Feq y Tran.. Jiyan helbest helbestvan .. Xelek 14 (2/4) .. nn civak
Drok: 29 2015
Mijar: Ne



Heyder Omer
 

Di beê pêî yê ve xelekê de hat xuyan, ku  ramana civakî ya helbestvanê me ber bi semtên sayî û numa ve die. Û eger em bînin bîra xwe, ku di demên beriya helbestvanê me de înek an jî gurûpekî civakî yê bê karan li bajarên kurdistanê peyda bûbû, Dr. Nûredîn Zaza ewna bi (Ebebozan) nav kiribû[1], eger wan bînin bîra xwe, emê girîngiya banga Feqî yê Tîran, ku xelk ber bi kar de dikêa, binasin. Ewî bi wê bangê hem lomeyên giran ji wan kesên, ku dixwazin bê kar bimînin, û ji keda xelkê bijîn, dikir, û hem jî biha û nirxê kar dida xuyan.


Pê re jî emê bizanibin, ku fewdala Kurdistan, wê hingê, gîhabû dawiyê, û berê wê ber bi dagerînê ve bûbû, ji ber ku diyarbûna gurûpa (ebebozan) di civakê de, nîana gêrbûna fewdalîzmê û diyarbûna rengdêrên civaka sifîl a sermiyanîzmê bû. Evê yekê, ji sedsala sêzdem de li gelek bajarên Eropayê rû da, gava karkerên zeviyê bazdan û ber bi bajaran de ûn, û rist û berhema zeviyê, ku li ser milên wan bû, ikest in. Nivîsevanê pêgotina Memê Alan dibêje:
Peydabûna tebeqeke civakî wek ya Ebebozan di bajaran de koeke dîrokî ye, û tê re pir welatên Ewropayî derbas bûne. Di babelîskên (sedsal) 13, 14, 15 û 16 an de bajarên Fransa û Îngilîstanê bi van kesên bê kar, serserî û erxwaz tije bûbûn. Sebeb i bû? Bi pêveûna bazirganî, senate û bajaran û bi xurtbûna hikûmetên merkezî, îqtaî (fewdal) sist dibûn û ne ma dikarin erê hev bikin. Ji lewre peyayên ku berê ji bo vî titî xwedî dikirin, ji cem xwe bi dûr dixistin. Wan jî berê xwe didan bajaran û tê de li karekî digeriyan…[2]
Lê mixabin dagîrkerên Osmanî û Sefewî, destên xwe dan ser Kurdistanê, û nehêtin (sînaet) û sermiyanîzm bi pê ve herin, da kar ji wan Ebebozan re peyda bibe. Bi sedema vê rewê têkiliyên fewdalî di civaka Kurdistanê de serdest man, û bandora xwe kiandin ser rewa aborî û civakî, pê re jî tîkên navbera înên civakî fireh bûn, belengaz belengaztir û dewlemend jî dewlemendtir bûn, û kêmasiyên  civaka fewdal, ku ji înên cûrbecûr peyda dibe, beloqtir bûn.
Tevî ku helbestvanê me bi awayê akerê grûpa Ebebozan bi nav nake jî, lê pêjna wan ji banga wî bo karkirinê, û helwesta wî li hember wan kesên, ku ji kar baz didin, tê. Her weha hebûn û cûrbecûreya înên civakî di civaka kurdî de ji helbestvanê ve xuya bû, ji ber ku gelek caran di helbestên xwe cudabûna navbera belengaza û dewlemendan, cemawer mîran de dide xuyan, wek ku em dibînin her du peyvên (jor û jêr) gelek caran di helbestên wî de dubare dibin:
Me li wa dewran bi dor.
Gelek jêr in, gelek bi jor[3].
Helbestvan bi zanebûn û pêdivî xwe dide kêlek wan kesên li jêr in, kêlek belengazan, ji ber ku bi xwe jî ji wan e.
Wêjeya mêldara cemawer û belengazan bû, di serdema Feqî yê Tîran de, ne di rojevê de bû, kesekî qala wê wêjeyê nedikir, her weha kesekî Feqî yê Tîran ber bi hêla îna jêr de nekandibû, tenê hesta mirovane, rêberê wî bû, ku didît awa kesên dewlemend keda belengazan ji xwe re dibin û bi kar tînin:
Ji kesîba kêf dikir dewletî[4].
Bi bandora vî hestê mirovane, ewî xwe da kêlek wan kesên sade û belegaz, ku  serdema wî guh nedida wan, û bi ser de jî zor û sitema giran dida ser wan:
Derdê keser gel bê qeyas.
Bendê merûm bê sûc binyas.
Ji zor zulmê nabin xilas[5].
Feqî yê Tîran bi vê yekê tenê nake, belê akere û sayî  ûna xwe, û xebata xwe li kêlek îna jêr; îna belegaz û kedkaran distîne, û xwe wek helbestvanê wan dide naskirin:
Ba û baran im.
Mij û dûman im.
Hogirê riya me.
Dengbêjê fiqar im[6].
Ev zelalî û akerebûna boûnê, ku xwe dide kêlek kesên jar û belengaz, her weha berê jî me dîtibû, ku di navbera rengdêrkirina biharê re jî dibe mêldarê dilên îndar; ev awayê ragihandina nerîn û boûnan dide xuyan, ku ev helwesta wî ne mêldariyeke helbestî ye, ku dixwaze dilên dewlemendan bi ser kesên xizan û belengazan de nerm bibin, belê helwesteke ramanî û civakî ye, ku helbestvanê me pê bawer kirî. Titê vê baweriyê li gel me dupat dike ew e, ku helbestvanê me lomeyên giran bi ser helbesvanên xizan de dibarîne, ew helbestvanên, ku ji mîran û hakiman re distêrin, û ber bi bermayên sifreyên wan de dibezin:
Hinek helbestvan û dengbêj.
Hem giyan û hem dilxizan.
Bo hakim û mîran distêrin.
Bê nirx û lomebar dimînin[7].
Lê tevî vê helwesta mirovane, û tundîtiya wî li hember zordaran jî, wî nikarîbû dûr bie, û kûrahiya dek û dolabên civaka fewdal bikole, têkeve nav înên wê civakê, û semta berwejendiyên serdarên wê civakê akere bike. Vê lomê nikarîbû wî tayê, ku berjewendiyên fewdalan û dagîrkerên osmanî û farisî pev re girê dide, bibîne.
Lê eger em vê boûna markîsizmî bihêlin, û bi awayekî din helwesta Feqî yê Tîran, di vê meydanê re, vekoklin, emê bibînin ku ewî gavên dirêj bi pê serdema xwe de û ye, û berê xwe dide tevayê cemawerê civaka xwe, giyanê welatperwerî û netewî li ba wan, li hember dijminan dihurhutîne, bê ku cudabûnê bixe navbera înên civakê:
Ez diherim ba cemawerê Kurd.
Wêrekiyê ji bo wan distêrim.
Ev e gotina min a dawî[8].
Feqî yê Tîran serdema xwe diderbirîne, di wê serdemê de têgehên civakî înî rû neda bûn, vê lomê ew dibîne, ku tevayê civaka xwe, digel hemî înan, bû ye dîla dagîrkirinê û kedxwarinê. Helbestvanê me, bi vê nerîn û helwesta xwe dikeve pêiya wan kesên realîteya gelê xwe naskirine, û di meremên dagîrkerên osmanî û sefewî gihêtiye, pê re jî dibe pêengê vê meydanê, û dengê wijdana komel, ne ya tekekes, û di derûnan de bi kûrahî deng vedide.

[1] Biner: Memê alan, weanên Riya Azadî, apa duwem, Köln/Elmaya. pêgotin, rû 31,32.
[2] Heman jêder, rû 32.
[3] Tenbûr, rû 11.
[4] Zargotina Kurda, be 2, rû 78.
[5] Tenbûr, rû 11. Xilas. Peyveke erebî ye, wateya wê rizgar e.
[6] Tenbûr, rû 21.
[7] Feqî Tîran: Gulbihar, Yêrîvan, rû 7. Me ev nimûne ji ber birtûka Prf Dr. Îzedîn Mistefa Resûl (Realîzma wêjeya kurdî) bi zimanê erebî, girtî. Vêlomê jî me ew ji erebî bo kurdî wergerandî.
[8] Jêdera navborî, rû 7. Ev jî ji ber pirûka Prf Dr. Îzedîn Mistefa Resûl a navborî hatiye wergirtin.






Cih ev ne j hatiye: Welat me
http://www.welateme.net/kurdi

Ji bo v ney navnan:
http://www.welateme.net/kurdi/modules.php?name=News&file=article&sid=4072