Nazl Xell (Diya Fad) jinek ji welat min e
Drok: 05 2016
Mijar: Ne



 Konê Re

Tevî jiyana gundîtiyê, cehalet, nexwendin û perîaniya ku civaka kurdên Beriya Mêrdînê têre derbas dibû û dibe, Jina kurd li kêleka merê Kurd berxwedanek bê rawestan derbas kiriye û dike. Wê, ew qonaxên cetin û dijwar, bi wefadarî û serketin li pit xwe hitine.. Wiha jî li gor pêketinên demê û teknelojiya nû, salên kevin yên cehalet û nezaniyê bi zanînê guhertin.
Raste wek ku hatiye gotin (Jin nîvê civakê ye), lê tevî ku civaka me kurdan seqet bû, civakek ne azad û serbet bû, di bin destê dagîrkeran de dinaliya, wê jinê bedariya zilamê xwe di tev warên jiyana rojane de dikir, wiha jî gelekan ji wan jinan, di gelek waran de nav û deng bi van xisletan daye wek: Merdî, mêranî, zanîn û humendî, wefadarî, deyax û cangorî.

Belê sebaretî malbata Reîd Abdulmecîd û kebaniya wî Nazlî Xelîl, ya ku bi navê (Diya Fûad) tê naskirin, ji van yekan tevan bi cuda ye. Cudabûna wê ku guhdana wê bi rewenbîr, nivîskar, helbestvan û dengbêjên gelê wê heye.
Ma kî ji çîna rewenbîr, helbestvan û hunermend di nav kurdên Sûriyê de heye û Diya Fûad (Nazlî Xelîl) û rêhevalê jiyanê wê Reîd Abdulmecîd nas nake?
Ev jina kurd ya ku hezker, pitgir û alîkara nivîskar, helbestvan û hunermen û welatparêzê kurda ye. Her wiha alîkar û pitgirek bû ji qutabiyên kurdan re di zankoya Helebê de.

 

Diya Fûad jinek ji terzê xêrxwaz, mirovhez û welatperwer e. Wek ku min gotiye, gelek jinên kurd bi xisletên mêraniyê, merdiyê û serokhoziyê hatine naskirin, lê Diya Fûad ji wan cuda ye. Wê bi hezkirina xwe ji hunermend, helbestvan û nivîskarên kurdan re nav û dengê xwe belav kiriye. Mala wê li Helebê xwe hêlîn bû ji wan re û di serê tevan de seydayê Cegerxwîn, Hamid Bedirxan, Reîd Hemo, Mehmûd Ezîz û yên mayî..
Di destpêka salên 1990î de, dema ku nivîskar û helbestvanên kurd ji Ermenistanê hatin nav kurdên Sûriyê, mala wê li Helebê xwe senter bû ji wan re. Ji kesan ku lê bûne mêvan û alîkariya wan kiriye: Qenatê Kurdo, Eskerê Buyik, Tosinê Reîd, Tîmor Xelîl, Eliyê Abdulrehman û gelekên din..
Di serdanek wê de, berî çend salan ji bajarê Qamilo re, ez ligel çûm serdana gora Seydayê Cegerxwîn. Dema ku em derbasî ser gora Seyda bûn, wek yekê ku bi sir bikeve, dest pê kir û helbestên Cegerwîn gotin:
Cegerxwîn im ji van derda, li meydanê xwe zû berda, di nav bahoz û bagirda..  Û pêde çû û got: Min ji bo we gelek tit, min dîwan û hin bivit, gul ji avê bûye mit.. Ez nizanim çi bêjim?! Û ji min fitilî û got: Konê Re! Ez jî nizanim çi bêjim.. 

 

Pitî kirîza Sûriyê, diya Fûad jî, wek gelek xelkên Sûriyê ji neçarî koçberî welatê Swêdê bûye, jiyana xwe bi kul û xem, di nav hisreta Efrîn û Helebê de derbas dike. Belê xema wê ya mezin ku careke din Efrînê bibîne û dûrî Efrîn koça dawî neke.. Li gor ku ez agahdarim ew di rewek derûnî ya nexwe de derbas dibe..
Nazlî Xelîl (Diya Fûad), di sala 1938an de li Efrînê, çêbûye.
Ez temenekî dirêj di xweiyê de jêre hevî dikim.
Hêjaye gotinê, pitî kockirina helbestvanê navdar Hamid Bedirxan, wê tev berhemên wî li ser hesabê xwe bi Erebî û Kurdî çap kirin û bela li xelkê belav kirin.
Dawî bi dengekî bilind dibêjim; Nazlî Xelîl (Diya Fûad) jinek ji welatê min e.

Konê Re, Qamilo, 05.02.2016







Cih ev ne j hatiye: Welat me
http://www.welateme.net/kurdi

Ji bo v ney navnan:
http://www.welateme.net/kurdi/modules.php?name=News&file=article&sid=4246