Menal Alano menal
Drok: 06 2015
Mijar: Ne




Narîn Omer
narinomer76@gmail.com

Alanê min
!
Razana li qiraxa bêbextiyê
pir li te xwe dihat
Herdû  destên te epolên
derya ya bê merwet  ditîtin
bask û perîk
cendikê te…

giyanê xwe di ferebûna deryayê de
hizir dikir û çavên te mezinbûna xewneyan
di nexe ya mezinbûna xapên deryayê de
bi deng û reng dikirin
lê te nedizanî kû pîlanên mirinê
ji hemî epolan bihêztirin
Erê "Xalib"
Tîrêjên girnijîna çav û lêvên te
Tovê aramiyê di dilsariya
"Dê û bavê" we de diçandin
Rîhana narvîn nenas!
Pêlanên keysbaziyê daxwazên te
erezoyên te daqurtandin û
mîna dergûê ji "Alan" re û
landikê ji "Xalib" re nîandan
Lewra te xwe didît periya derya yê û
te ji bîr kir kû ew tiliyên "ahê mirinê" bûn
dergû û landik di hejandin.  






Cih ev ne j hatiye: Welat me
http://www.welateme.net/kurdi

Ji bo v ney navnan:
http://www.welateme.net/kurdi/modules.php?name=News&file=article&sid=4134