Hin Têbînî û Şirove Derbarê Elifbêya Kurdî De
Dîrok: ÇáÃÍÏ 11 ÓÈÊãÈÑ 2016
Mijar: Nûçe



Senar (Mûsa Qulîkî Mîlan)
 
1- Herwekî zanyar Mîr Celadet Alî Bedir Xan destnîşan kiriye, di zimanê kurdî de teşdîd, yan şide ( ّ  ) tine. Bi gotinaka din tîpek du caran pey hev nayê bilêv kirin. Gorî baweriya me, divê peyvên erebî yên şidedar jî di zimanê kurdî de bêyî şideyê bên nivîsîn.
Weke: Milet, Mihemed, Êzedîn, Cinet.
2- Herusa nîşandeka tenvînê ( ً ) jî di zimanê kurdî de bi kar nayê. Wekî peyveka erebî yan farsî ya tenvîndar were bikaranîn; dewsa tenvînê de, tîpa (N ن) dixebitînin. Mînak:
حتمآ            = Hetmen حه‌تمه‌ن
تقریبآ            = Teqrîben ته‌قریبه‌ن


3- Hin nivîskar heşt tîpên (K, T, R, P, Ç, L, H, X, ک، ت، ر، پ، چ، ل، ھ ، خ) bi du awayê nerm û hişk dinivîsin. Yanî bi danîna nîşandekên weke (´) û (ˆ) û (ˇ) û yên mayîn, carekê gorî bilêvkirina hişk û carekê jî gorî bilêvkirina nerm bi kar dibin. Gorî dîtina me ev kar pêwîst nîne.
4- Hin kes di elifbêya kurdî-latînî de dewsa nîşandekên jorgotî, (H)’yekê datînin ber tîpên (K, T, R, P, Ç) ku, nerm bên bilêvkirin. Gorî baweriya me ev kar jî di ciyê xwe de nîne.
5- Hin nivîskar di hin peyvan de, tîpên (R ر) û (L ل ) weke teşdîda erebî cot bikar tînin. Mînak: Bllê, gllê, berr, pirr.
Gorî rêbaza Mîr Celadet Alî Bedir Xan û sirûşta zimanê kurdî, ev kar qet di ciyê xwe de nîne. Rastnivîsa van peyvan wiha ye: Bilê, gilê, ber, pir.
Bi giştî derbarê hejmarên 3, 4 û 5 de, em li ser vê baweriyê ne ku, cîderka wan tîpan yek e û pêwîstî ducarekirinê nîne. Meriv ji riya bihîstin û ezberkirina peyvan û her wiha ji wateya wan di hevokê de, bi hêsanî fehm dike ku, tîpin bi awayê hişk hatine bikaranîn, yan bi awayê nerm û angorî wê jî wana bilêv dike. Li ser de jî hejmara wan peyvên ku tên pêşniyazkirinê û di elifbêya Mîr Celadet Alî Bedir Xan de, tîpên taybet bi wan nehatine destnîşankirin; pir kêm in. Meriv dikare wan weke hawêr û awarte bihesibîne.
Zanyar Mîr Celadet Alî Bedir Xan di vê derbarê de, gelekî baş û di ciyê xwe de gotiye: “Jixwe boşbûna nîşanan, nivîsandinê kirêt dike.”[1]
6- Hin kes dewsa tîpa (şش ), (sh) û dewsa tîpa (çچ ), jî (ch) dinivîsin. Bi dîtina me ev kar jî pêwîst nîne.
7- Pêşniyazek jî di warê pevdengê de heye. Nivîskarekî hêja ji bilî pevdenga (xw), çar hebê din jî bi vî awayî (gw, hw, kw, qw) pêşniyaz kirine.[2] Navbirî bona (gw) sê peyvên: Gwil (gul), gwind (gund), gwir (gur);
Bo (hw) tenê peyva hwilik (holik);
Bo (kw) sê peyvên kwin (kun), kwird (kurd), kwind (kund);
Bo (qw) jî - li min biborin - du peyvên: Qwil (qul) û qwiz (quz) destnîşan kirine.
Gorî baweriya me pêwîst nîne, bona nivîsîna neh peyvan bi şêweyekî herêmî, em çar pevdengan li elifbêya xwe zêde bikin! Divê em wana nedin hemberî pevdenga (xw)’yê. Lewra gelek peyv - ji bîstan zêdetir - bi pevdenga (xw)’yê bi kar tên.
Mînak: Xwe, xwîşk, xwelî, xwê, xwarin, vexwarin, vexwandin, serxwebûn, xwîn, berxwedan, nexwaş, nexwaşxane, xwendekar, xwenda, xwaşmêr, xweşermkirî, xwepêşandan, xwandinxane, xwandin, xwekirî, xweş, xweşik, xweza û hwd.
Guherandin û zêdekirina tîpan û nîşandekan li elifbêya kurdî xasme ya kurdî-latînî, karekî usa hêsan nîne ku, meriv bi selîqa xwe yan ya devereka taybet lê binhêre. Dewraneka pir dirêj e ku, elifbêya kurdî-latînî ya Mîr Celadet Alî Bedir Xan bi kar tê; ciyê xwe di nav ziman û mêjiyê kurdan de girtiye û bi hêsanî jî nayê guherandin. Zimanê sererast, herikbar û sitandard bi girankirina elifbêyê çê nabe. Wekî pêdivî hebûya, teqez Mîr Celadet Alî Bedir Xan wê ew kar bikira.
8- Di warê tîpên hemze ( , ء) û êyn (ع) de, her wekî Enstîtuya Kurdî ya Amedê jî agahdarî daye,[3] ya rast ev e ku, ev deng û tîpan ku, tenê di zimanê erebî de henin û di zimanê latîn de bi zêdekirina vê bêhnokê () têne nîşan kirin; di rênivîsa kurdî-latînî û kurdî-erebî de bi awayê jêrê bên nivîsîn. Bi gotineka din di rênivîsa kurdî-latînî de, pêwîst nîne bêhnok () ware bikaranîn.
 (عوو) Erebî ye, latîna wê (û) û kurdî-latîniya wê jî (û) ye.
(عو) Erebî ye, latîna wê (u) û kurdî-latîniya wê jî (u) ye.
(عۆ) Erebî ye, latîna wê (o) û kurdî-latîniya wê jî (o) ye.
(عێ) Erebî ye, latîna wê (ê) û kurdî-latîniya wê jî (ê) ye.
(عی) Erebî ye, latîna wê (î) û kurdî-latîniya wê jî (î) ye.
(عه) Erebî ye, latîna wê (e) û kurdî-latîniya wê jî (e) ye.
(عا) Erebî ye, latîna wê (a) û kurdî-latîniya wê jî (a) ye.
 
(ئوو) Kurdî-erebî ye, latîna wê (û) û kurdî-latîniya wê jî (û) ye.
(ئو) Kurdî-erebî ye, latîna wê (u) û kurdî-latîniya wê jî (u) ye.
(ئۆ) Kurdî-erebî ye, latîna wê (o) û kurdî-latîniya wê jî (o) ye.
(ئێ) Kurdî-erebî ye, latîna wê (ê) û kurdî-latîniya wê jî (ê) ye.
(ئی) Kurdî-erebî ye, latîna wê (î) û kurdî-latîniya wê jî (î) ye.
(ئه) Kurdî-erebî ye, latîna wê (e) û kurdî-latîniya wê jî (e) ye.
(ئا) Kurdî-erebî ye, latîna wê (a) û kurdî-latîniya wê jî (a) ye.
Di vir de pêwîst e bê gotinê, kovara bi nav-bang a -Sirwe-  jî li ser xîmê elifbêya zanyar Mîr Celadet Alî Bedir Xan, li hember tîpên kurdî-erebî bi şêweyê jorgotî tîpên kurdî-latînî bi kar aniye.[4]
(ئوو =û), (ئو =u), (ئۆ =o), (ئێ  =ê), (ئی =î), (ئه =e), (ئا =a).
Bi baweriya me ev rêbaza ji bilî zaravayê kurmancî, dikare gelekî kêrî xwîşk û birayên soranîaxêv jî ware. Lewra ew bi rênivîsa kurdî-erebî dinivîsin. Wekî bixwazin bi rênivîsa kurdî-latînî ya xwemalî binivîsin; yan pirtûkên xwe biguhêzin wê elifbêyê, dikarin ji vê rêbazê sûdê werbigirin û ber bi zimanekî yekgirtî ve gavan bavêjin.  
Herwekî xwandevanên hêja dizanin, niha zimanê kurdî bi du elifbêyan tê nivîsîn. Yek bi tîpên erebî ye ku, têra denganiya zimanê kurdî nake û gelek arîşe û giriftariyên wê henin. Tenê bi sedema olî hin deverên Kurdistanê dest jê venakşînin. Ya duduyan elifbêya kurdî-latînî ya zanyar Mîr Celadet Alî Bedir Xan e ku, elifbêyeka pêşveçûyî û bi rêkûpêk e û gelekî baş têra sewt û denganiya zimanê kurdî dike.
Dibe ku xwandevanên birûmet bipirsin di gel vê baweriya we ku, elifbêya kurdî-erebî xwedan arîşe ye û têra denganiya zimanê kurdî nake; te çima pirtûka Hînbûna Zimanê Kurdî Bi Du Rênivîsan nivîsî?
Di bersiva vê pirsê de dibêjim: Her wekî hemû şarezayên zimanan dizanin, zimanê kurdî ji malbata zimanên hind û ewrûpî ye; lê zimanê erebî ji malbata zimanên samî ye. Herusa xetên ku malbatên zimanên hind û ewrûpî bi kar dibin, piraniya wan latîn e; lê xetên ku zimanên malbata samî bi kar dibin erebî (aramî) ye. Ji ber ku sewtên her malbata zimanekî ji malbatên dinê cuda nin. Nivîsîna zimên bi xetên malbatên biyanî dibe sedemên giriftarî û arîşeyan û hînbûn, xwandin û nivîsîna zimên jî dijwar dike.
Min bi neçarî şêweyê elifbêya kurdî-erebî bi kar anî. Sedem ev bû ku, piştî weşana du pirtûkên min bi navên “Mizginî” û “Pênc Karîbar” bi şêweyê kurdî-latînî heval û hogiran gotin, ji ber ku li Kurdistana Rojhilat û Kurdstana Başûr, elifbêya kurdî-latînî kêm bi kar hatiye, em baş tênagehîjin. Ya baş ew e ku, tu vê pirtûka hînkariyê bi her du şêweyan binivîsî, da ku em hînî elifbêya xwe ya kurdî-latînî bibin. Li ser vê pêşniyazê min ev pirtûk bi her du şêweyên kurdî-latînî û kurdî-erebî nivîsî, daku xwandevanên birûmet bi hêsanî hînî rênivîsa zimanê xwe bibin.
 

[1]-Alî Bedir Xan, Celadet; Elfabêya Kurdî& Bingehên Gramera Kurdmancî, Amadekar: Arif Zêrevan, Suêd, Nefel, 1998
[2]-Sîsî, Seîd; Pirsgirêka Girseyî Di Zimanê Kurdî De: Pevdengî; Malpera amidakurd.com.
[3]-Enstîtuya Zimanê Kurdî, Ya Amedê, Agahdarî -I- Malpera amidakurd.com. 
[4]-Sirwe, Hejmara 174’an, Weşangeha Selahedînê Eyubî, Urmiye, 1379 






Cihê ev nûçe jê hatiye: Welatê me
http://www.welateme.net/kurdi

Ji bo vê nûçeyê navnîşan:
http://www.welateme.net/kurdi/modules.php?name=News&file=article&sid=4394