Þêr þêr e, çi mê ye çi nêr e Þêrejinek ji welatê min; Diya Fûad (Nazlî Xelîl)
Dîrok: ÇáËáÇËÇÁ 13 ÓÈÊãÈÑ 2016
Mijar: Nûçe



Konê Reþ
 
   Di dawiya çerxê 19an û destpêka çerxê 20an de navê çend jinên kurd di bakurî Kursustanê de bi mêranî, merdî û cegerdarî dihat gotin wek: Xatê; diya Silêmanê Mistê, ku jinek mêr bû di herêma Xerzan de. Þemê; diya Felîtê Quto, ew jî jinek mêr bû di herêma Pêncînaran de. Perîxanê; diya Omer û Emînê Perîxanê di herêma Rema û Biþêriyê de. Fesla Anter; Diya nivîskarê Kurd Musa Anter di navçeya Nisêbînê de. Sebaretî Fesla Anter dibêjin; jinek wek Axa bû û mixtariya gundê xwe Zivingê dikir.


 Durra; jina Hemê Mihê ji eþîra Koçeka, dibêjin jinek nandan û sexî bû, deriyê wê ji mehcir, feqîr û fiqran re her dem vekirî bû. Sara Hesê; Jina Hesê Þemokî, ji mala Hesê Berekêt, dibêjin ku di herêma Hevêrkan de jinek zana, merd û þaraza bû.


   Piþtî ku (Partî) di nav Kurdên Sûriyê de hat damezirandin, navê çend jinên kurd bi welatperweriyê derket. Ew jin tevlî tevgera Kurdî bûn, li kêleka zilamê kurd tekoþîn kirin û bûn piþtgir ji siyasetmedarên kurd re wek; Fatma Þernexî; vê jina kurd wek kurdperwereke dilsoz gelek caran endamên Partî yên ku ji asayîþê direviyan xwe li mala wê digirtin û vediþartin. Wê, wek endamek partî xebat di nav tevgera niþtimanî kurdî de li bajarê Qamiþlo dikir. Keça Kurd, ku roja îro helbestvanek kurd e, Stîya Mele Ehmedê Þûzî; Wezîra Têllo, Meqbûla Têllo, Sînem keça Cegerxwîn, Emîna Çelengî.. Van jinan jî xebatek Kurdewariyê dikirin. Dikarim bêjim; ku ev jinên han û ji bil wan ve jî hebûn, ew ji pêþengên jinên kurd bûn di nav tevgera niþtimanê de li Beriya Mêrdînê
   Belê sebaretî xanima hêja Nazlî Xelîl, ya ku bi navê (Diya Fûad) naskiriye, ji van yekan tevan bi cuda ye. Cudabûna wê ku guhdana wê bi rewþenbîr, nivîskar, helbestvan û dengbêjên gelê wê heye.
Ma kî ji rewþenbîr, helbestvan û hunermend di nav kurdên Sûriyê û Sovyêta Berê de heye û Diya Fûad (Nazlî Xelîl) û rêhevalê jiyanê wê Reþîd Abdulmecîd nas nake?
Ev jina kurd ya ku hezker, piþtgir û alîkara nivîskar, helbestvan û hunermen û welatparêzê kurda ye. Her wiha alîkar û piþtgirek bû ji qutabiyên kurdan re di zankoya Helebê de.
   Diya Fûad jinek xêrxwaz, mirovhez û welatperwer e. Wek ku min gotiye, gelek jinên kurd bi xisletên mêraniyê, merdiyê û serokhoziyê hatine naskirin, lê Diya Fûad ji wan cuda ye. Wê bi hezkirina xwe ji hunermend, helbestvan û nivîskarên kurdan re nav û dengê xwe belav kiriye. Mala wê li Helebê xweþ hêlîn bû ji wan re û di serê tevan de seydayê Cegerxwîn, Hamid Bedirxan, Reþîd Hemo, Mehmûd Ezîz û gelekên din..
Di dawiya salên 1989an û destpêka salên 1990î de, dema ku nivîskar û helbestvanên kurd ji Ermenistanê hatin nav kurdên Sûriyê, mala wê li Helebê ji wan re xweþ senter bû. Ji kesan ku lê bûne mêvan û alîkariya wan kiriye: Qenatê Kurdo, Eskerê Buyik, Tosinê Reþîd, Tîmor Xelîl, Eliyê Abdulrehman û gelekên din..


Di serdanek wê de, a bajarê Qamiþlo, ez ligel çûm serdana gora Seydayê Cegerxwîn. Dema ku em derbasî ser gora Seyda bûn, wek yekê ku bi sir bikeve, dest pê kir û helbestên Cegerwîn gotin:
Cegerxwîn im ji van derda, li meydanê xwe zû berda, di nav bahoz û bagirda..  Û pêde çû û got: Min ji bo we gelek tiþt, min dîwan û hin biviþt, gul ji avê bûye miþt.. Ez nizanim çi bêjim?! Û ji min fitilî û got: Konê Reþ! Ez jî nizanim çi bêjim..
Piþtî kirîza Sûriyê, diya Fûad jî, wek gelek xelkên Sûriyê ji neçarî koçberî welatê Swêdê bûye, jiyana xwe bi kul û xem, di nav hisreta Efrîn û Helebê de derbas dike. Belê xema wê ya mezin ku careke din Efrînê bibîne û dûrî Efrîn koça dawî neke.. Li gor ku ez agahdarim ew di rewþek derûnî ya nexweþ de derbas dibe..
Nazlî Xelîl (Diya Fûad), di sala 1938an de li Efrînê, çêbûye.
Ez temenekî dirêj di xweþiyê de jêre hevî dikim.
Hêjaye gotinê, piþtî kockirina helbestvanê navdar Hamid Bedirxan, wê tev berhemên wî li ser hesabê xwe bi Erebî û Kurdî çap kirin û belaþ li xelkê belav kirin. Îro roj hewcedariya me bi jinên wek Diya Fuad heye.
 
Konê Reþ, Qamiþlo
 






Cihê ev nûçe jê hatiye: Welatê me
http://www.welateme.net/kurdi

Ji bo vê nûçeyê navnîþan:
http://www.welateme.net/kurdi/modules.php?name=News&file=article&sid=4396