Rewþa xwendinê li herêmên Kurdî?!
Dîrok: ÇáÓÈÊ 12 ÓÈÊãÈÑ 2015
Mijar: Nûçe



Dr. Rozad Elî

Nifþê nû ji lawên gelê Kurd bi hezkirina xwendin û zanînê naskirî ye.
Li salên pêþîn, û li hemî bajar, bajarok û gundên herêmên kurdî li Sûryê, bi sed hezaran keç û kur ji her sê astên xwendinê, seretayî, amadeyî û navendî, diçûn dibistanan, xwendina xwe dikirin û hêviyên siberojan ji xwe, ji dê û bavên xwe û ji welatê xwe re ava dikirin. Bi hezaran jî, keç û xortên li zanîngehên Sûryê û li welatên biyanî xwendina xwe dikirin û fêrnameyên bilind di hemî warên zanînê de bi dest dixistin. Piraniya xelkê me yê Kurd, xwendina zarokan wek erkekî netewî didît û hîn jî wilo ye. Ew di vî warî de þîretên zanayên xwe digirin û dibêjin ((bê xwendin û zanîn milet bi ser nakevin)). Ew jî rastiyeke dîrokî ye, berê, îro û sibe jî rast e û di cih de ye .

Lê mixabin, di rewþa qeyran û bobelata Sûryê de, bi taybetî jî di van du salên dawîn de, wekî çawa gelek warên jiyan û civaka Sûrî wêran bûne, rewþa xwendinê jî ziyaneke pir mezin û giran dîtiye.
Li gora gelek serhjmaran, di nava çar salan de, bêtirî du milyon keç û kurên Sûrî ji xwendin û perwerdeya hemî astan bêpar bûn û derfetên bidestxistina xwendinê ji dest çûne.
Rewþa xwendin û dibistanan li herêmên kurdî jî ji navçeyên Sûryê yên din ne çêtir e. Ew jî bi agirê qeyrana Sûryê diþewite û wêran dibe. Di gel ku rewþ li herêmên kurdî, ji bilî Kobanê, aram in, dibistan wêran ne bûne û piraniya mamoste û karbidestên perwerdeyê hîn li ser karên xwe ne, lê rewþên bê ewle, astengên jiyanê, miþextbûna xelkê, derketina ji welêt, nemana saziyên dewletê û gelek tiþtên din jî, dikin ku rewþa perwerdeyî zor xirab bibe û wek me got, bi sed hezaran þagirt, xwendekar û zarokên li derveyî dibistanan bimînin, ji karê perwerdeyê dûr kevin û siberoja wan û welêt jî ji dest me hemiyan biçe.  
Li devrên me yên kurdî pirsgirêkeke din jî hatiye meydanê, ew jî fêrkirina bi zimanê Kurdî ye. Em tev dizanin, ku ew daxwazeke sereke û kevin e ji daxwazên gelê Kurd, û mafekî rewa û bingehîn e jî. Lê rewþ û derfetên ku niha ji niþkave peyda bûn, ketina zimanê kurdî ya yekser û bê amadebaþî di dibistanan û di hemî mewadan de û hilanîna zimanên mîna Erebî, Îngilîzî… ji polên destpêkî, van tiþtan hêþtiye ku veciniqandin û niþkaviyeke bê amadebaþî li ba zarokan û xudiyên zarokan jî derkeve meydanê. Piraniya xelkê me dibêjin, ku hîn rewþ li Sûryê bi tevahî  ne zelal e, û kesek li zimanê me jî mikur nehatiye, loma zarokên me wê çawa û li kû xwendina xwe berdewam û bi serî bikin?. Sûryê di nava gergerînkeke mezin de ye, kesek nizane sibe wê çi bibe û rewþ wê çawa bigerin û bi kû de biçin. Loma jî, ya çêtir ew e, ku rêbazênminhac ku berê di dibistanan de dihatin xwendin wek xwe bimînin, û mewadine din bi zimanê kurdî lê zêde bibin; mîna ``ziman, dîrok, xaknîgarî û h.w.d``. Nêrîn û daxwaza piraniya xelkê wiha ye, loma jî, gerekî kesên ku li navçeyên kurdî xudî biryar in û karnava perwerdeyê bi rê ve dibin, bi çav û dilekî vekirî li nêrîn û bawriyên xelkê xwe binêrin û wan piþguh nekin. Ji ber ku biryara dawîn gerek e ya xelkê û dê û bavê zarokan be, çinkî partî, rêbertî, êdyolocî û hemî tiþtên din diçin, lê gel dimîne. Paþeroj ji wî re ye û di destê zaroyên wî de ye, gerek e çêkirina wê û avakirina welêt jî di destê wan de be.
Di vî warî de, ne veþartiyek e em bêjin, ku beþekî mezin ji kesên ku welêt berdidin û bar dikin, xwendina zarokên xwe wek behane dibînin, û siyaseta perwerdeyî ya ``rêberiya xweser`` jî wek sûc û sebeb didin xuyakirin.
Gerek e di van rewþên dijwar û awarte de, ji bo bedestxistina xwendin û zanînê, çi ji destê me derkeve em bikin, zarokên me bi çi zimanî diwxînin bila bixînin. Bila em di pirsa perwerdeyê de nelezînin û xwe þaþ nekin. Ji ber ku zaroyên me û paþeroj wan berdêlê didin, ew jî siberojê dixe nava mij û dûmanê.
…………………………..






Cihê ev nûçe jê hatiye: Welatê me
http://www.welateme.net/kurdi

Ji bo vê nûçeyê navnîþan:
http://www.welateme.net/kurdi/modules.php?name=News&file=article&sid=4138