Îro, 15ê gulanê Roja Zimanê Kurdî ye
Dîrok: ÇáÌãÚÉ 15 ãÇíæ 2015
Mijar: Nûçe



Konê Reþ
 
   (Heçî em Kurd, me ziman, me zimanekî delal heye û em pê diaxivin, piranîya me ji vî zimanî pêve bi çi zimanî nizanin. Bi tenê divêt em hînî xwendin û nivîsandina zimanê xwe bibin. Îro hînbûna xwendin û nivîsandina zimanê  mader ji bo her miletî  êdî ne wezîfeka þexsîye, lê wezîfeka milîye jî, heçî bi vê wezîfê ranebûne, wezîfa xwe a milî pêkve neanîbe, bi kêrî miletê xwe nehatine ji bo ko mirov bikare  xwe ji miletekî bihesibîne  divêt bi kêrî wî bêt..).
Mîr Celadet Bedirxan, kovara Hawar, hejmara (40) Þam/1942.


15 gulanê, ev roja ku yekemîn car kovara HAWARê li Þamê ji rex mîr Celadet Bedirxan ve hatiye weþandin û di nav Kurdan de hatiye belavkirin.
   Vejandina vê rojê, ku keç û xortên me yên ku dûrî zimanê dayika xwe ketine li zimanê xwe vegerin, bi zimanê xwe biaxifin, bixwînin û binivîsinin.. Jixwe zargotina me, ya ku bav û bapîrên me, di nav çerx û dewranên salan de afirandine û li pey xwe hiþtine û roja îro gelek jê li ser zardevê kalemêr û pîrejina ye bidin hev.. Ew zargotina ku li hêviya komkirin û nivîsandinê ye.. Di baweriya min de her ku kalemêrek an pîrejinek ji wan dimire, pirtûkxaneyek me pêre tê þewitandin..
   Werin, em vê rojê li gelê xwe pîroz bikin û xelkên xwe agahdar bikin ku, her sal di wek vê rojê de, Xwediyê HAWARê mîr Celadet Bedirxan bibîr bînin..

Konê Reþ, Qamiþlo, 15.05.2015






Cihê ev nûçe jê hatiye: Welatê me
http://www.welateme.net/kurdi

Ji bo vê nûçeyê navnîþan:
http://www.welateme.net/kurdi/modules.php?name=News&file=article&sid=4060