
«ZIMANÊ KURDÎ DI NAVBERA HÊVÎ Û ARÎEYAN» DE ... xelek (14)
Dîrok: ÇáÌãÚÉ 29 ãÇíæ 2015 Mijar: Nûçe
Deham Ebdulfettah Pêþgira "bi"di navbera Bêje û Bibêje de ……! Li gelek herêmên welêt raweya fermanî ji karê "gotin"bi þêweyê "bêje"tê xebitandin , li hin herêman jî bi þêweyê "bibêje"tê xebitandin . Derbarî duristî û neduristiya van her dû þêweyan jî gelek caran gotebêj , di nav rewþenbîran de germ dibe . Di vê pêvajoyê de pirs ev e : Gelo , li gora rêzikên rêzimanî , kîjan þêwe rastir û duristir e ?!
Em dizanin ku kar , ji hêla bêjesaziya teþeyê (formê) ve , dibin (3) beþ : -Karên xwerû (sade) . -Karên dariþtî (xurdezad) . -Karên lêkdayî (hevbend) . Raweya fermanî ji van her sê beþên karan ne wekî hev tê sazkirin . - Karên xwerû : Karên xwerû ew kar in , ên ku teþeya (forma) wan ji bêjeyeke rût (bê zêdebûn) û watedar pêk tê ,wek (çûn , dan , ketin , xwestin…) . Raweya fermanî ji karên xwerû li gora vê rêzika jêrîn pêk tê: [Pêþgira (bi) + binyata dema nuha + paþkoka kesîn (e , in)] Binyata karên dema nuha jî , bi van pêngavan saz dibe : 1-Kar di dema nuha de : -Çûn : Ez diçim -Dan : Tu didî -Ketin : Ew dikeve -Xwestin : Em dixwazin 2- Avêtina pêþgira dema nuha (di) û paþkoka kesîn (im ,î ,e , in) : - Ez di- ç – im = … ç … (binyat) - Tu di – d – î = … . d… . = : - Ew di – kev – e = … kev … = - Em di – xwaz – in = … xwaz … = Vêca raweya fermanî ya wan karên mînakan , li gora rêzika jorîn ev e : -Bi + ç + (e , in) = biçe , biçin -Bi + d + (e , in) = bide , bidin -Bi + kev + (e , in) = bikeve , bikevin -Bi + xwaz + (e , in) = bixwaze , bixwazin Karê (gotin) jî karekî xwerû ye , lê karekî dûreh e . Anku dema borî ji jêdera xwe "gotin"bikar tê : - Min got , te got…… Lê dema nûha û paþeroj , ji reha (koka) jêdereke winda , bi wateya "gotin", wek (bêjtin , bêjan…) bikar tê : - Ez dibêjim , ez ê bibêjim … . Li vê gorê , raweya fermanî ji karê "gotin"dê bi vî þêweyî pêk bê : - Gotin : Ez di – bêj – im = … bêj …
Raweya fermanî : (Bi + bêj + e /in = bibêje , bibêjin ) Bi vê yekê em dikarin tekez bikin , ku raweya fermanî ya rast û rewa , ji karê (gotin) ( bibêje) ye û raweya (bêje) bi þêweyekî gelêrî jê sivik bûye . Hinek birader dibêjin , ji ber ku dengê tîpa (b) di pêþgira (bi) û (b) ya karê (bêje) de , dûbare dibe (bi + bêje ) bo sivikbûnê (bi) tê avêtin û raweya fermanî dibe ( . .bêje . .) , li þûna (bibêje) . Bi dîtina min , ev nêrîn ne cîgirtî ye . Ji ber ku karê "birrîn"û "barîn"jî bi tîpa (b) destpê dibin , lê fermaniya wan , li gora rêzikê , bi þêweyê "bibirre , bibare"hatiye û nebûye "birre , bare", anku pêþgira (bi) nehatiye avêtin… .! 2- Karên Dariþtî : Karên dariþtî ew kar in , ên ku ji pêþgir û karekî xwerû pêk tên , wek (daketin , rabûn , vekirin… .) . Raweya fermanî , ya van karên dariþtî bêyî pêþgira fermanî (bi) pêk tê . Anku , li gora vê rêzika jêrîn pêk tê : - [Binyata dema nuha + paþkoka kesîn (e , in)] . Li vê gorê , (rabûn , vekirin ) : -Rab + e , in = rabe , rabin -Vek + e , in = veke , vekin -… . 3- Karên lêkdayî : Karên lêkdayî jî ew kar in , ên ku bêjesaziya forma wan ji bêjeyeke watedar an pirtir , b .jeyek . û karekî xwerû pêk tê , wek (avdan , serjêkirin…) . Raweya fermanî ji karên lêkdayî bi dû þêweyan pêk hatiye : 1- Bêyî pêþgira fermanî (bi) : -Avdan : Avde , avdin -Guhdan : Guhde , guhdin -Serjêkirin : Serjêke , serjêkin . Melayê Cizîrî dibêje : [1] " Guhde awazê neyê weqtê sema tên muxbeçe Fehmê razê ger dikî , çawa dinalin çeng û saz". 2- Bi alîkariya pêþgira fermanî (bi) : - Avdan : Avbide , avbidin - Guhdan : Guhbide , guhbidin - Serjêkirin : Serjêbike , serjêbikin - Derkirin : Derbike , derbikin . Li dûmahiya mijarê em careke dî jî tekez dikin ku raweya "bibêje"ew a rast û resen e û ya (bêje"bi þêweyekî gelêrî jê sivik bûye . Xanî dibêje : [2] " Bû keyf neþêm çi ez bibêjim [3] dêwane bibim duran birêjim ". Zêder (Veqetandek) û Nîþandekên Verêsê (tewangê)! Zêder , navlêkirina Seyda Reþîdê Kurd e . Ev nav lêkdayî ye , ji (zê + der) pêk hatiye û bi wateya ku zayenda navan ji hev cuda dike , anku navdêrên nêrza û yên mêza ji hev derdixe . Gotina "Veqetandek"jî navlêkirina Celadet Bedirxan e- Ew jî bi wateya ku navên corecor , ji hêla zayend û jimarê , ji hev vediqetîne- Çawa nav , ji hêla pendî û nependiyê- dibin dû beþ zêder jî , bi wê gorê dibin dû beþ : 1-Zêderên navên pendî (zêderên pendî) 2-Zêderên navên nependî ( zêderên nependî) a - Zêderên pendî (veqetandekên nas) ew zêder in , ên ku digihêjin navên pendî , zayend û jimara wan destnîþan dikin- Zêderên pendî jî ev in , "ê , a , ên" Ê : Ev zêder digihêje navên pendî yên yekjimarên nêrza : - Heval ê te bira yê min e - - Pismam ê te heval ê min e - A : Ev zêder jî digihêje navên pendî yên yekjimarê mêza : - Keç a Zînê xwendekar e - Ev dar a sêvan hiþk bûye ên : Ev zêder digihêje navên komjimara her dû zayendan (nêr û mê) , wek : -Kulîlk ên daran dibiþkivin -Dost ên me herî hûn in Berçav e ku ev zêder , ji bilî ku zayend û jimara navan destnîþan dikin , dibin alavên palvedanê [4] , navên palvedêr û berpal bi hev ve girêdidin : -Welat ê me ji hemû welatan þîrîntir e- -Zeviy a Temo avdayî ye: Nav û hevalnavan (rengdêran) jî bi hev ve girêdidin : -Zarok ên piçûk perwaneyên zêrîn in - -Kulîlk ên rengîn xemla buharê ne Hin caran zêderên pendî di hevokê de dûbare dibin , hingê zêdera pêþî wekî ku ew e (wek xwe) dimîne , ya dûwem , li gora watedariya hevokê , bi dû þêweyan berçav dibe: 1- Bi teþeya zêdera yekem û wekî wê jî navê Pêþîn , ji nav cor û celebên wî destnîþan dike û rewþekê (çi baþ , çi xirab) bi ser wî navî ve berdide , wek : -Birayê min ê piçûk xwendekar e -Hevala we ya zîrek nexweþ e Di mînaka yekem de , ji nav birayan birayê piçûk hat veqetandin ku ew xwendekar e- Di mînaka duwem de xuþka min a nexweþ zîrek e- 2- Zêdera dûwem bo rewþ û pesindanê tenê tê xebitandin , , hingê bi þêweyî "î"tê nivîsîn - Ev teþe "î"jî ne durist e ku bibe veqetandek , anku navekî ji celebên wî veqetîne : - Ey Xwedayê min î dilovan ! Di vê mînakê de , Xweda her yek e , tu cor , celeb , heval û mînak jêre nînin- Lê ku me bigota : (Ey Xwedayê min ê dilovan ) ,gerek xudayinî dîtir jî hebin- Ev jî ne durist e ku bê gotin- Wilo jî : -Ey dayika min î diltenk ! -Hey bavê min î têkoþer ! Çiku min bavek û dayek tenê hene - Mebesta min jî , pesindana wan e , ne veqetandin û danasîna wan e . - Rastnivîsa zêdera dûwem wateya hevokê , ya herî rast û durist berçav dike- Anku , eger zêdera duwem bi navê berî xwe ve bê nivîsîn wateyekê dide hevokê , lê ku cuda bê nivîsîn , hingê wateyeke dîtir dide hevokê , wekî ku em bibêjin : Dû mirov bi navê Bedirxan hene , Bedirxanê bapîr (mezin) û Bedirxanê nevî (piçûk) . Li vê gorê ku em bibêjin : (Kurê Bedirxan ê mezin pendeyar e) , bêyî ku em cihê zêdera "ê"destnîþan bikin , hingê em ê tûþî vê pirsê bibin : Gelo di wê mînaka çûyî de , yê mezin kî ye ?! Bedirxan e , yan kur e ?! Destnîþankirina cihê zêdera dûwem , wateya hevokê zelal dike û dide zanîn , ka yê mezin kî ye!- Anku , eger em zêdera dûwem "ê"bi navê Bedirxan ve binivîsin , hingê , yê mezin wê Bedirxan be : - Kurê Bedirxanê mezin---- Lê ku ew zêder serbixwe (cuda) bê nivîsîn , hingê wê zêder li "kur"vegereû rewþa "mezinayê) jî wê pê ve girêdayî be , anku yê mezin wê ew be : - Kurê Bedirxan ê mezin---- Cudahiya di navbera her dû wateyan de jî ev e: -Kurê Bedirxan ê mezin (Bedirxan mezin e) -Kurê mezin , ê Bedirxan (kur mezin e) Ev jî dide zanîn , çendî rastnivîsa kurdî bandorê li rastiya wateya wê dike - -Ji hêla rêzimanî ve jî , eger zêdera dûbare serbixwe bê nivîsîn , dibe cînavê pêwendî- Anku cihê navekî dî digire- Navê avêtî jî , ew navê pêþîn bixwe ye , lê ji bo ku dûbare nebe hatiye avêtin : -Birayê min ê piçûk xwendekar e -Xuþka te ya mezin mamoste ye -Hevalên me yên gundî dilsoz in Di van her sê mînakan de , cînavên pêwend "ê , a , ên ", cihê van navan (bira , xuþk , heval) girtiye- Çiku , reseniya wan hevokan ev bû : -Birayê min (birayê) piçûk xwendekar e -Xuþka te (xuþk a) mezin mamoste ye - -Hevalên me (hevalên) gundî dilsoz in Bi egera ku ji pêvajoya hevokan wateyên wan tên zanîn , ew her sê nav hatine avêtin û zêderên wan cihên wan girtine û bûne cînav . - Nîþandekên verêsê (tewangê) , yên navên pendî jî , herî ev in , (î , ê , an) : Î : Digihêje navên berverês yên nêrzayên yekjimar -Mala vî mêvanî li Hewlêrê ye Ê : Digihêje navên berverês ên mêzayên yekjimar : -Dibistana Zîn ê dûrî mala wêye - An: Digihêje navên berverês ên komjimara her dû zayendan (nêr û mê): -Konê Koçer an ji mûyê bizin an e b- Zêderên Nependî : Navên nependî , di rêzimanê de navên nenas in- Nîþandekên navên nependî , (ek , in) in- Ev nîþandek digihêjin navên pendî û wan dikin nependî : -Ev mirov hat dibistanê (mirov ek hat dibistanê) – nependî -Ev mirov hatin dibistanê ( Mirov in hatin dibistanê) – nependî
Berçav e ku ev her dû nîþandek (ek , in) bi dû erkên rêzimanî radibin : 1- Dibin nîþandekên navên nependî (nenas) , weku wan mînakên derbasbûyî . 2- Jimara navên nependî destnîþan dikin : Ek : Bo navên nependî , yên yekjimar bikar tê : -Mirov ek hat mala me (yek mirov) -Mêvan ek hat mala me (yek mêvan) In: Bo navên nependî yên komjimar bikar tê : -Mirov in hatin mala me ( geleg mirov) -Mêvan in hatin mala me ( gelek mêvan) Berçav e ku di van her dû mînakan de nîþandekên (ek , in) jimara navên nependî tenê diyar dikin , lê zayenda wan navan bi zêderan (veqetandekan) tên nasîn- Zêderên navên nependî jî , ev in : Î : Bo navên nependî , yên nêrzayên yekjimar bikar tê : -Pêjna mêvanek î biyanî tê- -Hevalek î min koçber bûye- E : Bo navên nependî , yên mêzayên yekjimar bikar tê : - Reþo mehînek e boz kirriye - Sîmav keçek e zîrek e (Î: E) : Bo navên nependî , yên komjimara her dû zayendan (wek navên yek jimar bikar tên) : "Î": (nêrza) : Min hespin î baþ firotin - Mirovin î dost hatin cem me - "E": (mêza) : - Fatê mirîþkin e qelew firotin - Min darin e sêvan çandin - Zêderên nependî yên dûbare : zêderên nependî jî , weku yên pendî , di hevokan de dûbare dibin û rewþa navên zêdera pêþîn destnîþan dikin : Î : - Mamosta þagirtekî xwe yî zîrek xelat kir - Fatê dîkekî sor î qelew firot E : - Sosinê hevaleke xwe yî jêhatî xelat kir - þevnemê Keçeke bedew î jîr e Zêdera nependî li pey navên nependî yên komjimar jî bikar tê : Nêrza : - Hevalinî min î (în) qenc penaber bûn -Þivaninî [5] mêrxas î (in) zana hene Mêza : - Keçine xwenda yî (yîn) jêhatî li vir in - Sêvine sor î (în) zer tên firotin [6]Diyar e ku ev zêdera nependî , ya dûwem erkê alava pêwendî "û"dibîne û bi wê rolê radibe- Anku , rewþekê dispêre rewþekê û her dû rewþan bi navê rewþdar ve girêdide , wek nimûne : - Min guleke sorî î bînxweþ çinî = ( Min guleke sor û bînxweþ çinî) - Sosin keçeke bejinbilind î bedew e = (Sosin keçeke bejinbilind û bedew e ) Lê carinan jî zêdera nependî rewþekê dispêre navê berî xwe , bêyî ku rola (û) ya pêwendî bibîne : - Min hevalekî xwe yî sozdar dît - Mehîneke Reþo yî beza heye Mîr Celadet Bedirxan derbarî zêdera navên komjimara nependî dibêje : && Herçî "e"ya " hespine sor" , ev "e"di eslê Xwe de "en"bû û "n" jê ketiye û li þûna "hespinen sor"îro dibêjin "hespine sor" [7]- Anku , reseniya "n"di van gotinan de "Bizinine , hespine , mehînine", "en" bû , lê bi dirêjahiya demê re "n"hatiye avêtin û maye "i", wek nimûne : Þêweyê Resen Þêweyê sivikbûyî
- Bizinin en Fatê mirin bizinine ---Fatê mirin - Hespin en Þêrko hene hespine---- Þêrko hene - Mehîn en Reþo hebûn mehînine--- Reþo hebûn Di raweya verêsê (tewangê) de jî navên nependî , ew jî wek navên pendî , bi heman nîþandekan tên tewandin- Nîþandekên verêsa navên nependî ev in , ( Î , ê , an) : Î : Digihêje navên nêrzayên yekjimar : -Dengê mirovek î biyanî tê min -Ev þopa lawirek î ye - Ê : Digihêje navên mêzayên yekjimar : - Pirtûkek ê bide min -Ez ê pênûsek ê bidim te An :Digihêje navên komjimarên her dû zayendan (nêr û mê) : -Ez û hevalin an , em ê herin seyrangehê -Dostin an ez vexwendime ahengê -Min li mala mirovin an , xwe veþartibû . [1] - Dîwana Cizîrî (Þirovekirina Zivingî)- Bergê yekem. Rû .(266). Heleb (1987). [2] - Ehmedê Xanî : Mem û Zîn – |irovekirina Emînê Osman. Çapa yekem- Bexda (1990)- Rû (64) . [4]- Palvedan : - Palvd.r : (Mudaf) - Berpal : (Mudaf [5]- Li hin her.minan bi þ.wey. (þivanine), bo nêr û mê tê bihîstin wek ( Hespin e, bizinin e) [6]- Hin caran zêdera dûbare ya komjimarê (î) bi þêweyê"în" jî bikar tê. Dibe ku "î" ji (în) sivik bûbe ! [7]- Celadet Bedirxan : Bingehên Gramera Kurdmancî Stokholm- (Nûdem)- 1994- Rû (52). Navên nependî , di rêzimanê de navên nenas in- Nîþandekên navên nependî , (ek , in) in- Ev nîþandek digihêjin navên pendî û wan dikin nependî : -Ev mirov hat dibistanê (mirov hat dibistanê) – nependî -Ev mirov hatin dibistanê ( Mirov hatin dibistanê) – nependîBerçav e ku ev her dû nîþandek (ek , in) bi dû erkên rêzimanî radibin :1- Dibin nîþandekên navên nependî (nenas) , weku wan mînakên derbasbûyî .2- Jimara navên nependî destnîþan dikin :Ek : Bo navên nependî , yên yekjimar bikar tê :-Mirov hat mala me (yek mirov)-Mêvan hat mala me (yek mêvan)In: Bo navên nependî yên komjimar bikar tê :-Mirov hatin mala me ( geleg mirov)-Mêvan hatin mala me ( gelek mêvan)Berçav e ku di van her dû mînakan de nîþandekên (ek , in) jimara navên nependî tenê diyar dikin , lê zayenda wan navan bi zêderan (veqetandekan) tên nasîn- Zêderên navên nependî jî , ev in :Î : Bo navên nependî , yên nêrzayên yekjimar bikar tê :-Pêjna mêvanek biyanî tê--Hevalek min koçber bûye-E : Bo navên nependî , yên mêzayên yekjimar bikar tê : - Reþo mehînek boz kirriye - Sîmav keçek zîrek e(Î: E) : Bo navên nependî , yên komjimara her dû zayendan (wek navên yek jimar bikar tên) :"Î": (nêrza) : Min hespin baþ firotin - Mirovin dost hatin cem me -"E": (mêza) : - Fatê mirîþkin qelew firotin - Min darin sêvan çandin - Zêder , navlêkirina Seyda Reþîdê Kurd e . Ev nav lêkdayî ye , ji (zê + der) pêk hatiye û bi wateya ku zayenda navan ji hev cuda dike , anku navdêrên nêrza û yên mêza ji hev derdixe . Gotina "Veqetandek"jî navlêkirina Celadet Bedirxan e- Ew jî bi wateya ku navên corecor , ji hêla zayend û jimarê , ji hev vediqetîne-Çawa nav , ji hêla pendî û nependiyê- dibin dû beþ zêder jî , bi wê gorê dibin dû beþ :1-Zêderên navên pendî (zêderên pendî)2-Zêderên navên nependî ( zêderên nependî)a - (veqetandekên nas) ew zêder in , ên ku digihêjin navên pendî , zayend û jimara wan destnîþan dikin- Zêderên pendî jî ev in , "ê , a , ên"Ê : Ev zêder digihêje navên pendî yên yekjimarên nêrza : - Heval te bira min e - - Pismam te heval min e -A : Ev zêder jî digihêje navên pendî yên yekjimarê mêza :
|
|