te, her lêvî ra axivîme,
Û destên te bi destê mira pir nas in.
 
Di nav xelweta rewen da, ez digel te pir giryame;
bona xatirê zindiyan.
 
Û goristana tarî da, min te ra heylo kiriye;
bedewtirînên sitranan.
 
Lewra miriyên vê salê,
evîndartirîn zindî bûn!
 
Destê xwe tu bide min,
Destên te bi min nas in;
Ay dereng têgihîtî!
Bi te ra diaxivim;
Mîna ewr bi tofanê ra,
Weke gîha bi detê ra,
Mîna baran bi derya ra,
Wek firinde biharê ra,
Mîna dar, ku daristên ra diaxive.
 
Lewra ku min,
rehên te naskirine.
 
Lewra ku dengê min,
bi dengê te ra nas e.
 
 
Derdê Hevpar, wergera helbesta bi navê Derdê Moterek ya helbestvanê Îranî Mamosta Ehmedê amlû ye.
 






Cih ev ne j hatiye: Welat me
http://www.welateme.net/kurdi

Ji bo v ney navnan:
http://www.welateme.net/kurdi/modules.php?name=News&file=article&sid=4423