
Berxê tov
Dîrok: ÇáÎãíÓ 11 ÝÈÑÇíÑ 2016 Mijar: Nûçe
Qehreman M.Axa
berê , di dema koçerîyê de û xwedan kirina kerîyên pez de , û pištî werzê zanê û meznbune berxan de, berxên nêr di hatin frotin û yên mê di hatin xudîkirin û di bûn kavir di nav pez de , lê xwedîyê bezî berxekî bedew û sibehî ji nav berxan di (neqan) din ,û xwedîkrinek taybet lê di girin , ta bibê Beran , û pîštre ,di berdan nav pez ,bo gon bi xwe .
Deme ez vegeriym mala xwe , (kurdistan a surya)bištî nêzîkî du salan durî welat , biraderkî min ê hêja hat serdane min kak Hisên bavê Baz , yê ji wan kesê ku me demek dirêj bi hevra derbas kiribu , çi di karê wezîf ê de , li širketa betrola rimêlan , yan di xwendina zanko ye Beyrut ê de , ji bilî hevaltiye me û xebate me di rêxistinek sîyasî kurdî de , û berdewamia bêwendîyên civakî di nav bere me de . Bištî bi xêr hatina , Me li rewša hev pirsî , me soz de em hev bibînin , imekî civate me geriye bu û gelek mêhvan rûništî bun . heîve Payîza talî ye , Dema ez li bajarê Qamišlo di geriyam , ez li wî rast hatem li kolaneke ku tirmbêlê( otomobîl,Fox) aliyê qubletî bajêr (gundin Erebe) rawestiya ye , li bendê swarbûnê ye , pištî silavê , ....min pirs kir : Xêra bi ku de bira , tê bi van re bi kuda herê.? Bi dil suzî got , ezê herm li ser érdê xwe bo çandiniyê li qwbletî herêmê , di deme geleke dev ji biške xwe berdan li wan deveran , bo rewša aramiyê . Peštî bersiva min , got : min bihîstî ye ku zarokê te jî çune li derva ( penaberiyê) .? Min got : raste .... got : ma kes ji wan neme , hemî çun ..!! Mi got : belê. ... Li min vegerand û got : ez xemgînim bi cuna wan ... û ji te ne (razî) me ..... Ya ho û bi keser , ma te yek ji tov re ne di hišt ....?! min di xwest ji re bêjim kaka zordestiyê û beryarên çewt ji rêveberiya alîkare rêcîme xwînxwar hišt xortê me bi kevin mešextê de , û bi bin qurban ji pirojeyên dagîrkerê kurdistanê re , lê,? (Fox)e wan birêve çu berî ez bi axivêm , herweha, pištî xwestine xatiran . 7/2/2016 Deutschland .
|
|