MERAQ
Dîrok: ÇáÃÑÈÚÇÁ 02 ÓÈÊãÈÑ 2015
Mijar: Nûçe




Merwan Berekat

Wekî çawa meraq dikim
ku li ser her mijangeke yarê
helbesteke coþê bihûnim
her weha jî meraq dikim
li ser her peleke zêtûnê
          nameya pakrewanekî… 
                                 nîgar bikim


Pir meraq dikim
li ser zimanê yarê
          peyvan payî bikim
û li ser lêvên wê
maçan serxswþ bikin
her weha jî...
pir meraq dikim
ku vê axê ji girî hêsayî bikim
û riyên koçberiyê
          li nava deryayên xapînok…
                                        bigerînim
Çendî meraq dikim
di çavên yarê de winda bibim
û di neynika çemê Efrînê de..
                        xwe û wê bibînim
Piiiir û pir meraq dikim
ku xewnên evînê
di hemêza yarê de hiþyar bikim
û çendî meraq dikim
bi telbîsê axa welêt
                 hêviyên xwe geþ bikim
Zoooor.. zor meraq dikim
awirên yarê
min dîîîîn... dîn bikin
û ez di dawa Kobanê de
                   têêêr.. têr bigerim
Ji meraqê pirtir meraq dikim
ku tenê þevekê
serê xwe dînim ser sîngê yarê
û guhdariya...
           pêlên dilê wê bikim
belê...
û her weha jî meraq dikim
em bi hev re
ji gewriya Dicle
           mistek av vexwin
Çendî meraq dikim
di xwîna her Kurdekî de
meraqa koçkirinê
           bidim niþkekuþtin
li hidurê welêt
û di reþika çavên yarê de
                werim zîndankirin.
Efrîn: 30. 08. 2015:







Cihê ev nûçe jê hatiye: Welatê me
http://www.welateme.net/kurdi

Ji bo vê nûçeyê navnîþan:
http://www.welateme.net/kurdi/modules.php?name=News&file=article&sid=4131