Nivskar wergr Ehmed Qaz li Mehabad koa daw kir
Drok: 07 2015
Mijar: Ne



 Konê Re
 

Îro, 07.06.2015, bi dilekî xemgîn min nûçeya koçkirina nivîskar û wergêr mamoste Ehmed Qazî bihîst.. Ez ji Qamilo, sersaxiyên xwe ji malbata wî, ji tev gelê kurd li Rojhilat û ji tev rewenbîrên Kurdistanê re pêkê dikim.. 
Îro, 07.06.2015, mamoste Ehmed Qazî li Mehabadê koça dawî kiriye û sibe 08.06.2015, wê termê wî bi rêûresmekî mezin bê guhestin goristana Gelkoyê Zanayan li Mehabadê..


 Çilo min rehmetî Ehmed Qazî naskir? Berî 5 salan, di roja 18-22/06/2010 an de, digel hevalên xwe Derwêê Xalib, Deham Ebdulfettah, Mihemed Hemekoçer, Nafi Beyro û Bavê Selah, li ser daxwaza parlamentera bajarê Wanê, xanima hêja Gulen Orhan (Keça mîrê Miksê Nacî Orhan), em çûn Wan û Miksê ji bo 2 mîn Festîvala Feqiyê Teyran. Li hotêla ahmaran, ez çav bi anda ku ji rojhilat hatbû, ketim; Ew anda ku bi serokatiya mamoste Ehmed Qazî bû û ji van kesan pêk dihat: Dr. Qutbeddîn Sadiqî, Eta Nehayî, Kafî Elewî, Bahram Waladbaigî, Xatûn Nesrîn Caferî, Sîmîn Çayçî, Seîdi Qazî, Mohammad Alî Soltanî, Siware Fotouhî, Ehmed Behrî.. û wiha di wan rojan de me hev naskir û çend rojên xwe me bi hev re derbas kirin..
Di wê festîvalê de nivîskar û wergêr Ehmed Qazî, li ser navê anda kurdên Rojhilatê xwehaliya xwe, ji bo  lidarxistina vê festîvala Feqiyê Teyran anî ziman û diyar kir ku cara yekem ligel zext û astengiya li ser ziman û çanda kurdî, bi festîvalên weha pêî lê hatiye vekirin. Ehmed Qazî, di berdewamiya axaftina xwe de xwest ku hemû ziman û çand di nav serbestî û demokrasiyê de bijîn û hemû rewenbîr guhdanê li klasîkên kurdan bikin..
Serê malbata wî, rewenbîriya Kurdî û gelê kurd sax be..
Ev wêneyê me berî 5 sala ye.
Qamilo, 07.06.2015







Cih ev ne j hatiye: Welat me
http://www.welateme.net/kurdi

Ji bo v ney navnan:
http://www.welateme.net/kurdi/modules.php?name=News&file=article&sid=4077