Li ser ( Gora leşkerê nependî )
Dîrok: ÇáÃËäíä 03 ÃÛÓØÓ 2015
Mijar: Nûçe




Ibrahîm Elyûsiv
Wergêr: Mihemed zekî Mihemed.

1- Leşker bi xwe:
Piştî neha
Ne pêwîste ku tu
Piştevvaniya Rûbervanê
Şaredariyê bixwazî

 Ji ber ku di her mistekê
di her kolanekê,
taxekê,
Gundekî,
Yan bajarekî de
Gorek ji
Leşkerê nependî re
Çêbûye.

2-Niştecî:
Û çi piştî neha
Li ser gora
Niştecî?
3-Gel:
Goreke fireeeeh û nependî
Rojgarên cîhanê lê belav in
Dema ku
Nîvê şêniyên welatê min
Li derveyî wê
Mane.
(pozbenda navdewletî)
Kesî jê ne pirsî
Şeva wê
Berî ku mafê Vîto bikarbîne
Di riwê bikaranîna Çekên
Kîmawî
Ji sedema piştigiritina wî
Bi vê Pozbenda
Teknîk bilind....!
 






Cihê ev nûçe jê hatiye: Welatê me
http://www.welateme.net/kurdi

Ji bo vê nûçeyê navnîşan:
http://www.welateme.net/kurdi/modules.php?name=News&file=article&sid=4112