
Geþteya Çivîkên penaber
Dîrok: ÇáÃÍÏ 16 ÃÛÓØÓ 2015 Mijar: Nûçe
 Ronî ELÎ
Min welatekî bê sînor Bê xewnên ku derlingan þildikin Li ser rûpela dêmên Yarekê Bi xameke Ku ji girêza tîqtîqa mendalekî bê landik Ji berî zayînê
Hino hino Wênekêþ dikir Min nedixwest Ji hinavên Talîzokekê Bihna jiyanê Bi ser sînga Dayîkeke bê hinav de Berdim û bikþînim Ne jî Di koziya karwanê têkçûnê de Li awaza keçeke bê bext Bi dîloka "dilo hûwe" Bibim guhdar Da li ser darbesta koçberiyê Nebim dergevanê rondikên Çavan Û teneyên gerdenê mirinê Di livîna penaberiyê de neveþêrim Min divê Yareke bê dil Bê nameyên dilketinê Li ser daniþtoka guvaþên qêrînan Weke peykerê þeydê Li ber deriyê Holka koçberiyê Bilind û berz Daçikînim Da li serê her sibehekê Ji kolanên mirinê Destmala Dîlbereke lêv þikestî Rahêjim Û bi ser peykera dil de Weke duriþmeya wêranê Berdim Û her û her Di bin baskên strana Bayê reþ Bi kevanê Þengal Û Kobaniya xembar Limêja Evîneke bê ziman Bi refên Kewên Guzel re Weke sirûda "Hey welato" Bixwînim ... Ezberkim Û li darxim Min divê li ser piþta keserekê Guliyên te Ji ahînên dûrketinê Bihûnim û birêsim Da ji xewn û sawiran re Weke Pirekî li dar Û geþteyeke Ku di lêvên kendavê de Çivîkên penaberiyê hembêz dike Çîrokên Jinebiyan Qîrîna Dergûþên Ku di kolanan de lal mane Û dilopên xwîna cangoran Di tirsa Þevên dorpêçkirî de Di bin Darên pel þewitî re Bi gupgupa dilên þkestî Weke hilmeke ji welat Birêkim û di rê kim Da sîng û berê te Ji bîranînên wêranê Miþt bibin Û bê par nemînin 1182015
|
|