Dildarê nenas
Dîrok: ÇáÎãíÓ 22 ÓÈÊãÈÑ 2016
Mijar: Nûçe



Hewas Mehmûd
Wergerandin bo Kurdî: Cankurd

Gotin: Ma tu dildarî?
Min got: Erê
Gotin: Navê wê çiye?
Min got: Navê wê bi tîpa (K) dest pêdike
Û li ser eniya wê mangek heye
Û li ser dilê wê nexþeya xeman hatiye nîgarkirin
Bi rengê xuliyê


Ez bi janeke efsaneyî lê temaþe dikim
… û ez wê di xewnên xwe de dibînim
Lê ez nagihime wê
Sînorên zorbaziyê min jê berbest (1) dikin
Û pawanên rojhilatê min jê qorî dikin
Û ew, ew di darbestekê hesinî de ye
Wekî firindekî basikþikestî,
ku hemî pencere di rûyê wî de hatîne girtin
û bi dergevan re bêçare bûye
Vane qirik ji goþtê wê diçirînin
Û ewe, ya ku ji ber êþanê dinale
Lê ewê nenas… nenasê dûr wê dibihîse
Ji min pê ve, kî ji bo dilbera min heye?
Ji min pê ve, kî ji bo hezkiriya min heye?
Bo min ne þev þev e
Ne jî roj roj e…
Ez her sibeyekê hiþyar dibim,
Li ser pîrkeboseka (2) bi qebareya (3) êþa min
Û paþ her xewhovekê (4), ez xewnekê dibînim
Xewneke, ku min dûr dixîne, ji wan hovîtiyên di xewên min de
… Lê heywax…heywax…
Ez bîra wê dikim, bi dilekî xwînkirî
Û xwîna wê…
Wê raneweste, her bizîte (5)
Heya ez wê hembêz dikim
Paþ ku ji nav diranêd guran aza bibe
Hema ew birîndar e,
Dixwaze birînêd xwe derman bike
Bi þadomaniya hembêzkirina min
Û kila awirên min
… Û jînava maçên min.
----------------------------------------------------------------
(1) Berbestkirin: qedexekirin
(2) Pîrkebosk: Xewhov, (Bi Erebî) Kabos
(3) Qebare: H’ecim (Ev tiþt qebe ye: H‘ecmê wî mezin e)
(4) Xewhov: Kabos, pîrkebosk
(5) Zîtin: Rijîna xwînê, (Bi Erebî: Nezîf )






Cihê ev nûçe jê hatiye: Welatê me
http://www.welateme.net/kurdi

Ji bo vê nûçeyê navnîþan:
http://www.welateme.net/kurdi/modules.php?name=News&file=article&sid=4401