Ji Evna Rojn Kevin -25-
Drok: 01 2015
Mijar: Ne



Konê Re
 

Wek berê jî min gotiye di gundê min de kesî bi zimanê erebî nizanîbû, lê hina zanîbû Quranê bixwînin, bê ku jê fam bikin. Dor 40 malî li gund hebû, xelkên wan malan tev bi hev ve girêdayî bûn; di nexweiyan de serdana hev dikirin, di ahiyan de bedariya hev dikirin, biçûk û mezinan hev nas dikirin, her malekê rewa mala din ya aborî, civakî û problemên wê nas dikir. Alîkariya hev dikirin, hev diqedandin û pere bi deyin didan hev.. Ku metirsiyek bihata ser gund, tevan bi hev re bervedêrî di ber gundê xwe de dikirin.. Ez nabêjim ku zikreî, çavnebarî û nakokî di nav gundiyan de nebû, ew jî, ji ber xeîmî, feqîrî, cahalet û nezaniyê bû..


Ji rexekî din ve xelkên gundê min jî, wek pirraniya xelkên gundên Beriya Mêrdînê, her êvara pêncembê jin û kalemêrên gund diçûn ser gir, serdana miriyên xwe dikirin û pêre jî îva miriyan li malên feqîr û belengazên gund belav dikirin.. Di gundê min de roja çarembê wek roja bêhinvedanê bû, di vê rojê de kesî cil, caw û serê xwe nediût.. Hem jî, li gor baweriyên xelkên gund çenedibû ku kes avê bi ser agir de dake an tif li agir û agirê tifikê bike, digotin gunehe..! ku hin ji hev aciz dibûn, wek van gotinên nexwe ji hev re digotin: (Ûcaxê te vemre), (Ûcaxê te kor bibe), (Mala te li mîratê bigere).. an ji hev re digotin (Filankes ûcaxê wî hene, xwe jê bistirînin) û wiha gelek ji baweriyên di vî terzî de mezinan ji hev re digotin. Hingî, ew pêketina ku li bajarê Qamilo hebû hêj negîha bû gundê min û nû Radiyo û Fonograf derdiketin.

 







Cih ev ne j hatiye: Welat me
http://www.welateme.net/kurdi

Ji bo v ney navnan:
http://www.welateme.net/kurdi/modules.php?name=News&file=article&sid=4153