
Çarîne
Dîrok: ÇáÃÑÈÚÇÁ 28 ÓÈÊãÈÑ 2016 Mijar: Nûçe
Senar (Mûsa Qulîkî Mîlan)
1395
Çarîn yan çarîne, ew curek helbest e ku ji çar risteyan
(misrai) pêk tê. Ev çar riste bi alîkariya hevdu wate ango mebest û raman, hest
û sozana helbestvên radigehînin. Di risteyên yek, du û çar de anîna peyva
beþavendê (qafiye) ferz e; lê di risteya sisêyan de anîna wê ferz nîne. Bi gotineka din anîna peyva
beþavendê di risteya sisêyan de çewt nîne; lê neanîna wê baþtir e.
Mijara helbestên çarîne bi gelemperî
evîndarî û civakî ne, lê mijarên abûrî, felsefeyî, ramyarî û hwd. jî di wan de tên
bikaranîn.
Kêþa (vezn) çarîneyan bi giþtî movikî (hêcayî) ne. Xasme heyþt movikî. Di kêþa heyþt movikî de, her risteyek ji du gavên (4+4 movik) pêk tên. Eger helbestek heft movikî be, ew li ser du gavên (4+3 movik) tên dabeþkirin. Kêþa movikî, kêþa netewî û xwemaliya zimanê kurdî ye. Mînak: Navê te dibêjin Xanî, Tu wek zanyar pir dizanî; Bi behaneya Mem û Zîn, Te evîneka nû anî. Þahê dengbêjan Evdal e, Wêjeyê jê girt pergal e; Dû wî ra Mîrê Dengbêjan, Bûye Resoyê Gopal e. Sê pirs henin bi tevayî, Mirin, evîn bi xelayî; Ji duda ra heye çare, Evîn serê her belayî. Bo periya Birca Belek, Mem hebûna xwe kire terk; Ewan Beko fesadî kir, Nehîþt ew her du bibin yek. Cejna netewî Newroz e, Demsala war û warkoz e; Bîst û yekê meha Adar, Cem kurdan gelek pîroz e. Hesen Evdal guregur e, Geliyê Zîlan dizvire; Ew xatirxwastina Nazê, Kezeba Heso dibire. Zagros bi mij û dûman e, Gelek bi mêrg û çîman e; Ew angorî temenê xwe, Me ra bûye mazûvan e. Serê Sîpan wê bi mij e, Di binî da av dirije; Kê dîtiye, kê bînaye, Nêçîr, nêçîrvan bikuje! Vê Înê heta wê Înê, Lawik nexwaþê nivînê; Sîng û berê xwe rebenê, Dikim melhema birînê. Navê dotmamê Evîn e, Lêvtenik û xûyþirîn e; Dilnexwazê evîna me, Xêrê nefsa xwe nebîne. Kela rengîn a Dimdim e, Kaniya wê wek Zimzim e; Mîrê wê tacê mîran bû, Ez goriyê mîrê xwe me. Li me derket hîva sava, Ew ingirye, naçe ava; Çavnebarê min rebenê, Nehîþt delal bibe zava. Ne hatinê, ne çûyînê, Ware kêleka min rûnê; Roja îro te dil kirye, Gola Wanê, tijî xwînê. Colemêrg warekî xweþ e, Zê li ber da guþeguþ e; Binefþ tu ber xwe nekeve, Cembelî istêrka geþ e. Hêþtir hatin li nav kaþa, Dane rêzê ber bi aþa; Keziyên yarê þirîtên, Li ser konê Temir Paþa. Çemê Þêxanî bi dar e, Xûy da Gênc Xelîl a sar e; Bû nexwaþê nav nivînê, Edûl ser da ustîxar e. Êvar me hat, roj qet nema, Siyê da ser lêva çema; Ji ber agirê evînê, Ketim nav qetrana xema. Ameda me bi miþmiþ e, Dicle nav da xweþexweþ e; Dewsa te, li ser sîngê min, Kundê mêran fiþefiþ e. Navê bajêr xweþ Cizîr e, Hoza Botî tîne bîr e; Ez heyrana mîrên wê me, Xasme Celadetê jîr e. Te çav reþê, bejn ziravê, Dadigrî ava çiravê; Heta bavê te got erê, Ji derdê te, min da navê. Çemê Mûrad lemelem e, Dilê rezîl tijî xem e; Seidûn divê min dûr herî, Ez ne sêva devê te me. Dilêm îro kalekal e, Cab hat ku lawik bedhal e; Ez ê herim, jê ra bikim, Sîngê xwe balgî, berpal e. Tu bêj lawik, bêjim hayê, Berî bihokên Urfayê; Min dikujin awirên te, Bes e, min ra ware rayê. Ez Wardeka çargurçik im, Dayîka Ker û Kulik im; Kesî pehlewan nabînim, Tenê ji Silêman þik im. Riya gunde me asê ye, Heyam, heyamê dasê ye; Lawik ceh, genim top dik, Bona qelenê Asê ye. Ferxî bi rûdena sipî, Gihîþte ser tirba Sitî; Tirb vebû, hev hemêz kirin, Dîsa her du bûne mirî. Bejna te wek þengebiyê, Min çandiye dor kaniyê; Xelk dildarê cîhana pîr, Ez bengiyê te zeriyê. Dilê min bostanê bejî, Kundir bi zebeþ ra dijî; Kul têkeve mala qomsî, Av berda nav dilê me jî. Ez ne kin im, ne dirêj im, Wek rihanê þax davêjim; Dîwana ku Evdal lê be, Silê nabêje dengbêj im. Navê dotmamê Mizgîn e, Dilovan û xemrevîn e; Diçilvile, dibêjî qey, Istêrka rinda Pervîn e.
|
|