Qamiþlo Gula Her Hêl û Deveran
Dîrok: ÇáÌãÚÉ 05 íæäíæ 2015
Mijar: Nûçe



Helbest bi zimanê Erebî: D. Edîb Hesen
Wergirandin : Þiyar Silêman


Ma ez te bi çi binav bikim
Gula her hêl û deveran
Xweziya min bi wê bilind-bejna te
Xweziya min bi wê pelûkirina hezkeran ji bo hêwirîna di kuncikekê ji dilê te de
Xweziya min bi wê bînfirehiya te beramber biyaniyan
Vehêse , xewke delala min, piþtî barên êþ û azaran


Xwezya min bi te,tu hêjî dikarî bi dijminên xwe þa bibî
Tu hêjî dikarî bîna gulên xwe yên bêhempa û kesnedî bi bayê sibê re biweþînî
Piþtî ku asîmanên te ji bîna barûdê westiyan
Tu ji her hêlê ve derbdayî yî
Xanima ku mirinê li paþ xwe dihêle
Wek kesên bi sirûda xwe bawer, xeml û xêza xwe liba dike
ew sirûda bi xemgîniya te ya þaxbelav tê surmekirin
gelo tu ji pelçima serpêhatiyeke Torosê jidayik bûyî
an ji berziya Araratê bi ser me de bariyayî
hêsirên te mîna giya û deþt û çîmenên te ne
dema tu wan laþên nazik û teze hembêz dikî
ew laþên miþt ji xewn û hêviyan
yên ku berû berbanga ronahiyek dûr de birê dikevin
vehêse, raze delala min
ew valahiya qadê tev ya te ye
ew xwîna di ber xemgîniya te ya bilin de hatiye rêtin ..tev ji te re ye
ew karwanên qurbaniyan yên ku li bejna te diherikin tev yên te ne
ewqas guleyên ku laþan,  bi zaravên wan dixwînin tev yên te ne
û nêrgizên þaristaniyê dema fîzîna hovîtiyê dibare jî yên te ne
her gotinên ku îro di çavên axê de
dema di nav destên dildarê xwe de bînvedanê dike 
tev ji te re ne
mîna dayikekê ku pêçekeke dêrîn di bîra xwe tîne
ker û lal in em  li hember birîna te ya nehînî
tu ye ew keleha evînê ya ti carî zikreþî nikare pêve hilpirike
ger ne li bilindahiyê bî, ticarî tu nayê xwendin
û em lal dimînin heta ku em bi cendekan di tariyê de
serê xwe diþon
tenê xwîn diçirisîne û ronahiyê dide
û tenê kesên ji nêrgizan hezdikin dikarin reng û bîna xemgîniya windabûyî bixwînin
Qamiþlokê …… va em gihan te …bela dilê te ji me nemîne
Me careka dî  radestî pencên bêhêvîbûnê neke.







Cihê ev nûçe jê hatiye: Welatê me
http://www.welateme.net/kurdi

Ji bo vê nûçeyê navnîþan:
http://www.welateme.net/kurdi/modules.php?name=News&file=article&sid=4075