P nakokiyn partiyan, dre pirsa gel areser dibe
Drok: 18 2016
Mijar: Ne



Qado êrîn

Mirov li partiyên Kurdistanî bi gitî, û li yên Rojavayê Kurdistanê bi taybetî matmayî dimîne, doza azadiyê dikin lê nahêlin mirovên kurd azad bifikirin. Jixwe berî çareserkirina pirsa kurdî, pêwiste nakokî û pirsgirêkên navxweyî yên partiyan bên çareser kirin.
Ana li Rojavayê Kurdistanê(R.K) bêtir ji 50 partiyan hene, ew jî encama nakokiyên navxweyî yên kesane û nepejirandina raya cudaye.

Eger di nava partiyan de qebûlkirina raya cuda hebûna, wê ewqase perçebûn çênebûna û jimara zêde ji partiyan derneketa holê. Li hevdû guhdarî kirin tune, rexne tune, zihniyet û mêrantiya çareserkirina pirsgirêk û nakokiyên navxweyî tune,  hemû rê li pêiya çareserkirinan tên girtin, êdî perçebûn dimîne çareseriya yekane.
Partî tên damezirandin daku rêberiya gelan di hemû qonaxan de bikin, û civaka gitî ber bi guhertinên ba û çê de bibin. Lê pitî 50 salan ji damezirandina yekemîn partî(1957) li R.K, hîn jî bi eynî êweyê êlayetî têkildarî civak, cîhana siyasî û çareser kirina nakokî û pirsgirêkan dibin.
Ew jimara zêde ji partiyan bûye pirsgirêkek mezin, her partiyek bi tenha xwe pirsgirêkeke, çimkî ne li hev kirina wan di xalên sereke de pirsgirêkek bi serê xwe ye, û bandora xwe li çarenûs, biryar û yekrêziya gelê kurd dike. Bêtara herî mezin ew e ku jimara endamên hin partiyan nagihê jimara tîmeke gogê, texmîn dikin ku bêyî wan pirsa gelê kurd çareser nabe û ne li ser destê wan be Kurdistan rizgar nabe, êdî dibin pirsgirêk. Mirov bi hesanî dikare bêje; wek ku partiyên R.K bi pirsgirêk û nakokiyên navxweyî ve mijûl bûne, ewqasî rû bi rûyî dijminan nebûne. Nimûne gelek in, lê hema di pênc salên borî de ku li Sûriyê bi gitî oreek li dar e, pêwist bû partî yekrêz û rêkeftî bin, gelek rêkeftin hatin imze kirin, wek; Hewlêr 01, Hewlêr 02, Desteya Bilnd, lêvegera Siyasî û rêkeftina Duhokê, lê mixabin hemû bi ser neketin, û partî ji hev û du belawela bûn, hin tev li ENKS bûn, û hin tev li Tev-Demê bûn û hinan jî Hevbendiya Nitimanî ya Kurd li Sûriyê damezirandin. Hersê dezgeh jî ne li hev in, lê belê her dezgehek texmîn dike ku ew bi tenê li ser riya rast e û yên din a û li ser riya xwar in.
Di pênc salên borî de, rewa R.K ji her kurdekî re diyar e. Ji ber ku partiyan nikarîbûn an jî nexwestin li hev bikin, pirs û biryar û çarenûsa gelê kurd winda, bênirx û bê bandorma. Partiyan nikarîbûn rêberiya cemawerên kurd bikin, nizanîbûn qonaxê bixwînin, nikarîbûn xwe biguherînin, her wiha nikarîbûn bernameyek zelal boyî çareserkirina pirsa kurdî li Sûriyeyê bidin pê, û di gelek wextan de bi hev ketin, hevûdu tune û qedexe kirin, ev yek bû egera ku gelê kurd bê rêber û bê çare bimîne, êdî koçber bû û li gelek welatan bû penaber.
Di 26/10/2011an de, perçebûna yekrêzî û helwest û gotara kurdan destpêkir, wexta Pyd dev ji kongireyê damezirandina ENKS berda, û çû tev li Heyeta Tensîq bû. Xwezî bi wilo tenê, êdî erê hevûdu kirin. Jixwe di dûv re Pyd kanton ava kirin û bû deshilat, wê deshilatê mafê mirovan bin pê kir, çalakvan girtin, kutin, xwepêandanên li dijî rêjîmê qedexe kirin. Û çimkî di rêbaz û naveroka kantonan de titekî diyar boyî netewe û mafên rewa yên gelê kurd tune, êdî pirsgirêk di navbeyna Tev-Dem û ENKS de dijwartir bû, pyd zor û zext danî ser rewa jiyana rojane, endam û alîgirên ENKS girtin, sirgûn kirin, di eynî wextê de, li Qamilo wek nimûne rêjîm çi dike nake pyd bêdenge. Pyd zarok bi zorê birin lekeriya xwe ya neçar û qedexe kir Pêmergeyên Roj derbas bibin û berevaniyê di ber xak û xelkên xwe de bikin. Di eynî wextê de, pyd wek deshilat bi tenê guh da siyaset û lekeriyê, û jiyana rojane û peyda kirina pêdiviyên jiyana rojane pitguh kir, êdî rewa jiyana rojane aloztir bû, nan nema, av nema, êdî kurd penaber û koçber bûn.
Di vê qonaxê de, û di encama tecrubeya kesane de, gelek caran tê bîra mirov ku, eger ENKS, yan jî partiyên din deshilat bûna, bêek wê ne bi gelekî ji pyd batir bûna, helbet emê li diktatorî û kiryarên Pyd poman bibûna. Yaho ``sîrek nare qûna wan``, hema wek nimûne ku mirov wan rexne dike, dibêjin: hûn kîne me rexne bikin, yan devê xwe bigrin û yan jî fermo vegerin û ûna me bigrin.
Li dawî, di encama pênc salên borî de, partî bêtir ji siyasetê welatparêziyê dikin. Welatparêzî jî ne siyaset e, mirovê ne siyasî be wê tim û tim bê xapandin, û wê nikaribe mafan bistîne. Û xala herî dawî ew e, taku pirsgirêk û nakokiyên navxweyî yên partiyên R.K çareser nebin, û eger hat û Sûrî perçe jî bibe, wê gelê kurd negihê mafê xwe.
Hollenda,16/02/2016
www.qadoserin.com





Cih ev ne j hatiye: Welat me
http://www.welateme.net/kurdi

Ji bo v ney navnan:
http://www.welateme.net/kurdi/modules.php?name=News&file=article&sid=4254