Ezbenî! Ji min û te tê xwestin, em Mîr Celadet Bedirxan bibîr bînin
Dîrok: ÇáÃÍÏ 10 íæáíæ 2016
Mijar: Nûçe



Konê Reþ
 
  Ezbenî! Hin mijar hene çendî mirov wan dubare û sêbare bike, bi sûde ne.. Nexasim ku, wê mijarê hêj baþ, cihê xwe di hinavê welatiyên xwe de çênekiribe û gelek ji welatiyan çak agahdar û serwext nebûbin.. Mebesta min ji vê yekê ku, em di roja 15ê tîrmeha 2016an de, di 65 saliya koçkirina Mîr Celadet Alî Bedirxan de wî careke din bi bibîr bînin û bi welatiyên nûhatî bidin naskirin. Mîr Celadet Bedirxan yê ku tev jiyana xwe di ber kêþeya gelê xwe û parastina zimanê welatiyên xwe de xerc kir.. û di vê derbarê de gotiye:
(Miletên bindest heyîna xwe ji serdestên xwe bi du tiþtan, bi du qeweta, du çekan diparêzin: Ol yek, Ziman dudo. Lê heke ola miletê serdest û bindest yek bibe, hingî çek yek bitenê ye, û bend tenê ziman e..).


Bi vê bîranînê re, ev gotin wek rondikan ji pênûsa min hatin xwarê:
  Erê Mîro! Bi xêra serhildana Botanê giyanê Kurdperweriyê di hinavê bav û bapîrên me de hat çandin.. Erê mîr Celadet Bedirxan! Bi xêra ked û westa te; Hawar û Ronahiya te, bingehê edeb û wêjeya kurdî a nûjen, bi tîpên latînî li ber me hat vekirin.. 
  Belê ezbenî! Bi xêra mîr Bedirxanê mezin, kur û neviyên wî, roja îro em xwe peyebilind di nav netewên cîhanê de dibînin; bi saya mîr Bedirxan yekemîn serhildana kurdî a netewî destpê kir.. Bi saya kurê wî Miqdad Medhet Bedirxan, bingehê rojnamegeriya kurdî li ber me hat vekirîn û bi saya neviyê wî mîr Celadet Alî Bedirxan û Hawara wî, hîmê zimanê me hat danîn; zimanê me bû xwedî alfabeyek xweser.. Zimanê me ji axaftinê bû zimanê nivîsandinê ku roja îro piraniya Kurdan bi alfabeya wî dixwînin û dinîvisînin.
  Erê ezbenî! Bi xêra herdu kovarên mîr Celadet Bedirxan; Hawar û Ronahî û Stêr û Roja Nû yên birayê wî Dr. Kamîran Bedrixan nivîskar û helbestvanên bejin bilind di hola afirandin û çanda kurdî de hatin xuya kirin, mîna Cegerxwîn, Osman Sebrî, Qedrî Can, Hesen Hiþyar..hwd. Hem jî bi weþana Hawarê re, helbesta kurdî ya nûjen bi pênûsa Mîr Celadet, Dr. Kamîran û Qedrî Can û kurteçîroka kurdî ya hunerî bi pênûsa Dr. Nûreddîn Zaza serê xwe bilind kir.
  Ezbenî! Eger mirov li dîroka malbata Bedirxaniyan vegere û berpêl bike, wê bibîne ku Bedirxanî bi tevayî di sirgûn û zîvariyan de hatine kuþtin û mirin.. Ev yek dihêle ku em navê wan bi tîpên zêrîn di dîroka gelê xwe de binivîsînin. Ezbenî! Ku ez û te wî bibîr neynin, wê kî wî bibîr bîne? Ji min û te tê xwestin..
Ma ne hêja ye ku em Mîr Celadet Bedirxan di 65 saliya koçkirna wî de bibîr bînin?
Qamiþlo, 10.07.2016






Cihê ev nûçe jê hatiye: Welatê me
http://www.welateme.net/kurdi

Ji bo vê nûçeyê navnîþan:
http://www.welateme.net/kurdi/modules.php?name=News&file=article&sid=4353