KOÇBERIYA KURDA, JI BÊ DEWLETÎ YE !.
Dîrok: ÇáÎãíÓ 30 íæäíæ 2016
Mijar: Nûçe



Asaad Hisso
  
 “Îlahî biçim cem kê biçim cem kê
 Ez ku bê dest û pa me biçim cem kê
 Hemû min biqewrînin teme cem te
 Ku ji te biqewirim biçim cem kê”
 Ev beyt ji çarîna Baba Tahirê Ûryan e; Tu dibe qey wî liser koçberiya Kurdên binxetê a vê demê gotiye.


 Mêr, jin, ciwan kal û zarokên Kurdên binya xetê ji ber zilma Biþar ESED û DAÎÞ ketin ser rê û berê xwe dane welatên biyaniyan. Çol û çiya, bajar, gûnd û welat li pey xwe hiþtin, Bi hezaran kesan xwe li sînorên dewletan xistin bi rojan, bi mehan tî, birçî, dibin tava havînê de,li ser rêyan, þeveder, bê kes û kûs ji ber zilma Esed û Daîþ berê xwe didane xerîbiyê, Ewropa û welatên xiristiyanan da ji vê zilmê xelas bibin, bi hêviya jiyaneke aram û azad. Lê mixabin di rê de rastî keresat û rewþên gelek dijwar û nexweþ têtin.di avên deryayê de dixeniqkin, yên winda dibin, yên ko termên wan bi pêlên avê li keviyên deryayê dixin “Dê weledê xwe tevêjê ,weke roja hiþrê” kes li kesî venagerê, wey li wî ko xwe zûka bavêjê ber deriyê rojavayê Ewropa nava biyaniyan. Lewra ew der pir aramin, demokrasi û mafê mirovan heye,dadwerî misogere, dê eboriya xwe jî vergirin. Lê rêya azadiyê û aramiyê di nava alûziyê û metirsiyêde derbas dibe!. Bi min keresata herî mezin ewe ko ev koçberên gelê Kurd ji ola îslamêne ji ber hikimranêniya dewletên Ereba direvin û xwe tavêjin tor û bextê alêma xiristiyanan. Herêma ko ev peneber jê di bezin bi 20’an dewletên îslamî hene lê evaya nayê wê wetayê ko ev koçberî jiber ta’deya ola îslamê afiriye. Ev koçberî ji ber zilma dîktatorên Erebin, ti edeb û helwestê îslamî bi wana re nîne. Ew li van kesana xwedî derneketin û ne jî di pêþberî vê zilmê de dengê xwe dernexistin, belkî jî ew vê rewþê pir bi kêfxweþî temaþe dikin.
 Xwedawo ma qey di vê dinyayê de bes Kurd dijîn, ko bi sed salaye qetilkirin. Zindan koçberî û talan bes ji kurdan re ye. Ma bo çî, çavê zilmê hineke din jî na bînê. Ma bo çî destê dilovanî û helwestên aram ji Kurdan re düre, wa nabînê. Yên têtin kûþtîn Kurdin, yên peneberdibin Kurdin, yên ji keda xwe têr nabin Kurdin, yên axa wan dagirbuyî Kurdin yên ji hemî nerxên neteweya wan qedexe buyîn Kurdin, yên ko eve çar hezar sal dibin þerî dene dîsa ew Kurdin. Asuriyan, Girêkan ,Eraban, Farsan, Osmaniyan herdem þerê Kurda kirine û îroyîn jî hemî Ereb, Faris Tirk þerê gelê Kurd û xaka Kurdistanê di meþênin û qet na rawestînin . Xwedawo ev bona çî fermana van kesan li ser neteweya kurda di domê. Me hêvî ji dilovaniya te heye, êdî bese ev zilim nema têtê hezim kirin!. Ma gelo gûnahê me çiye? Gelo Erab û hikimranê van dewletan Ji ber ko Selahaddînê Eyûbî Qûdsa þerîf ji xaçperestan sitand û radestî Ereba kirKurdan siza diki, Kurdan ji axa wan derdixin û berê wana didine rêya çûn û nehat ê.Bi vî wechî Kurd têtin xêlatkirin. Weke beyta þaîr ; Gelê Kurd bê mecal û bê destû pê ji cîwarê xwe direvê diçe Tirka na debirê, diherê ewropa na hawênin hemî derî li ber asê dibe, her der û her welat wan diqewirînê ma dê biçin cem kê. Îlahî dê bêne cem te ew hêvîdarin ko ji te neyêtýn qewirandin.
 Em ji serokê herêma a Kurdistana Federe hêvî dikin ko Hewîldanên xwe yên dîplomasiyê berdewam bin da zûtirîn çareyekê ji van peneberan ra bête dîtin. Eger Binya xetê(Rojavayê Baþûrê Kurdistanê) ji Kurdan vala dibe. Ev rewþek gelekî xirabe. Çaresrîkirina pirsgirêka vê peneberiyê û rê girtina li ber valakirina rojavayê Baþûrê Kurdistanê îro ji xebata serxwebûna Kurdistanê elzemtir bûyiye. Em pir kêfxweþi ko her çiqas ne serbixwe bê jî vayedewletek a me heye. Dê rojek werê di rojhilata navîn de Kurdistana gewre ava bibit, dê maxdûriyeta me xelas bibê lê em dê qet nebine maxrûr. Ji bilî van hemû nexweþiyan em dê di gerdûnê de demokrasi û dadwerî yeka herî bi hêz û berz ji dinyayê re diyarî bikin.
 BIJÎ DADWERÎ
BIJÎ KURD Û KURDISTANIYAN
 Em dê bi helbesta Ehmedê Xanî bi dawî bikin.
 Ev Rom û Ecem bi wan hesar in
 Kurmanci hemî li çar kenar in
 Herdu terefan qebîlê Kurmanc
 Bo tîrê qeda kirîne armanc
 Goya ku li ser heddan kilîd in
 Her taîfe seddek in sedîd in   
     21.09.2015
Mehmet Emîn KARDAÞ
 Serokê Giþtî yê Partiya Demokrata Kuardistanê Tirkiya       PDK-T








Cihê ev nûçe jê hatiye: Welatê me
http://www.welateme.net/kurdi

Ji bo vê nûçeyê navnîþan:
http://www.welateme.net/kurdi/modules.php?name=News&file=article&sid=4345