
4000 PENDÊ KURDÎ
Dîrok: ÇáÎãíÓ 06 ÃßÊæÈÑ 2016 Mijar: Nûçe
“ 4000
PENDÊ KURDÎ ” navê
pertûka min ya yekeme,ku min di sala
1993an de çapkir û belavkir bi navê : Mehfûzê Mele Silêman, bi alîkariya
kovara “ASO”, weynkêþê qapê : hevalê min yê xweþewîst: Dilþd Mele
Omer.
Li jêr pêþgotina wê ye:
Di bara pêþgotinê de
Kurda ji mêj de gotiye:
“kesê zimanê xwe windake ,windaye”
“Miletê
bê ziman,ne tu milete”
Here komele û dezgehên mîrî(fermî) û giþtî yan pispor ji bo zimanê kurdî di niþtîmana dagîrkirî û parçekirî de tune ne, belam dîsa ji her kurdekê welatparêz paraztina zimên digel hemî þaxê wî û hemî zaravên wî,û pêþxistina wî tê xwestin, li gorî her demê û her peyaseyê bi awakî qenc ,rast û paqij, ne çewt ,lews û xwehr, Çimkî ziman bigehekî pîroze û serwere di hebûn û serxwebûna milet de,û di vejîna tore û wêjeya wî de. Pend û peyvên pêþiyan jî, beþekî gewre ye (mezine)û giran buha ye ji zimanê kurdî û dîroka kurdî,ji ber ku rewþa gelê kurd di her qûnaxî de û di her çaxî de didinne xwiya kirin,û fêrkirina wî ji dem û jiyanê, ji hemi aliyan ve (çandî,civakî, abûrî, konevanî, zanistî, tenduristî, sincî, …h.d.) bêlî dikin. Giþ piþtî gelek dîtin û serpêhatinan û dûrikan,yan pêkhatî û çêbûyî dinavkesan de,û di pir ciyan de li kurdistanê hatine danîn,û bûne amoj, þêwe,bend, þîret, û hevkêþ. Ev pend û peyv, min ji devê pîrejinan û kalan girtine bi taybetî “Dilbirînê dîn”, û ji çend kovaran birine nemaze “kovara Gelewêj”,û ji bîst û çar rûpelên mamoste “Dilovan” wergirtine, û ji çend pertûkan dane hev,wek: 1- Meselok û xeberokêd cemaʹeta kurda – ya Hacî Cindî – Êrêvan 1985. 2- Meselok û xeberokêd cemaʹeta kurda – ya Celîlê Celîl û Ordîxanê Celîl . 3- Silsilet Kawa lil museqefîn el ekrad – Beyrût .. jimar (8). Û piþtî bijartinê, duristkirinê û rêzkirinê min divê pertûka hande de(bi zaravê kurmancî) komkirine. Min div a her pendekî þirovekim, û wateya wî û babeta wî jî pêre bi nivîsim,lê min ew hiþt jib o du sedeman: 1- Da dergeh bimîne vekirî di rûwê xwenda, nivîskar û ronakbîran de, ji bo vekolînê, rexnekirinê sirovekirinê. 2- Da bêne çapkirin, belavkirin û bêne parastin ji windakirinê(!?). pend û peyvên pêþiyan yê kurdî ne ev çar hezar bi tenêne, lewra min bi navê pertûka yekê-1- çap kirine, bi omîdim ev jimar mezin bibê di pirtûkne dinde. Li dawîyê, ez gelekî sipasîya dosta û xwendîya dikim, ji bo arîkariya wan ji min re di derhênana vê pertûkê de, digel ciwantirîn rêz û silavên min. Hêviya min ewe, ku ev karê hayî sivik bê pijartin(pejirandin) ji bal miletê min ve, û ciyê wî di pertûkxana kurdî de hebe. Mehfûzê mele silêman Qamiþlo 25.1.1993
|
|