Ber bi pirojeya kurdistan isteratck de.. Xelek 34.. Pirojeyn herm bijareya me ya isteratck
Drok: 16 2015
Mijar: Ne



Dr. Ehmed Xelîl
Werger: Heyder Omer

Hizrên talanê yên împeretorî:
Em bi kûrahiya dîrokê de naçin, tenê emê ji sedsala (1k / 7z) de dest pê bikin. Li dirêjiya sêzdeh sedsalan sê netewan (Ereb, Faris, Turk), ji hêlên polîtîkî û çandî û aborî ve li rojhitata naverast destlatdar bûn, û enticênsiya van netewan xwe wek serdestên deverê didîtin, û çarenûsa gelên deverê dixistin destên xwe de. Piraniya wan xwediyên hizrên ovenîst faînîst bûn, xem û qisaweta wan ew bû, ku karîn û samanên gelan ji bo berjewendiyên xwe yên netewî bixebitînin.

Lê gelo pergala gelên rojhilata naverast çawa bû? Pergalên  Bilûan, Kurdan, Keldanan, Keldanan,Aûran, Mendaiyan (Sabîe), Suryanan, Maronan, Qibtan, Emazîxan, Efrîkayên Sodanê û morîtanyayê çawa bûn? Welatên van hemiyan dagîrkirî bûn, çandên wan ên nitimanî qedexe bûn, bermayên wan hatibûn dizîn, karê wan jî berdestiya serdestê Farisî û Erebî û Turkî bû.
Tekawarte ew bû, ku Kurd di serdema Eyyûbiyan de hukumdarên hin welatên rojhilata naverast bûn, û hukumdariya wan derdora (80) salî dom kir. Lê rastî ew e, ku ew, li gor sdamezrêneran, tenê bi navê xwe dewleta Kurd bû, û nasname û çand û polîtîka wê erebî îslamî bûn, û Kurd û gelên din ji bo vê nasnameyê, û dij xaçeperestan xebitandin, û ola îslamê, bi sedema wê, li nav êlên Kurd belav bû, ewan êlên, ku wê hîngê bawermendên ola kurdî nitimanî (Ezdahî) bûn. Mebesta me zeredetî û yarsanî û eyzîdî ye.
Ji destpêka sedsala bîstem de, piraniya entilcêsiyayên Faris û Ereb û Turk xwedî hizra ovenîst in, û entilcênsiya Ereb-bûyîyên netewperst jî tev li awn bûn, û xwe kirin pêximberên netewa erebî.
Evan tevayan bi rikdarî xwastin ku pirojeyên serdestî bidomînin; berî pêî di riya êdologiya netewî faistî re hewl dan, ku pirojeyên xwe pêk bînin, lê gava têk çûn, hema bi lez ber bi îslamê de çûn, ji ber ku ew êdologiya talanê ya herî sûdar e; Farisan ala îslama îî, û Ereban û Ereb-bûyîyan û Turkan jî ala îslama sinnî hil dan, û herdu gurûp jî hewl didin, ku gelên misilman ber bi xwe de bikînin, da ji bo pirojeya xwe, û misogerkirina kûrahiya isteratîcîk taybet bixebitîne.
Rastî ew e, ku nakokiya navbera her sê pirojeyan, di kûrahiyê de, gelek tund e; nakokiya navbera her du pirojeyên Farisî û Erebî yekeke hevedudanî ye, rêbazî (sinnî û îî) û netewî (Erebî û Farisî) tê de tev li hev dibin, û nakokiyên rêbazî li Îraqê û Kuwêtê û Behrên û Erebistanê û Sûriyê û Lubnanê jî rûdawên wê nakokiya kûr in. Naka jî her du pirojeyên Erebî/Ereb-bûyî û Turkî li hember pirojeya Farisî hevrêz in, lê hevrêziyeke demdemî ye, gava metirsiya Farisî ji holê rabe, nakokiya navbera Ereban û Turkan dê derkeve holê.
Bi ser van her sê pirojeyan de, pirojeya çarem jî he ye; ew jî pirojeya Îsraîlê ye, ku armanca wê ew e, ku tevayê welatê cuhûyan ji destên Ereb-bûyîyan rizgar bike, û ji nû ve peykerê pêximber Sulêman li Qudsê ava bike.
Bijareya me ya isteratîcîk a herêmê:
Li hember van her çar pirojeyan, me çar bijare hen in:
Bê layane: Ev jî gelek dijwar e, ji ber ku alavên rêjîmên Farisî û Erebî/Ereb-bûyî û Turkî he ne, dikarin me tev li nakokiyên xwe bikin; ewana dikarin tabûrê pêncê, ku di nav misilmanên Kurd sinnî û îî de he ne, bihurhutînin, û dikarin behaneyên curbecur ji bo derstêwerdana lekerî bixebitînin (nimûne: pirsa Kerkûkê bi behaneya parastina Turkmenan, û têvedana  talankerên Daîê bi ser baûr û rojavayê Kurdistanê de).
Dijberiya her çar pirojeyan: Ev bijare gengaz e, lê ji hêla polîtîkî de ne pendiyar e, û ji hêla realîteyê de jî ne piratîkî ye, û bê sûd e. Divê polîtîka kurdistanî isteratîcîk bi vî awayî be: Yê ku bi me re li hev were, emê ji vê re li hev werin, yê dijmantiya me bike, emê hewl bidin ku wî bawerkirin bidin ku deriyê dostaniya me jê re vekirî ye.
Hevbendî li gel her çar pirojeyan: Di sîbera nakokiya her çar hêzan (pirojeyan) de, ev bijare bi carekê ne gengaz e; ew wek tev lihevkirina avê û êgir e.
Hevbendî li gel pirojeya herî kêm-metirsî: Ev biare gengaz e, li dive em nebin destek, wek hevbendiya Kurd bi sala (1514z) li gel pirojeya Osmanî sinnî bi serperetiya Sulatan Selîmê yekem li hember pirojeya Sefewî sîî, ku paê jî bi destekiya li gel dewleta Osmanî hate guhertin(1). Pirs ev e: Em bi kîjan hêzê re hevbend bin? Hevbendî li gel du hêzan gengaz e; ew jî dewletên kendava Farisî û Îsraîl in. Ev bijare li gor sedemên jêrîn layiq e:
1.Erebên kendavê ne beekî jî ji Kurdistanê dagîr nakin, damezirandina Kurdistana mezin ti ziyanê bi wan nake. Ereb-bûyîyên Îraqê û Sûriyê bahûr û rojavayê Kurdistanê dagîr dikin, û di navbera nerîna Erebên kendavê û Ereb-bûyîyan de cudahî he ye, vê lomê xweseriya baûrê Kurdistanê ti ziyanê bi pirojeya kendavê nake, bi ser de jî heye (belkî) hin rêvebirên dewletên kendavê vê yekê hêvî dikin, da pêrgî gefên Ereb-bûyên îe yên Îraqê nebin, her weha xwesriya Kurd li rojavayê Kurdistanê jî ti ziyanê bi pirojeya kendavê nake, ji ber ku xema rêvebirên wan dewletan ew e, ku Sûriyê nekeve mista pirojeya Farisî, an jî mista pirojeya Turkî.
2.Hizra Kurd ne yekeke talane ye, bi ser de jî Kurd ne xwedî pirojeya berfirehî ne, çi sinnî dibe, û çi jî îî yan netewî dibe, lew re jî Kurd ji bo dewletên kendavê ne jêdera sawê ne, û ne jî dê tev li egendeyên îeyan (yekemîn metirsiya li ser dewletên kendavê) bibin, ji ber ku piraniya wan sinne ne.
Tevî ku Kurd guh nadin polîtîkaya olî û rêbazê jî, lê isteratîcîka rêvebirên kendavê mêldariya sinnî dadigerîne, û ji bo vê yekê gelek diravan xerc dikin, û dê ji bo qezencikirina cînarê xwe; Kurdên, ku piraniya wan sinne ne, hewsdar bin, bi ser de jî ewana giraniya Kurd di têkiliyên herêmî de dinasin.
Vexwendina serokê Îraqê berêz Mam Celal Talebanî û serokê herêma Kurdistanê berêz Mesûd Berezanî sala 2010) bo Erebistanê, û rûmetkirina wan bi rima qeral Ebdil-Ezîz ji layê qeralê Erebistanê Ebdil-Llah Bin Ebdil-Ezîz de dide xuyakirin, ku rêvebiriya Erebistanê (mezintirîn dewleta kendavê) ûna Kurd di hevberiyên herêmî de ba dinase, û ev helwesta dewletên kendavê, bi sedema nakokiya sinnî û îî, dê hîn jî ber bi pê ve here. Divê em ji bîra nekin jî, ku ji bo hevberiya (tewazun) sinne û îeyan baûrê Kurdistanê, di salên bîstî yên sedsala borî de bi cefayên Îngilîstanê, bi ser Îraqê ve kiribûn.
3.Dewleta Îsraîl hêzeke rojhilata naverast a giring e, têkiliya li gel wê bi awayê hizra urûbî, û ne rewabûna dostaniya wê, ji ber ku Qudsê dagîr dike, çewt û ne rast e. Bi rastî jî Felestîn wek Sûriyê ne erebî bû, belê ew ji sedsala (2 b.z) de ûnwarê Ken-aniyan û Horiyan (ji pêiyên Kurd in) bû, û di navbera salên (1300-1000 b.z) de gelê Philist, ku ji hêla deryaya Îce de hatibû, tê de cih girtibû, vê lomê jî bi (philistia/fîlîsiya) hat navandin, û paê jî Îbraniyan dest dan ser, û li derdora sala (1000 b.z) ahniînek, bi rêvebiriya pêximber Dawod (Dêvîd) û kurê wî Sulêman tê de damezirandin, û di pey re jî Aûriyan û Keldanan û Romanan û Roman li pey hev dest dan ser, û dawî jî Erebên misilman di sedsala (7 b.z) de dagîr kirin, û hino hino bi derbasbûna sedsalan re niteciyên wê yên kevin hatin erebkirin(2).
Bi kurtahî, ne berjewendiya Kurd di dijmantiya Îbriyan de he ye, û ne jî ya Îbriyan di dijmantiya Kurd de he ye, berjewendiya isteratîcîk a hevbea ya her du gelan hevbindiya hevbe li hember dijminatiya hevbe diva dike, û eger rêvebirên dewletên kendavê xwe ji helwesta urûbî rizgar kirine, û careke din bi hûrbînî li helwesta xwe di tenga Îsraîl re, nerîne, û heye jî li duwarojê vê re hevbend bin li hember metirsiya Farisî, eger ewana wusa ne, ma çi heye nahêle Kurd jî bi wî awayî biramin?
                            Û çi dibe bila bibe, divê Kurdistan rizgar bibe.
                                   ******              ****            *****    
Jêder û çavkanî:
(1)     Yêlmaz Oztona: Tarîx El-Dewle El-Osmaniyye, 1/219.
(2)     Ebdilhemîd Zayêd: El-erq El-Xalêd, rû 381.Ebraham Malmat, Hayîm Tedmor: El-Îbraniyyon we beno Îsraîl, rû 68. Tewfîq Sulêman: Dîrasat fî hedarat xerb Asiya El-Qedîme: rû 93,94.     






Cih ev ne j hatiye: Welat me
http://www.welateme.net/kurdi

Ji bo v ney navnan:
http://www.welateme.net/kurdi/modules.php?name=News&file=article&sid=4084